Ramyarî

Parlamentoyê nerazîbûna xwe li hember pêşniyara di Mistura nîşan da

Rojhat · 08.06.2008 · 2 dîtin

 Parlamentoya Kurdistanê bi rojeva pêşniyara Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Staffan de Mistura civiya.Serokê Parlamentoyê Ednan Muftî reşnivîsa beyanameya parlamentoyê aşkere kir û got:”Parlamentoya Kurdistanê li hemberî pêşniyarê dilgiran e û di bicihanîna madeya 140 de rijd e.”Îro Parlamentoya Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Parlamentoyê Ednan Muftî civiya.Di civînê de gotûbêj li ser guhartinên herî dawî yên madeya 140 a Makedestûra Iraqê û pêvajoya yekem a pêşniyara Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Staffan de Mistura hate kirin. Di destpêka civînê de Serokê Parlamentoyê kurteyek li ser madeya 140 û lîjneyên ku ji bo bicihanîna wê madeyê li Kurdistan û Iraqê hatine danîn, pêşkêş kir û amaje bi wan alîkariyên teknîkî kir, ku Mistura bo çareseriya madeya 140 daye.Di berdewamiya axaftina xwe de Muftî got:”Di vê çarçoveyê de bo yekalîkirina vê meseleyê, Mistura 3 gav amade kiriye û divê di aşkerekirina her qonaxekê de şîroveyek jê re bê kirin.Mistura di qonaxa yekem de meseleyeke girîng aniye holê.Lewre Parlamentoya Kurdistanê wek nûnerê xelkê Kurdistanê, bi pêwîst dizane ku helwesta xwe li ser qonaxa yekem a pêş niyaza navborî nîşan bide.”Muftî balkişand li ser siyaseta nijatperestiyê ku di dema rejîma Beasê de dihate meşandin û daxwaz kir, ku ew siyaset careke din neyê kirin. Herweha Muftî daxwaz ji Mistura û aliyên pêwendîdaar ên Iraqê kir, ku nerazîbûna xelk û Parlamentoya Kurdistanê bê berçavgirtin.Endamê parlamentoyê Belên Ebdula jî diyar kir, ku bo çareserkirina pirsgirêkan ciheke din a raporê bi xelet e û got:”Xelkê bajaroka Hemdaniyeyê ku malbateke pir ji mesihiyan tê de nîştecîne û dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê.Lê bi tu şeweyek nêrînên wan nehatiye wergirtin.”Paşe Wezîrê Deverên Cudabûyî ji Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan jî guhartinên herî dawî ên madeya 140 û kurteyek ji li ser pêşniyara Mistura aşkere kir û got:”Qonaxa duyê ya Mistura dê taybet be bi deverên Xaneqîn, Şengal, Şexan û Tilkêf e.Qonaxa sêyemîn jî dê taybet be Kerkûk û deverên derdora wê be.”PUKMEDIA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.