ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
New York Times · 30.04.2009 · 2 dîtin
Kerkûk - Rapora Netewên Yekgirtî ya ji bo İraq'ê di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyan, pêşniyar dike ku an hikûmetên Bexda û Hewlêr bihevre rêveberiya bajarê Kerkûk bikin, an jî rê bidin ku ewder bibe heremeke serbixwe. Ew herdû pêşniyar giringtirîn xalên rapora NYyê ye. Rapor di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kerkûk û navçeyên derdora wê de hatiye amadekirin ji 450 pelan pêk tê. Hîn jî bi temamî rapor nehatiye belavkirin û tenê çend zanyariyên giştî di derbarê wê de hatîne belavkirin. Rojnameya Finansal Times ji zarê rayedarekî rêxistinê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin daxuyand ku ew rapor ne qanûnekî mulzem e, belkû bi armanca wê veqetandina çend rêya ne ji bo alî fikir lê bikin û di nav xwe de giftûgo bikin. Rayedarê NYyê di derbarê raporê de wiha dibêje: "Ti aliyekî bi vê raporê dilxweş nabe. Ji ber ku herdû alî jî wê hest bikin ku daxwazên wan nehatine cîh." Nûnerê NY yê İraq'ê Stivan Demistora di daxuyaniyekî Rojnameya New York Times’ê de daxuyand ku wan kopya raporê dane rayedarên Bexda û Hewlêr’ê. Demistora di vê derbarê de wiha got: "Xebera me hemûyan ji wê yekê heye ku wê meselê çend rûtirşî di nav herdû aliyan de dirûst kiriye. Lê em dizanîn meseleyên din jî hene û rolê wan di nakokiyan de heye. Tenê nakokiyên wan ne li ser navçeyên veqetiyayî ne." Demistora hêvî xwest ku li ser pêşniyarên wan giftûgo û danûstandinên ciddî derkevin holê. Li gor wê rojnameyê parlementerekî İraq'ê ew rapor xwendiye û ragihandiye ku plana NYî pêşniyar kiriye ku bajarê Kerkûk bibe herêmekî serbixwe û bûdçeya wê jî ji qazanca petrola wî bajarî bê veqetandin. Ew parlementerê ku nexwest navê xwe bide, dibêje; ‘pêşniyara NY ya dûyem jî ew e ku ji aliyê herdû hikûmetên Bexda û Herêma Kurdistan'ê ve bê rêvebirin. Bi vî şeklî jî divê di demê 5 salên bê de referandûmekî ji bo diyarkirina çarenûsê di nav gelên Kerkûk'ê de bê çêkirin.’ Kerkûk Wê Bikeve Ser Herêma Kurdistan yan jî Bexda? Di demekê de li gor maddeya 140 diviya bû ew referandûm heta dawiya sala 2007an bihata encamdayîn. Li aliyê din Ajansa Frans Press (AFP) belav kiriye ku rapora NY daxwaz dike ku YNK bajarê Kerkûk'ê biparêze. Di beyanameya ku çarşema borî hatiye belavkirin de wiha tê gotin: "Nûnerê emîndarê NY yê İraq'ê Stevan Demistora çarşama borî komekî raporên di derbarê sinorên li Bakûrê İraq'ê yên cihê nakokiyan pêşkêşî Serokwezîrê İraq'ê, desteya serokatiya komarê û serokê Herêma Kurdistan'ê kir." Ew beyaname bal dikişîne ser beşekî raporê ku taybete bi giftûgoyên di derbarê siberoja Kerkûk'ê de, bi şîrovekirina çar egeran wê hemûyan vegerêne li ser destûra İraq'ê û wekî xala despêkê ji bo tevgerkirina li gel pirsa Kerkûk'ê. Herwiha beyaname dûbare dike ku rapora wan; "Pêwîstî bi rêkevtinekî siyasî ya navbera aliyan de heye û piştre jî ji bo selmandinê anketek çêbibe. Serbarê wan her çar egeran, wekî yek qeware li gel wilayeta Kerkûk tevger dikin û ti aliyek jî li aliyê parvekirinê ve naçe." Li aliyê din jî Partiya Turkmeneli wek bertekekî beramberê wan pêşniyaran, roja 22/4/2009an nameyekî pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NYê Bang Ki Moon kirin. Partiya Tirkmeneli di nameye de daxwaz ji Bang Ki Moonn dike ku nûnerê xwe yê li İraq'ê bigûherîne: "Pêşniyarên wan ne bêlayen in û di qazanca aliyekî diyarkirî de ne. Gelê Turkmen fikir dike ku nûnerê NY yê li Bexda berevajî prensîbên wê rêxistinê (NY) û pêşkêşkirina daxwazên aliyekî ne. Ji ber vê jî em daxwaz dikîn ku nûnerê xwe yê li İraq'ê bigûherîne."Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.