Ramyarî

Parlamentoya Kurdistanê li ser êrîşên Tirkiye û Îranê civîneke awerte saz kir

Rojhat · 28.08.2007 · 2 dîtin

Parlamentoya Kurdistanê li ser êrîşên Tirkiye û Îranê civîneke awerte saz kir PukmediaHemû endamên parlamentoyê hemra bûn ku arîşe bi riya gotûbêj û danûsatandinê bê çereserkirin û daxwaz ji hikûmet û parlamentoya federal bê kirin ku li ser vê arîşeyê helwesta hikûmeta Iraqê aşkere be. PUKmedia 2007-08-28 19:02:55parlamnetoya KurdistanêÎro Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya serokê Parlamentoya Kurdistanê Ednan Muftî û bi amadebûna cîgirê serokê parlamentoyê û sekreterê parlamentoyê, bi armanca nîqaşkirina topbarankirina sinorê herêma Kurdistanê ji aliyên hêzên tirkiye û îranê ve rûniştineke awerte li dar xist.Di rûniştinê de wezîrê navxwe Osman Haci Muhmud û wezîrê herêmê bo karûbarê navxwe Kerîm Singarî û wezîrê herêmê yê karûbarê parlamentoyê Seîd Xalîd û parêzgarê Silêymaniyê Dana Ehmed Mecîd amade bûn.Di destpêka civînê de li ser teqînên Şingalê got:"Tu car ne gelê Iraqê ne jî gelê Kurdistanê li hember wan êrîşên terorîstî stûyê xwe xwar nakin û dê têkoşîna xwe bidomînin."Paşe jî Muftî nîqaşên topbaranên îran û Tirkiyeyê vekir û got:" Ji ber topbarana welatên cîran bi sedan malbat koçber bûn û ewlekariya wan deveran têk çû û ziyaneke pir a madî jî bi xelkê deverê gihaniye. Ji çi hêlek ve bê bila bê topbarankirina welatiyan nayê qabûlkirin î şermezar dikin."Muftî got:" Arîşeya topbarana îranê divê di navbera hikûmeta Iraq û Îranê de bi riya diyalogê bê çareserkirin."Muftî got:" Mîlet û axa me bi ser çend welatan de hatiye dabeşkirin û dîrok jî hin tişt sepandiye ku nikarin bi hêsanî û di demeke kurt de biguherin loma pêwîst e bi gotûbêjkirinê çareseriyê bibînin çimkî zimanê çekê nikare arîşeyê çareser bike." Muftî di berdewamiya gotare xwe de ragihand ku Herêma Kurdistanê naxwaze bibe Lubnaneke din û her weha herêma Kurdistanê berpirs e ji parastina ewlekarî û aramiya deverê.Muftî got :"Her wek çawa parastina ewlekariya deverê em bi erka xwe dizanin, hikûmeta Iraqê jî berpirs e û her weha hikûmetên Îran û Tirkiyeyê jî berpirs in ji parastina ewlekariya sinoran."Muftî di dawiya gotara xwe de ragihand ku gelê kurd hevkariya îranê ya di dema kîmyabaran û serhildanê de û hevkariya Tirkiyeyê jî bîr nake. Lewre divê nakokî bi riya danûstandinê çareser bikin û her êrîşeke leşkerî li dijî Îran an jî li dijî Tirkiye bê pêkanîn hikûmeta herêmê ji wê yekê ne berpirsiyar e.Paşe jî Muftî ji her du wezîrên Navxwe û wezîrê herêmê yê bo karûbarê navxwe re got bila raporên xwe yên li ser rewşa ewlekariyê ya dawîn pêşkêşî parlamentoyê bikin.Destpêkê Osman Hacî Mehmud got." Ew topbaran ne tiştekî nû ye, di salên borî de jî topbaran hebûn lê vê carê demdirêj in û zêdetir gund û zozanan bûn hedef. Me jî çavdêriya topbaranê kir û me ii gel serokê hikûmet û parêzgarê Silêymaniyê civînek li ser vê mijarê pêk anî û me şandeyek bi serokatiya parêzgarê Silêymaniye