Ramyarî

Parlamentoya Kurdistanê 5 madeyên yasaya hilbijartinan, pejirand

Rojhat · 11.02.2009 · 2 dîtin

Parlamentoya Kurdistanê 5 madeyên yasaya hilbijartinan, pejirand

Îro Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya serokê parlamentoyê Ednan Mûftî rûniştina xwe ya duyê ya awarte saz kir. Di rûniştinê de tevî ku rêjya jinan bo ji %30 hate zêdekirin û emrê parlamenteran jî ji 30 saliyê ve bo 25 saliyê hate kêmkirin, pênc madeyên yasaya hilbijartinan, hatin pejirandin.Bernameya îro ya rûniştina parlamentoyê taybet bû bi verastkirina yasaya hilbijartinên civata niştîmanî ya Kurdistanê ya hejmara 1-ê ya sala 1992-an. Destpêka rûniştine, lîneya yasayî rapora xwe ya li ser projeyasayê xwand ku bi awayekî giştî piştevaniya xwe ji bo projeyasayê anîbû ziman û tenê daxwaza verastkirina çend birge û madeyên wê yasayê kiribû. Her wiha daxwaz kiribû ku emrê biendambûnê, ji 30 saliyê ve bibe 25 salî û rêjya jinan jî ji %25-ê bibe ji %30.Paşê birge û madeyên projeyayê hatin xwandin û madeya yekê ya yasayê hate verastkirin, ku bi piraniay dengan navê ‘civata niştîmanî ya Kurdistan-Iraq’ê hate guhertin bo ‘Parlamentoya Kurdistan-Iraq’ê. Madeya duyê jî ku tê de daxwaza redkirina madeya 14-ê ya yasayê dike, bi pişrgiriya lîjneya yasayî û bi piraniya dengan wekû xwe hate pejirandin.Madeya sêyê jî, ku taybet bû bi kêmkirina temenê yasayî yê parlamenteran, piştî guhertina peyva ‘kamil’ bo ‘balix’ê hate pejirandin.Madeya çarê ya yasayê, taybet bû bi zêdekirina rêjeya jinan ji %25-ê bo ji %30-ê û bi pirandiya dengan hate erêkirin.Madeya pêncê jî ku taybet bû bi çawaniya birêveçûna yekem rûniştina parlamentoyê, tu têbinî li ser wê madeyê tunebûn û wek xwe bi piraniya dengan hate erêkirin.Di dawiya rûniştina îro de serokê parlamentoyê biryar da, sibê di seat 10:30-an de bi armanca qedandina gotûbêjkirina projeyasaya verastkirinê yasaya navborî parlamento, rûniştineke din ya awarte saz bike.PUKMEDIA 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.