ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kurê shingalê · 22.11.2008 · 2 dîtin
Civata Êzdî`ya li Hessen Duyemîn Kongre xwe bi tevlibuna Piranîya Delegeyên xwe bi coshek mezin û bi hevîyên xwirtir di 16 meha Kanun ê Roja Yekshemê sala 2008 di Mala Êzdîya li Lollar pêk anî.Kongre saat 13 00 yê Nîvro Bi rêz girtina ji bo Hemü Cangorîyên 72 Fermana û bi teybetî cangorîyê Shingala wêran ankü di 14 hê Tebaxa sala 2007 de ew kesên kü di rîya ola ezdaîde serê xwedan dest pêkir.Di Kongrêde Serokê mala êzîdîye Îrfan Ortac li ser Biratî û hevgirtina Civaka êzîdîya rawesta.Duvre jî Komîta Kar û Xebatê Rapora xwe xwend.Rapor gelek dur û dirêj bû, lê cend xalê kü min girîng dîdin ez di xwazim bo we xwendevanan bînim ziman.1 ji wan ewbu kü gotin: Komele civaka êzdîya li Hessen serbixwe ye ne bi ti hêzave girêdaye û her weha wê ti hez nikaribin li ser mala me, Bandore xwe girê bidin û wan got me mal ji xwere kiriye tenê ji bo rê û rebazên wan ji bo Hed û seden wan ji bo perwerde zarokên wan ji bo pêkanina îbadetên wan û ji Taazî û shîn û sahîyên wane gotin.2. gotin kü hewceye divê em mala xwe bi civaka xwe ya êzdî û bi Gelê Kurd bidin naskirin, ji ber kü heya niha wekî ôla Islam di Kürdistande xwedî selahîyete wan qet ola me qebul nekiriye ji ber wê yekê jî welatîyên me yanî kurdan jî, ola me wekî oleke bê Xweda û ne rast nîshan dane. Serokê Komalê got: Ola me berî hemü Ola Navê Xweda yanî wî xweda naskirîye û gotîye: xwedê yeke Xalîk û muxliqe, hedê wehede xwedê ne ji kesî xwilikqîye, xwedê ji xwulqa û ji kerama xweya,lewma 101 nav lêye navê herî mezin Yezdanî Dilovan ew xwedaye.Her weha got em Heft melekê miqerim Pasende dikin,1. Ezrail.2 Cibraîl 3. Mikaîl 4. Derdaîl 5. shemqaîl 6 Ezaîl û EsrafîlEwin hwer heft melekê cibîr runushtine li Dîwane Xwedaê Kibîr.Be goman gelek Beyt û Qewlên êzdîya jî hene kü bi rastî yekîtîya xwedê û hazamet û kerametên xwedê anîna ziman uhw. di berdawamîya axaftina xwede got: bi teybetî divê em xwe bi Dewlete Alman û bi Civaka wê û bi Oldarên wê bidin naskirin ji ber kü em li vir di dijîn pêwiste ew civaka me nasbikêDi Ropora kar û xabatê de gotin Heye niha 40 cari ew ei Rojnamên almana de der ketine û wan 2 cara li ser ola Ezdaîye Konferansên bi zimanê almanî danê gotin.3. Di Raporêde hat gotin kü wan ji bo komkujîya Shingalê gelekî calakî cêkirin û tevlî calkîyên wêjî bun her weha gotin ji bo Shehîdên shingalê 7. 