Ramyarî

Parêzger 'Konferansa Kerkûk'ê qedexe kir, GXKND ew biryarê şermezar kir

GRÛBA XEBATA KURD A NETEWEYÝ Û DEMOKRATÝ · 04.03.2007 · 2 dîtin

GRÛBA XEBATA KURD A NETEWEYİ Û DEMOKRATİK"..Li Kurdan heqaret, gef û tehdîtan dibarîn in. Li hamberê vê yekê kes nikare tiştekî bêje; gilî, gazinc û rexneyekî bike. Derhal têne girtin, cezakirin û tehdîtkirin. Bêterefî û objektîfîya dadgehan nemaye. Hîqûq berevajî pêktê û bûye payanda hêzên şovenîst. Hemû cure heqaret, çêr, gef û çewsandina Kurda serbest e. Belê kesek nikare bêje hun çima êrîşî Kurdan dikin, li Kurdan, rêvebirên wan heqaret û heqsizîyê dikin. Derhal têne girtin û cezakirin. Mînaka dawî girtina Brêz Hîlmî AYDOGDİ ye. Bi vê wesîlê em girtina Hilmi AYDOGDİ ne hıqûqi dıbinin û şermezar dikin. ."PARÊZGARİYA DİYARBEKIR ‘’KONFERANSA KERKÛKÊ’’ QEDEXE KİR!…Gruba Xebata Kurd biryar dabû ku îro (4.3.2007), li Diyarbekirê Konferansa Kerkûkê pêk bîne. Belê Waliyê Diyarbekirê bi lezûbez û bı hawaki nehıqûqi û keyfi ‘’Konferansê Kerkûkê’ bi sedemên ewlekariyê û axevtevanên dê tewana bikin, qedexe kir.Ji bona vê Grûba Xebata Kurd biryar girt ku li ber Salona Demîrokê Prens Konferanseki gırseyi pêkbin e. Bi sedan kes beşdarî civîna çapemenîyê bûn. Gelek parti Grûbên siyasî, nûnerên saziyên sıvil û şexsiyetên navdar beşdari Prens Konferansê bûn. Ji derveyî welêt gelek rewşenbîr û bı navên saziyan peyamên pıştgriyê hatıbûn rêkirin. Jı wana Peyama YNKê hat xwendin.Dema ku civîna çapemenî pêk hat, sedan polîs bi panzerên xwe hewirdora civînê girtibûn. Li ser navê Gruba Xebata Kurd berdevikê Grûbê parêzer Sabahaddin Korkmaz daxuyaniya bı Kurdi û Tırki pêşkêş kir. Ev daxuyanî em ji reya giştî re dişînin.Civîn bı her awayi serkefti derbas bû. Em jı hemû beşdrvanan re sıpas dıkın.******JI ÇAPEMENİ Û RAYA GIŞTİ RE!Geli Mêvanan, Xwişk û Birayan,Geli Rojnamevanên Hêja, Hûn hemî bı xêr hatıne prens konferansa me.Wek ku tê zanin dıviyabû me iro li vêderê “Konferansa Kerkûkê” pékbihanîya. Belê Parézgarîya Dîyarbekir, konferansa me qedexekir. Bêşik ev biryareke antîdemokratîk, nehiqûqî û keyfî ye. Belê ya herî balkêş jî ew bû ku, hêzên ewleyî berî biryara Parêzgar, çend caran bi ser xwedanê salonê de girtine û ji bo ku ew salona xwe bi me nede hatîye tehdîtkirin. Em bala hemû sazîyên sivîl, maf parêz û raya giştî a demokratîk dikşîn in ser evê keyfiyetê û bi tundî şermezar dikin. Wek ku em hemû ji nêz ve dibîn in û bi îbret di şopîn in; ev demeke ku di serî de fermandarên leşkerîya Tirk, rayedarên hukûmetê û qismek ji nûnerên sîyaset û medyayê bi behana “Pirsa Kerkûkê” û ‘xwedê negiravî’ parastina ‘heqê turkmanan’ li dıjî statuya Kurdîstana Iraqê a Federeyî kampanyayekî bêperwa dane destpêkirin. Li ber çavê dunyayê bahsa dagirkirina “Bakûrê Iraqê”, yanî Kurdîstana Başûr dikin. Li Kurdan heqaret, gef û tehdîtan dibarîn in. Li hamberê