ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 18.09.2008 · 2 dîtin
Biryar e di rûniştina îro ya Parlementoya Iraqê de deng li ser projeya nû ya De Mistura a taybet bi yasaya hilbijartinên parêzgehan û madeya 24-ê bê dayîn.Piştî ku parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya duhî de pêşniyaza nû ya nûnerê NY-ê yê li Iraqê De Mistura a taybet bi hilbijartinên parêzgehan û madeya 24-ê gotûbêj kir, çend lîsteyan daxwaza verastkirin û destkarîkirinê di projeyê de kirin,lê lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê tevî çend lîsteyên din li dijî destkarîkirina xalên projeyê rawestiyan. Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê ji ber yekhelwestiya nav parlamenyoyê û zûpêkanîna hilbijartinên civatên parêzgehan amadeye deng li ser projeya bide, lê bi mercekî ku neyê destkarîkirin û wek xwe bimîne.Piştî civîna duhî ya parlamentoyê, biryar hate dayîn projeyê bixin pêşiya her du lîjneyên yasayî û herêman ên parlamentoyê, da ku projeyê binirxînin û di rûniştina îre de deng li ser bê dayîn. Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.