ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed deriki · 29.06.2007 · 2 dîtin
ORHAN DOGANÎro, 82 yemin salvegera darvekirina pêşengê gelê Kurd, rehmetî Şêx seid û 46 hevalên wî ye!Vê sibê, Lehengekî din bi emrê xwedê çû, çû hinda pêşengê xwe, çû cem seydayê xwe…Serê vê sibê, li ser malperê internetê nûçeyek hat weşandin; di vê nûçeyê de tenê digot: Siyasetmedar Orhan Dogan mir! Belê Orhan Dogan mir. Lê…Lehengê gelê Kurd, pêşeng û parêzerê gelê xwe, Siyasetmedar û rewşenbîr Orhan Dogan; Di dilê me de cîhê te taybete û her dem di dilê me de, di dilê gelê Kurd de tû yê bijî!...Dem, 2 Adar 1992 faşist, xwîn vexur dewleta Tirk, li Ankara yê, darbeyek li mebûsê gelê Kurd kir û ji Parlemento ya Tirkî bi derxistin. Wê sibê çen polîsên kû, bavê wan ne dîyare, lê texmînek heye kû, dola rumin, ew parlementerê me birin. Lê bi taybetî, Birêz Orhan Dogan kû bejna wî jî kine û lewaze, van polîse wek dewara, bi hustê Birêz Dogan girtin û birin. Ew roj ji bîra min û ji bîra me Kurda naçe… Wê rojê, çend hêstir ji çavin herikîn!Di encamêde, 10 sal girtîgeh, zor û zahmetî…Dem, 24 Pûşper 2007 Vê carê emre xweda yê dîlovan bû; Li Bazîdê, li cem Seyda yê Kurd Ehmedê xanê, ku Birêz Orhan Dogan qirîza dil derbaskir. Dîsa hêstirê Çavêmin nesekinî!Ji xwe, ji 2 adara 1992’a û virde, heskirinek taybet ji bona birêz Orhan Dogan di dilê min de cîh girti bû!Dem, 29 Puşper 2007 Saet di 06,30’e serê sibê (İro) jîyana Birêz Orhan Dogan bi dawî bû!!!Ew jîyana Zana û jîr. Ew jîyana, ku tije hêvî û bawerî, kul û keder, zor û zahmetî, tekoşîn û berxwedan, bi lehengî û bi serfîrazî, îro dawî li wê jîyanê hat. Lê di dilê me de jiyana wî û tekoşîna wî wê berdewam bike... Xwedê rehma xwe li Orhan Dogan û li hemû şehîdê gelê Kurd bike. Cîhê we bihuşt be… 29.06.2007Mamed Derikimderiki@hotmail.com
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.