vê yekê kes nikare tiştekî bêje; gilî, gazinc û rexneyekî bike. Derhal têne girtin, cezakirin û tehdîtkirin. Bêterefî û objektîfîya dadgehan nemaye. Hîqûq berevajî pêktê û bûye payanda hêzên şovenîst. Hemû cure heqaret, çêr, gef û çewsandina Kurda serbest e. Belê kesek nikare bêje hun çima êrîşî Kurdan dikin, li Kurdan, rêvebirên wan heqaret û heqsizîyê dikin. Derhal têne girtin û cezakirin. Mînaka dawî girtina Brêz Hîlmî AYDOGDİ ye. Bi vê wesîlê em girtina Hilmi AYDOGDİ ne hıqûqi dıbinin û şermezar dikin. Em dı wê nêrinê de ne ku,êriş ali hamberi Kerkukê di êslê xwe de li hamberi Baskûrê Kurdistane ye.Jı ber ku heger pırsa Kurd lı Tırkiyê tunebaya mumkûn bû ku jı herkesi zêdetır Tırkiyê pıştgıriya Kurdıstana Federe bıkıra.Mesela “Heqê Turkumanan” behanekî pûç û vala ye. Dunya hemî pê dizane ku di navbera Kurd û Turkumanan de tu nexweşî çênebû ye û tune ye. Wexta ku hukumeta Sedam Kurd û Turkuman bi hev re qetil dikirin, Tirkîye dost û mutefîkê Sedam bû. İro li herêma Kurdîstanê Turkuman xwedî hemû mafên xwe yên însanî, kulturî û kêmneteweyî ne. ...Di dewra Romayê de ji koleyan re digotin “haletên bi ziman.” Rast e, însanekî nexwedan maf, wek pergalekî ye. Ne şeref û îiyaneta xwe û ne ji qedr-qimeta xwe heye. Ji wê bonê, însan bi mafên xwe însan e û meqbûl e. Di hemû olan de însan wekhev e, çavkanîya mafa ye û muqedes e. Herweha di navbera qewm û miletan de jî tu cudatî newekhevî nîn e. Hemû milet wek hev xwedan heq ın û dıvê bırabın.Miletê Kurd, yek ji wan niştecîyê Mezopotamyayê yê herî kevn e. Xwedan tarîx, kultur, edebiyat û zimanekî dewlemend e. Miletekî nîştecî, kedkar û azadîparêz e. Ji xeynî biratî, dostani û alîkarîyÊ tu xerabi bi miletên cînar; Ereb, Faris û Tirk re nekir ye. Balam îro li seranserê dunyayê û rohilata naverast yek ji wan miletên herî mazlûm û bindest e. Ji hemû mafên xwe yên neteweyi/kolektifi û pêve grêdayî îinsanî/kesayetî bêpar e. Di bin zılm û neheqîyekî gran de ye. Di heman demê de bi komkujî, koçberî û qirkirinan re rû bi rû ye.Bi vê wesilê em bang li her kesî dikin û dibêjin ku; wek her miletekî medenî û hemdem qedera xwe bî xwe tayîn kirin mafê miletê Kurd ê rewa ye. İro birayên me Kurdên Başûrî di çerçewa Iraqa Federal de gihîştine azadîya xwe. Mesela Kerkûkê, -tevî ku ne bi dilê Kurda bû jî-, li gor Destûra Iraqa Federal xala 140-î dê bi referandûmê çareser bibe. Pirsa referandûma Kerkûkê, pirsa Iraqîyan a navxwe ye. Bi tu hawayî mafên mudaxeleya dewletên cînar tune ye. Di vê derbarê de divê bê zanîn ku; Kurdên Iraqê birayên me ne. Zimanê me, kultura me, hestên me û qedera me yek e. derdê wan derdê me, azadîya wan azadîya me ye. Em dest-dev dirêjiya li hamberê wan li hamberê xwe dizan in û bi tu awayî qebûl nakin. Dîyarbekir 04.03.2007GRÛBA XEBATA KURD A NETEWEYİ Û DEMOKRAT

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.