Ramyarî

OTOBUS A ŞAREDARÎYÊ

Mamed deriki · 12.03.2007 · 2 dîtin

OTOBUS A ŞAREDARÎYÊ!Gelo hûn çi ji otobusa şaredarîyê dixwazin?Di her çalakaîyê de otobusek yan du-sê heb tên şewitandin. Ez fam nakim, bi rastî jî çima tê şewitandin ?Ez fam nakim, ji ber kû: her êvar, ên ji mere xebera( kifirî) didin hene, li hundurê çavê me dinêrin û me înkardikin. Ji pêşîyên me re xebera didin, ji mezinê me re tu gotin namîne kû nakin, ji hemû lîderên me re haqaretî ya dikin, me nîşanî polis anjî leşkera didin, bi gotinê wan doz li me tê vekirin û bi gotin û bi nûçe yên wan ê derewîn ceza li me, tenê li me Kurda tê birrîn. Ji xwe vana rayagiştî çêdikin û gellê Tirk li dijî me dicixilînin.Erê çapemenî ya Tirk! Ji xwe neyarê herî mezin evin! Hemû Rojname ên wan, rojnamevan ên wan, hemû Tv. yên wan û peşkeşvanê wan....Yanî Atv, Kanal D, Flash tv, Show tv, CNN tirk , saman... tv û ên din! Yanî Milliyet, Hurriyet, Sabah, Tirkîye, Vatan û ên din. Û hinek jî ji wan hene kû ez naxwazim qala wan jî bikim.Ji ber kû gişî wan, ji serî heta binî çîrkefin, rezîlin,xayinin (...)Ya Otobus!Gelo şewitandin, otobusa şaredarîyê heq dike, an vana heq dike?Ez bawerim, vanê kû di her nûçeyên wande heqaretî li me heye heq dikin.Lê otobus a şaredarîyê çi bi we an bi me dike? Tenê me dibi mala me û tîne karê me.Dibe kû hûn di fikra em xesarê pê bidin dewletê.Dibe kû hûn dibên hema bila çalakîbe û çi dibe bila be.Belkî hûn dibên, em xwe di bîra neyarê xwe de tînin.Dibe kû hûn dibên emê ekonomî ya tirkîyê pê bîne xwarê....Lê mixabîn, ramanê we çi dibe bila be, ev şaşîye. Û ez bawerim kû mîrov di şaşîyêde be serkevtin jî xeyale!***Ger em her dû mînaka bide ber hevûdu, hûnê jî bibînin kû kî şewitandinê heq dike.Ha, kû mîrov mecbûr nemîne şewitandin ne karê mîrovaye.Lê dibe kû em mecbûrbin!10/03/2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.