Ramyarî

Parlemana Iraqê Pêshnîyara bangkirina Serkomar û Serwezîran dike..

Xebat · 03.10.2005 · 2 dîtin

  Jimarek ji endamên Parlemana Nishtimanîya Iraqa Federal pêshnîyar kir ku, ji bo dawakirina birêz Celal Talabanî, Serokê Komara Iraqê û Îbrahîm Caferî li ser rûdana ew nakokîyên di navbera wan de derketîye û bi taybetî jî pishtî wê axivtinê ku birêz Talabanî li Dukan pêshkêsh kir. Endamên Parlemanê wê jî dubare dikin ku, pêwîst e pirsgirêk li Parlemanê bên careserkirin. Ji ber ku Parleman, alîyê berpirse ji bo kontrolkirin û rêkxistina di navbera beshên desthilatî de. Ev jî dubare kir ku, ev tishta nakokî nîne, belku derbirîna bîr û rayên cihê ye. Her ciqas Arif Teymûr, cîgirê Serokê Parlemanê ev yeka hanê redkir ku nakokî di navbera Lîstên Kurdan û Sîiyan de hebe.. Lê, Teymûr ew jî da xuyakirin ku, Caferî girêdana xwe beram berî ji civîn û pêshnîyarên Serokayetîyê û Wezîran û Parlemanê. Ew bi kêfa xwe karmendan dadimêzrîne û berpirsên Kurd li derî pêvajoyê dihêle, maddeya 58 cihbicih nake.. Dr Mahmud Osman jî da xûyakirin ku ev mesele gellek asan e. Pêwîste herdu Lîst e kombibin û heke nebe pêwîste Lîsteya Hevpêymanên Kurdistan xwe ji shûnda bikêshîne..Ji Rojnameya XebatW: AZ

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.