Ramyarî

O. Mîroglu û Tehdîda Kuştinê ya PKKê…

ÎBRAHÎM GUÇLU · 01.12.2010 · 2 dîtin

O. Mîroglu û Tehdîda Kuştinê ya PKKê…


ji bona Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê, di salên 1974-1975-an de, Bihara 2-emîn dest pê kiribû. Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê li ser bingeha plûralîzmeke rêxistinî, lê li ser bingeha îdeolojiyeke yekane pêş diket û xwe rêdixist.

Me jî, piştî ku em ji hepsê derketin - me li hemberî Dadgeha Leşkerî mafên neteweya kurd û DDKO parastibû- di çarçewaya Rizgariyê de, di nav Tevgera Bakurê Kurdistanê de cî girtibû. Loma jî, li her bajar û bajarokek Kurdistanê xebatên me yên siyasî û rêxistinî dom dikirin. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku min li Kurdistanê xebata siyasî û rêxistinî didomand.

Min, di wan salan de, li Mîdyadê, li bajarê kurd û suryanan, Orhan Mîroglu nas kir û bi wî re pêwendiyên min çê bûn. Ew, wê demê ya xwendavanê sinifa dawî ya lîseyê bû û an jî lîse nûh qedandî bû. Xortekî jêhatî bû. Ji bona ku di nav Tevgera Bakurê Kurdistanê de cî bigre, hewil dida.

Di wan hewildana wî de, pêwendiyên min û wî pêştir çûn. Wî, di wan şertan de, girêdayî pêwendiyên me yên demokratîk, girêdayî azadiya fikrî û rêxistinî, biryar da ku di nav Riya Azadî de cî bigre.

Piştî ku wî di nav Riya Azadî de dest bi xebata xwe ya kurdperwerî kir, di demeke kurt de ew bû xortekî diyar, di nav Tevgera Riya Azadî de. Ew bû berpirsiyarê Komeleya Gel a Demokratîk a Çandî (DHKDê).

Dema ku darbeya leşkerî ya 12-a îlona 1980-yî pêk hat, leşkeran dîktatoriya xwe ya siyasî ava kirin, dawiya desthilatdariya siyasî ya sivîl anîn, êrişî tevger û rêxistina Bakurê Kurdistanê kir, bi hezaran qadroyên siyasî yên Tevgera Kurdistanê hepis, eşkence û ceza kir.

Orhan Mîroglu jî, di wê peryodê de hat hepis kirin û ji Doza Riya Azadiyê hat darizandin. Demekî dirêj di hepsê de ma.

Piştî ku ji hepsê jî derker, wek her kes dizane xebata ya siyasî û kurdewarî domand. Wî jî, piştî salên 1990-î di nav pêvajoya HEPê de cî girt. Dest bi nivîskarî kir.

Dema ku Musa Anter hat kuştin ew jî li cem wî bû û ew jî birîndar bû.

Piştî wê qonaxeyê bi tevgera siyasî û rêxistinî ya legal a PKKê re pêwendiyên wî xurttir bû. Ew di hilbijartina 2007-an de li Mersînê di DTPê de bû berhilbijêrê parlamentoyê. Wî, bi dengekî kêm mebûsî wenda kir.

Dema ku BDPê, ji bona guhertina makezagonê biryar da ku referandumê boykot bike, Orhan Mîroglu ew helwesta BDPê rexne kir. Ew rexneyên wî, bûn sedem ku navbeyna Orhan Mîroglu û BDPê vebe.

Ev rexneyên Mîroglu, di pirsên din yên esasî de û bi taybetî jî di pirsa Tîfaqa CHPê-BDPê de xurttir bûn.

Her çiqas ez ji awayê xebat û helwesta wî ya siyasî hez jî nekim, Orhan Mîroglu kesekî xebatkar û kurdperwerekî baş e.

Mîroglu, di muxalefeta xwe de gelek nerm bû û zor nedida sînorên PKKê. Lê PKKê dîsa jî, ji vê yekê re tehemûl nekir û riza nîşan neda. Nerehetiya xwe gelek aşkere anî ser zimên.

Ew nerehetiya PKKê hatiya qonaxa tehdîda kuştinê.

Beriya vê çend rojan, di malpera fermî ya PKKê de li ser navê Toprak Cengîz nivîsandinek hat nivîsandin. Di wê nişvîsandinê de Orhan Mîroglu bi kuştinê tê tehdît kirin û tê gotin ku Mîroglu ji sînor derbas bûye.

Di vê malpera PKKê de ez û Îsmaıl Beşikçî jî beriya vê demekê gelek aşkere hatibûn tehdît kirin.

Ew helwesta PKKê wek her demê û nûha jî taswîbkirin, mimkûn nîn e.

Ji bona vê bûyerê Ehmet Altan, di Terafê de nivîsek nivîsand. Serekrêza nivîsê “PKKê fedî bike!” ye. Her çiqas helwesta PKKê ji fedîkirinê wê de tir e jî, ez bi naveroka nivîsarê re me.

Şukru Gulmuş jî, di malpera Serçavan de piştgiriya Mîroglu kir. Ew di nivîsa xwe de dibêje ku “PKKê kesên qise nake dikuje, lê kesên qise dike nikare bikuje.”

Ez jî, di wê baweriyê de me ku li hemberî xerabiyê û şedetê, li hemberî sîstemên nedemokrat, vekirî xebat û têkoşîn meşandin, xeteriyan kêmtir dike; mirov diparêze.

Lewra di wan şertan de, kesên xwediyê xerabiyê, hêzên nedemokrat û alîgirên teror û şedetê, bi hêsanî nikarin plânên xwe pêk bînin û bigihîjin armancên xwe.

Loma jî divê Orhan Mîroglu ji helwesta xwe dev bernede.

Li Hemberî PKKê helwest nîşan dan, li Kurdistanê xizmetî demolkratîzebûnê û plûralîzebûna Tevgera Bakurê Kurdistanê dike.

Ez jî tehdîda PKKê ya li hemberî Mîroglu telîn û mehkûm dikim.

*****

Ev tehdîda PKKê, tehdîdeke rojane û yekane nîn e. Ew tehdîda PKKê, tehdîdeke sîstematîk û dîrokî ye.

PKKê roja ava bû, wek projeyeke dewleta kolonyalîst ava bû. PKKê wê demê jî hemû taybetî û xususiyetên dewletê wergirt û domand.

PKKê piştî ku manîfestoya xwe ya damezirandinê û peymana xwe ya siyasî weşand, derket holê ku hemû rewşenbîr û siyasetvanên kurd, rêxistinên Kurdistanê, ew kes û sinifên ku nepiştgirê elîta PKKê ne, hemû dijmin hatin diyar kirin. Ew nêrînên xwe jî bi planekê xist jiyanê. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê şer kir, bi sedan endamên rêxistinên Kurdistanê li Bakurê, li Başurê, li Rojhilatê, li Roavayê Kurdistanê kuşt. Bi sedan, heta bi hezaran endam û qedroyên xwe yên muxalîf kuşt. Ji axa, mîr, esnafên Kurd re şer îlan kir. Şoreşger û sosyalîstên Tirk kuştin.

Divê li hembnerî ev siyaseta PKKê ya xeter bê rawestandin. Ne bes dema ku PKKê êrîşî me kir, em li dij derkevin. Divê li hemberî PKKê siyaseteke hevbeş, rasyonel, demokratîk bê diyar kirin û bê meşandin.

Amed, 01. 12. 2010

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.