Ramyarî

Pêncemîn Festîvala Çandî, Hunerî ya Bazîdê dest pê kir

Alixan Aras · 02.07.2006 · 2 dîtin

 Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve hatiye amadekirin, dê 2ê Tîrmeha 2006an de dom bike.Pêncemîn Festîvala Çandî, Hunerî û Geştûguzariyê ya Bazîdê ev roj dest pê kir. Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve hatiye amadekirin, dê 2ê Tîrmeha 2006an de dom bike. Pêncemîn Festîvala Çandî, Hunerî û Geştûguzariyê ya Bazîdê ya navçeya bajarê Agiriyê, ev roj bi çalekiyên wek Çandî, Hunerî, Geştûguzariyê, sînema- şano, panel-konferans, konser, dîwana dengbêjan, atolyên pêkertraşî, wênesazî û li ser ziman tên pêşkêşkirin.Ji nav welat û ji dervayê welat gellek hunermend, rewşembîr, nivîskar, siyasetmedarên wek Oral Çalişlar, Yavuz Baydar, Egîdê Cimo, Feyzoyê Rizo, Muhidîn Irgat, Selîm Temo, Suavî, Osman Ozçelîk, Ferhat Tunç û her wek din wê bi huner û zanîn û têgihîştinên xwe, festîvalê geştir bikin.Festîval, roja yekemîn piştî beza hespan, bi paneleke ku li ser “kêşeya jinan” hatibû amadekirin domkir. Beşdarê vê panelê li ser pirs û pirsgirêkên jinan rawestiyan û ji hemû birêvebir û rayadarên dewletê û rêxistinên siwîl xwestin ku ji bo çareserkirina vê pirsê piştgirî bê kirin. Paşê festîval bi meşa xelqê ji şaredariya Bazîdê destpêkir û heta parka Ehmedê Xanî domkir. Seroka Şaredariya Bazîdê Mukaddes Kubîlay di encama vê meşê de li parka Ehmedê Xanî axaftinek kir. Kubîlay di axaftina xwe de diyar kir ku îsal cara pencemîn e ku festîvalek weha çandî û hunerî li dardixin, ev yek jî di têgiştin û pêşketina çandî û hunerî ya xelqê de qonaxeke mezin bidestxistî ye. Di berdewamiya çerçevoya festîvalê de Serokê Komeleya Xanî Nîhat Gultekin, di bin siya dengê bilûra hunermendê kurd Egîdê Cimo de, li ser Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî gotarek pêşkêş kir. Gultekîn di axaftina xwe de diyar kir ku Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd mîrateyekî mezin li peyî xwe hiştiye.Di heman rojê de panelek bi navê ‘Pirsgirêka Kurdî ya Tirkiyeyê’ ji aliyê nivîskar Oral Çalişlar, Orhan Mîroglû û rojnamevan Yavûz Baydar ve hat pêşkêşkirin. Çalişlar di axaftina xwe de diyar kir ku pirsgirêka Kurdî, ne bi şer û pevçûnê, lê divê bi dîalog û aşitiyê bê çareserkirin. Rojnamevan Baydar jî ji PKKê xwest ku bê tu şert û şurût dev ji şerê çekdarî berde.Di hemanrojê de konserek mûzîkê ji aliyê hunermendên wek Şadî Bedo, Gulî û Kardêş Turkiler hat pêşkêşkirin.Herweha, wê herdu rojên din jî, çendî panel, konser û çalekiyên din bên pêşkêşkirin. NETKURDC.A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.