ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmed ONAL · 16.02.2007 · 2 dîtin
Ez di wê bawerîyê de me ku Ehmedê Xanî bi çi helwêstî dest avête “Nûbihara”( ya berê) berhema xwe ya ji bo “Piçûkan”, xebatkarê Kovara Nûbiharê jî bi wê helwêstê dest avêtîn e vê kovara xwerû ya kurdî û gihandin e hêjmara 100î bi serfîrazî…Ev serfîrazî berî herkesî bêguman serkeftina xebatkarê kovarê be jî, lê di dîrokê de serkeftina medya kurdî ye û weke serkeftina kurdan tê hesibandin. Ji bo wê jî ez weke mirovekî kurdperwer sipasdarê xebatkar û berpirsîyarê kovara nûbiharê me ku bi vê xebata resen rûyê me kurdan carekî din spîkirî ye. Daku ev xebat beşek ji şop, helwêst û xebata Ehmedê Xanî ye, daku kovara Nûbiharê ev nava jî berhemek Ehmedê Xanî standîye ez dixwazim di derheqa nirxên neteweyî û Ehmedê Xanî de çendîn tiştan xîz bikim ji vê munasebetê. Berhemên Ehmedî Xanî weke “Nûbihara Piçûkan” û destana wî ya “Mem û Zîn” ku di sala 1695an de qedandî ye, jî alîyê nasyonalîzma kurd ve yekemîn bername ye.“Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî weke qilasîkên kewn yê rojhilata navîn “Kelîle û Dimne”, “”Husrev û Şêrîn”, an jî weke “Usiv û Zuleyxa”yê ku ji pakrayta van hemûya bi nîgarên evîn û evîndarîyek mezin ya ku derbeder û şikestî mijar stendî ye. Ji mêj ve çiroka “Memê Alan” ya gelêrîya kurd baştirîn şibandî ye wan destanan û helwêstên xwe di nava vê çîroka Kurda ya resen de bi şêweyekî din hunandî ye..Di berhemên Ehmedê Xanî de taybetîya xwe eve ku li gel evîn û adaletê ye. Aidîyet û mafê neteweyan derbirîn dike û dewletbûna miletê kurd û Kurdîstanê diparêz e. Netewetîyê bi jîyandina taybetî ya adet û çand, bi dîrok, morfolojî ango berhem, bi hesreta xwe weke desthilatdarîya dewletbûn û xwe idarekirin ya ‘mafên çarenûsî’ û hwd. weke armanc diyarde kirî ye. Ehmedê Xanî berhema xwe ya bi nav û deng li ser esasê motîv û modela “Usiv û Zuleyxa”yê ya şaîrê mezin yê farsî Nîzamî Ganjalî stendî ye. Mirov dikare bibêje ku çawa ku Melayê Cizîrî dema ku “Diwan” a xwe ya bi nav û deng dinîvîse, li ser şopa Hafizê Şîrazî û diwana wî kûr dibe, jê su’ud ditsîn e. Wê wezîn û modela Hafizê Şîrazî ji xwe re bingehîn distîn e…Berhemên Ehmedê Xanî her çiqasî bi kêf û şahîya tasafuvî mesajên xwe ragîhandîbe jî ev bi hestên xwe yên dewlet xwestinê ango bi şopa parastina serxwebuna kurd û kurdistanê di paşeroja xwe de bi nav û deng bûye û deng veda ye…Granî û pahabilindayîya vê berhema ‘Mem û Zînê’ eve ku di heman demê de, di rojhilatanavîn de her çiqasî di nava kurda de jî nivîsîna bi zimanê farsî bi giştî xwe dabû qebulkirin jî Ehmedê Xanî berhemên xwe ne bi farsî lê bi kurdî nivîsîn û balkişand ser kurdî û pahabilindahîya zimanê kurdî nîşan da, yekemin car perdeya tarî ji ber çavên kurdan rakir û weke helwêsteke zelal û aşkere nirxên kurdewarîye da pêş kurda.Ehmedê Xanî di berhema xwe de hestên xwe yên sîyasî diyarde kir ku; ciranên nebaş, parçebûn û ne yêkîtîya neteweya kurd, nebûna desthilatdarî û koledarîya kurda bi hestekî zelal aşkere kir. Acizîya xwe di wan berhemên xwe de derbirîn kir. Ji alîyê kurda ve di paşerojên Ehmedê Xanî de, sebeba