ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
azad · 02.02.2006 · 2 dîtin
Hemîd Mûsa: got wê di 2007 a de Kerkuk wê asayî bibe Hemîd Mecîd Mûsa Serokê komîta asayîkirina bajarê Kerkukê ragihand ku heya dawiya sala 2007ê ê prisgrêka normalîzekirina bajarê Kerkukê ê çareser bibe. di daxweyaniyekê de ji bo rojnameya Weten ya Siudîyê, Hemîd Mecîd Mûsa Serokê komîta asayîkirina (normalîzekirina) bajarê Kerkukê ragihand ku heya dawiya sala 2007ê ê prisgrêka normalîzekirina bajarê Kerkukê ê çareser bibe. Li gor maddeya 58ê ya qanûna birêvebirina dewletê ji bo diyarkirina çarenivîsa wî bajarî, pêwîst e rapirsiyek bê kirin li wî bajarî derbarê wê yekê de ku Kerkuk ê bikeve ser herêma Kurdistanê, yan ne. Hemîd Mecîd Mûsa got, ji ber ku bajarê Kerkukê rastî siyaseta jinavbirina regezî bûye û sîmayê bajarî gelek hatiye guhertin, desteya normalîzekirina bajarê Kerkukê pisht bi giruv û dokumentên fermî girêdide ji bona yekalîkirina (çareserkirina) çarenvîsa pêsheroja wî bajarî. Çavkanî :NAWA
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.