ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Nûredîn Weysî · 01.12.2008 · 2 dîtin
Li dawiyê serkirdeyên kurd çûne bin barê xwestekên erebên Îraqî û bi taybetî jî grupa 22 tîrmehê ya parlemena Îraqê ku bi gorey biryara parlemen ya roja 22/07/2008, pêwîste postên Kerkûkê bi rêjeya 32% li ser kurd, ereb û turkmenan de bihên dabeşkirin û di encamê de, kurd dê çendîn postên giringên Kerkûkê ku yek ji wana posta serokatiya civata Kerkûkê ye, ji dest bidin. Ev milçemandina kurdan ya ji bo daxwaziyên hêzên Îraqî, şikestineke gelek mezine û dê verêjeke bi tirs bi ser meseleya yekalîkirina çarenivîsê Kerkûkê jê derkeve û nîşaneke din a şikestina siyaseta kurdiye di derbarê pirsa Kerkûk û pirsên din yên helawîstî digel Îraqê. Çunkî beriya niha ereb û turkmenên Kerkûkê bi postên kêmtir razî bûn, lê kurdan milê xwe ne dida ber. Piştî rûxana rijîma Seddam, hikumetên yek bi dûv yek yên Îraqê bi aşkerayî û bi şêweyekî nexşe danayî, ne tenê xwe ji yekalî kirina pirsa Kerkûkê veşartin, belkî gelek bi şehrezayî jî fakterên demkî li dijî kurdan bi karanîn heya ku destên gelek aliyan kêşane nava vê pirsê û ji wane jî neteweyên yekbûyî ku di milçemandina kurdan de, roleke aktîv lîzt. Cihê balkişandinê ye ku niha berpirsyarên kurd (kêm car nebe) nexwe behsa cîbicîkirina maddeya 140 her nakin, lewma wesa diyare ku serokatiya kurdî li hember asayîbûna peywendiyên digel tirkiyeyê û razîbûna şandina derve ya petrola Kurdistanê, ew jî razî bûye bêdengiyê ji pirsa Kerkûkê bike û êdî Kerkûk ne dil û ne qudsa Kurdistanê ye. Diyare çi li Kerkûk û çi li herêma Kurdistanê jî, nabe êdî kurd weke niha deshelatê monopol bike û pêkhateyên neteweyî û olî ji birêvebirinê bêpar bibin, lê şikestina vê carê ya Kurdan li Kerkûkê nîşana wê yekê ye ku hêşta kurdan gelek maye heya ku ji siyaset û berjewendiyên navnetewî têbigihîjin. Berevajî wê yeka ku herdem berpirsyarên Kurdistanê bangî ji boy dikin, rojên dahatî wê diyarbikin ku ew tiştên niha kurd bi deskeft dizanin di Îraqê de, wê hêdî hêdî ji dest bidin û dê bibe sifir û hîç bi dest.Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.