ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 25.08.2008 · 2 dîtin
Li gorî ragihandina Berêz Mahmud Sengawî nunerê Sekreterê YNK Berêz Mam Celal Talabani, Hezên Kurdistan u Hezên Iraq li Xaneqîn li hember hev senger girtina u rewş tevlêheve.Berêz Mahmud Sengavî li ser rewşa davî beyanat da rojnama Awêne. Berêz Sengavî di beyanata xweda ragihand ku li Xaneqîn aloze u got: Leşkerê Iraq îro hate nezîkê Xaneqîn. Li Xaneqîn çend cîh baregah danîne u welatîyên vê deverê rehetsiz kirine.Welatîyên Xaneqîn bi hatina leşkerên Iraq razî nîne, niha di nabeyna Pêşmerge u Leşkerê Iraq nebaşe, Tirs heye ku nabeyna Pêşmerge u leşkerê Iraqê teqîn çêbibe.Wek tê zanîn çend hefte berê Leşkerên Iraq bi alîkarîya hezên firenetewe, li Eyaleta Diyala dijî El-Qaida operasyon encam da. Piştî encamdana van operasyona, hikumeta Iraq, leşker şand devera Kurdistan u daxwaz kir, Pêşmergeyên Kurdistan li van devera derkevin. Bi erêya Berêz Mam Celal Talabanî Pêşmergeyên Kurdistan ji bajarokên Qeretepe u Hewcîye derket. Leşkerên Iraq dixwaze PêşmergeyÊn Kurdistan li deverên din jî derkevin.Rojnama Awêne
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.