500 € dane hev û bi serbilindî gihandinê cîhê wê.3.Di roporêde dîyarkirin kü heye niha 2 cara bi cend kesên Rêvebrên Ola Süryanîyên re runistin cêkirine û gotin em, hatine merhelê kü em û Xiristîyanê Alman bi hevüdüre Dostanîya Êzîdî û Xiristîyan avabikin.Pishtî Rapora kar û xebatê Rapora Rapora Malîyê hat xwendin.1. Hatina Endaman û hatina Komelê û her weha pishtgirîya kesên wekî xêr û xêratên xwe didin anîn ziman, dîyarbu kü komel di Aborîdê ne ketîyê zorêde û pishtî 10 salîdî wê mal bibê mala wan û deynê Benkê namînê.Duvre Papora Rihsipîya hat xwendin. di raporêde hat gotin kü wan wekî heyete Rih spî karû xebeteke hevbej nekirine lê bi însîyatîfa cend kesan tishtin bash hatîyê kirin.1. di mala êzîdîyade guhertinên kü cêbune dibin însîytifa Heyte Rih spîye dîwarê dinavber wêde rabu û Tuwaltên nüh cêkirine.2. di mala êzîdîyade bi rêvebirîya Mamoste Azad Dersa Zimanê Kürdî û Dersa ôlî hatîye dayîn.3.Heci Xelef, Hasankê, Azad di paqijî û di navbera civeka êzîdîde cunu hatin cêkirine cend Navkokîyên bê bingeh bi dawîkirine ûhw.Heyeta Rih spî ya mala êzîdîya li Hessen, Fikra xwe li ser xebata Komîta Rêvebir a Civaka Êzîdîya li Hessen anî ziman û got Xebata Komîtê Lêwazê û divê Xebat hê xwurtir bibê û got divê wexta Shîn û shahîyên Mala êzîdîya cêbûn divê rêvebirên Mala êzîdîya Tevlî Malbatên xwe werin Shahîya ûhw.Pishtî xwendina Rapora Xwestin kü Komîte Spî bibê dibin Zanêde nemînê, Bi tevlîbuna piranîya Delege Rapor tevlî Kêmsîyên xwe hate pasendekirin (Qebulkirin)Duvre Dest bi Hilbijartina Komîteyek nüh kirin, lê berî kü dest bi hilbijartinê bikin, ji ber kü hinek kesan navê xwe dabu kü wan di xwest bikevin Komîta Rêvebir lê ji ber kü ew kes ne hatibun Kongrê Hate gotin go kesên tevlî Civînê nebune ew nikarin li wir bêne hilbijartin.Namzet bi awayekî Dizî hatin hilbijartin û Pelik li nav Endama gerandin yanî 8 Kes hatin hilbijarti 5 Endamê Komîta kevin hatin hilbijartin û 3 Endam jî ji kesên nüh ketin nav Komîtê.Pêshî Serokê Komalê Dîsa Irfan Ortac Hate HilbijartinCigerê wî Newaf Celîk Hate HilbijartinDuvre Shikrî Boga u Bahrî Erdem Wekî rêvbirê Aborîyê hatin hibijartin.wekîdin Wekî rêvbirê Olê Xwedêda Yildirim bo pêwendîyên bi Almanare, Bilen Duyar Shîraz hatin hilbijartin û Westîn yümüsak jî wekî Revebirê Cand û Hünerê hate hilbijartin.Ew kesên kü xwe ber endam dabün xwîyakirin û tevlî Kongrê nebune gotin ewê bi wanre pêwendîya cê bikin.pishtî Hilbijartin Qedîya, Cend Hêvî hatin Ziman Lê Mixabin bi ci nebün2 Pêshnîyar Hatin xwendin 1 jê ewbu ankü ji niha û pêde Mala êzîdîya her kesê kü bi xwazê kirê bikê divê bidin wan, lê mixabin nehat pasendekirin.2 bo Mehdan gotin ji niha û pêde divê serê Malbatê 10 @ bidê hate pasendekirin.Kongre bi cepik lîlandin û bi hêvîyek mezin bi dawî bu hat.Hemü delegan gotin xebatek xwurtir û civatek Hemdemîtir û pêsketîtir.Ez vê Kongrê li hemü civata êzdî û li Gelê kürd pîroz dikim bi hêvîya naskirin û pêwendîyên xwirttir. Kurê Shingalê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.