şand deverên ku hatin topbarankirin." Mehmud amaje bi wê yekê jî kir ku di encamê topbaranê de 450 malbat koçber bûn û zêdetir ji 20 gund jî hatine betalkirin û bo wê armancê jî heftayê borî ku li Bexdayê bûne, wan peywendî digel Malikî daniye bo alîkarikirina xelkê deverê û Malikî jî soza hevkarîkirinê daye wan.Mehmud daxwaz ji îranê kir ku bi riya danûstandinê arîşeyê çareser bike.Piştre jî Kerîm Şingarî balkişand li ser axaftina Mehmud û ronî xiste ser bombebarana artêşa Tirkiye û got:" Ji roja 1/7/2007 ve heta roja 27/8/2007, 600 guletopên artêşa Tirkiye ketine ser gundên sinorê herêmê û di wê demê jî 4 car jî sinorê asmanê Kurdistanê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatiye derbaskirin." Şingarî dubare daxwaza gotûbêjê kir bo çareserkirina vê arîşeyê.Her di dirêjiya rûniştinê de li ser daxwaza Muftî Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê rapora xwe li ser derencamên bombebaranê pêşkêş kir û bi kurtî rewşa deverên ziyanlêketî û xelkê koçber aşkere kir û daxwaz ji hikûmeta herêmê kir ku parastina deverê bigire stûyê xwe û dîsa daxwaz kir ku hikûmeta herêmê peywendiyê digel Bexdayê deyne bo çareserkirina arîşeyê û peydakirina pêwîstiyên xelkê deverê.Paşe parlamenteran mijara topbaranên Îran û Tirkiyeyê nîqaş kirin û ji bo çareserkirina bilez vê arîşeyê, çendîn pêşniyar ji parlamtoyê re şandin (bo girtina tedbîrên pêwîst). Hemû endamên parlamentoyê hemra bûn ku arîşe bi riya gotûbêj û danûsatandinê bê çereserkirin û daxwaz ji hikûmet û parlamentoya federal bê kirin ku helwesta hikûmet aşkere be.Di dawiya civînê de ku ji aliyê medyaya esmanî a Kurdsat, El-Hure û beşeke din ji ajansên cihanî ên nûçeyan ve bi awayekî rasterast hate weşandin û Parlementoyê bi riya çapemeniyê ve helwestê xwe di çend de xalan wiha aşkere kir:1-Parlementoya Kurdistanê topbaranên deverên ser sînor ên Herêma Kurdistanê Şermezar dike û daxwaz dike ku di demeke herî nêzîk de topbaran bên rawestandin.2-Parlementoya Kurdistanê tekîdê li ser wê yekê dike ku divê pirsgirêkên sînoran bi riya diyakog û lihevgihiştina aştiyane ve di pêş ronahiya parastina berjewendiyên hevbeş ên navbera aliyan de bê çareserkirin.3-Daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku berdewam be di hewl û têkoşîna û pêwendiyên xwe de ên li gel Hikûmeta Fedela bo dîtina çaresriyeke guncaw.4-Daxwaz ji Civata Nûnerê Iraqê dikin ku rol û erkên berpirsyariya xwe bo rawestandina wan topbaranên ku deverên ser sînor ên Herêma Kurdistanê wek beşek ji Hikûmeta federal a Iraqê rastî hatiye, bibîne û rewşê bişopîne.5-Daxwaz ji Hikûmeta Herêm û aliyên pêwendîdar dikin ku alîkariyê bide koçberan û pirsgirêkên jiyanê bi taybet pirsgirêka cihê rûniştinê çareser bşke.6-Di civîna îro de biryar hat dayîn ku çend şandeyekên Parlementoya Kurdistanê serdana wan deveran bike ku hatine topbarankirin bo ku ji nêzîk ve ji pirsgirêkên koçberan agahdar bin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.