ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojnameya Kurdistanî Niwê û Xebat · 28.09.2005 · 2 dîtin
Roja 27.09.2005, Parlemana Kurdistanê bi serokayetîya Serokê Parlemanâ Kurdistanê birêz Adnan Muftî kombû.Rojeva civîna Parlemana Kurdistanê ji du xalan pêk dihat. Yek jî ji wan dengdan li ser Destûra daîmî a Irakê û dubare li ser de cûyîna reshnivîsa destûrê bû..Wekî tête zanîn roja 15.10.2005 li Iraqê û Kurdistanê li ser Destûrê referandum dibe..Di destpêkê de Serokê Parlemana Kurdistanê di gotarek picûk de basa nêzîkbûna dengdan li ser destûra daîmî a Iraqê kir.. Serokê Parlemanê li ser vê mijarê destnîshan kir ku di nabeyna hêzên sîyasî ên Iraqê de li ser Desturê gotûbêj hatin kirin û hinek maddeyên Destûrê hatin guherandin. Ji bo vê yekê jî pêwîste Parleman cara dawîn destûrê bixwine.. Serokê Parlemanê dawa jî ji hemû alîyan kir ku di dengdanê de beshdar bin û erkê hemû alîyan e ku, hewil bide ji bo hishyarkirina gelê Kurdistanê û ji bo beshdarîbûna wan li referandumê û pesindkirina Destûrê, civînan saz bike, semîneran cêbike. Ji ber ku proje, di berjewendîyê gelê Iraq, Kurdistan û demokrasîyê de ye. Wê dema mirov vê qonaxa sîyasî dide pêsh cavên xwe, beshekî bi bercav ji daxwaz û mafên gelê Kurdistanê têda ye.Pashê jî Serokê Parlemanâ Kurdistan ji Lijneya Destûrê daxwaz kir ku, deqê reshnivîsa Destûra dewamî bi zmanê Kurdî ji bo Endamên Parlemana Kurdistanê bixwine..Pîshtî xwandina Destûrê Serokê Parlemanê basa destkeftan kir ku, Kurdan di vê Destûrê de destxistîyê û dawa jî ji kanalên ragêyandina Kurdan kir ku bi awayekî berfireh basa dengdan li ser rapirsîyê bikin... Di dawîyê de jî Serokê Parlemana Kurdistanê wisa got: Pêwîste hemû alîyên Kurdistanî hewil bidin û xelkê teshfîk bikin ji bo dengdan li ser vê Desturê... Ji ber ku pasheroja gelê me pêve girêdayîye..28.09.05Rojnameya Kurdistanî Niwê û XebatAmadekar: AZ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.