hezkirina wê berhema “Mem û Zîn”a wî, bi taybetî ne ji bona çîrok, evîn, û hunandîna edebî bû. Belko xweşik dîtîna wê çîrokê ji wan hest û helwêstên nasyonalîstî bû. Daku di sedsala 20î de inkarkirina neteweyekî derbederî û parçebûyî, belko ji bo dermanê eşq û evîna ‘Mem û Zîn’ê zêdetîrîn bû dermanê helwêsta kurdperwerîyê weke belge, delîl û desîseyek berbiçav ya herî kevn û zelal û hişmendîyek bi bername û proje bû .Ehmedê Xanî, ji eşk û evîna ‘Mem û Zîn’ê bêtirîn; evindarê ziman û çanda kurdî ye. Daku bi zimanê kurdî; çand, hûner û danûstendin, perwerdeyî, sîyaset û desthilatdarî ku nebe, ev netewe jî weke netewe nikare ku li ser pêya bisekine, nikare ku xwe di nav miletê cîhanê de bi cîh bike û li ser plana berjewendîya xwe bitekoşîne!Ehmedê Xanî, paş 100 salîya bernameya Şerefxanê Bidlîsî “Şerefname”yê ku li ser diroka reis, emaret û eşîrên kurd û têkilîya wan rêz kirî bû û di nava wî sed salî de tu kesî ranehîştîbû ku bi zimanê kurdî binivîsîne, ku zimanê kurdî pejoral û nizm dihate didîtîn, ji wê sedemê jî nivîsandina bi kurdî nedihatin aqilê tu kesekan. Daku farsî ji bo berheman evqasî bi ihtiram bû ku ji nav Osmanîya heyanî Hindistanê dihatin nivîsîn û ji alîyê potansîyelek mezin yê xwendevanan ve dihatin pejirandin û xwendin. Ji bo wê jî her nivîskarekî ku dest davêtin nivîsîn û xwendina xwe di vê herêmê de berî her tiştî dixwastin Farisî bixwîne û binivîsîne. Ehmedê Xanî, dema ku bi kurdî dest bi berhemên xwe kir, wî gelekî xweş dizanîbû ku ev berhemên wî yên kurdî qasî “Usiv û Zelixa” ya Nîzamî Ganjavî bi berfirehî belav nebe û neye xwendin û qasî Nizamî Ganjavî jî bi nav û deng nebe… Lê çavê Ehmedê Xanî li pêşvebirin û azadîya kurdî û kurdewarîyê bû ku xwe westand, bi dileke ziz bêtîrînî evîna “Mem û Zîn”ê evîna kurd û kurdewarîyê derbirin kir.. Ji bo wê jî vî armanca xwe bi vê avayê dadixistin ser lênivîsê. Daku; “Da xelqî nebêjitin ku kurd / Bê me’rîfet in, bê esl û binyad/ Enwayê Milet xwedan kitêbin/ Kurmancî tenê di bê hise in” dibêje…Lê Ehmedê Xanî; ev helwêsta nebervî xwe û nekurdî di mêjû û dilê xwe de çirand, dest bi kurdîya xwe ya resen kir, berhemên xwe li ser nasyonalîteya kurdewarîyê û bi kurdî nivîsî..Kovara Nûbiharê jî ji wê helwêsta Ehmedê Xanî, su’ud stendîye. Daku di sedsala 20î de her kesekî nivîskar yê kurd ku bi seranserî berê xwe dabû tirkî, ne ji kurdî lê bi dilgermî zimanekî ditir hezdikir, pê kêfxweş dibûn, dilsozîya xwe dida tirkî û tirkî distira û dinivîsand, an jî farsî û erebî hin ji her wehaye ku hiç ji xwe re kurdî nedikir/nakın armanc û bervê nedibûn/nabin, ango kêm dibûn/dibin.. Lê xebatkar û damezrênerên kovara Nûbiharê ne zimanê bîyanî zimanê xwe, zimanê kurdi bi kar anîn fena Exmedê Xanî… Ziman û dajotî bi karanînê pêş ve diçe… Nûbiharê jî weke Ehmedê Xanî zimanê kurdî bi rikek daxwaz bi kar anî… Ev ji di diroka me de minakeke giring e. Ki dikare bibêje na ne giring e?! Ji bona Kovara Nûbiharê bi hêvîya heri sedan hêjmaran û herî zêde bi rêk û pêk dê biweşe! Xweşî, başî, xebata serkeftî herî para xebatkar û dostê kovara Nûbiharê be!
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.