ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 06.01.2010 · 2 dîtin
Rûdawnet – Hewlêr: Di rojên 29-31/10/2009an de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hola Hunerî ya Bajarê Silêmaniyê bi amadebûna 1600 kesan Çaremîn Pleniuma xwe lidar xist. Di pleniumê de Mam Celal raporek pêşkêş kir û gelek bûyer wek çendîn şerê birakujî û kîmyabarankirina Helebce xist stoyê Serokê Tevgera Goran Noşîrwam Mistefa ku berê nêzîka sî salî cîgirê wî bû. Herwiha ev rapora han di ragehandina YNKê de jî bi awayekî berfireh belav bû. Piştre gelek nivîs û daxwiyanî di vê derbarê de hatin dan û dawî Noşîrwan Mistefa biryar da bersiva Mam Celal bide.Doh (05.01.2010) di Malpera Sbeiy de ku ya Kompanya Wişe ye Noşîrwan Mistefa bi navê ‘Ji Hevxebatiyê Bo Xayinkirinê’ nivîsek weşand û têde bersiva Talabanî dide. Noşîrwan Mistefa di nivîsa xwe de balê dikşîne ser wêya ew axaftinê Mam Celal di hemû ragehandina YNKê de bi awayekî fermî belav bûn lewra neçar bûye bersiv bide.Noşîrwan destpêkê wiha dibêje: ‘’Bi rastî ne bi dilê min e astê peywendiyên min legel Talabanî gihabin wî astê gotûbêjê ku hemû tometbarkirin û ‘xayinkirin’ e. Nexweş e piştî 40 sal ji temenê hevaltî û hevxebatî, tenê ji ber wêya di jêr sefika yek rêxirawî de bihevre kar nakin, bi ‘zimanê xayinkirinê’ bi hev re biaxifin.’’Navbirî wiha berdewam dike: ‘’Min ne Talabanî, ne hîç serkirde û hîç siyasiyekî Kurd wek xayîn, dijî Kurdistan û bi ‘’dûvikê caş û Baasiyan’’ tawanbar nekiriye wek niha Talabanî min û hevalên min pê tawanbar dike. Li gor me siyaseta Talabanî bo rêvebirina hizib û rêvebirina welat ne rast bû. Herwiha ew siyaset nabe sedema bidestketina wan diruşmên serekî ku hezaran rolê Kurd xwe ji bo wê kirin qurban wek; ‘’Dirustbûna welatekî demoqrat, dadperwer û azad ku rûmeta hemû hevwelatiyan tê de parastî be.’’ Li gor me siyaseta Talabanî ne rast e û çewt e. Lê em ne bi xayîn, ne bi dijminê xwe, ne bi kirêgirtî û ne bi destê derve dizanin. Lê belê ew ji ber çend kursiyên parlamen gihan me û ji dest wan çûn, lingê xwe dideyne ser 40 sal hevxebatî û hevsengerî û wek dijmin û nexwazê Kurdistan me pênase dike.’’Di kuje û bo jî digrîNoşîrwan beşek ji raporta Talabanî wek mînak pêşan dide û didomîne: ‘’Talabanî di rapora xwe de dibêje; Di nav me de jî bê agahdariya sekreterê giştî û nîvê polîtburo û navenda Komele jî, biryara kuştina xelkê li bajar û gundan derdixist. Ev jî bû sedemeke mezin a nakokiya me vanan ligel hêla Noşîrwan ji sala 1981ê ve di nav Komele de. Heta giha wî astê me tehdît kir welat bicîh bihêle ger kuştinên bajar û gundan ranewestîne, herçiqas destpêkê encamdana wan tawan û gelek biryarên din ji me dihat veşartin. Lê derencam, piştî demeke kurt, bi riya berpirsên mezin ên nav bajêr, me rastî hemû zanîn. Ev yekemîn nakokî û dûberekiya nerasterast a navbera me bû, ligel peyrewkarên tundûtûjî.’’Piştî van axaftinên Talabanî bibîr tîne, Noşîrwan wiha dirêjî bi bersivdana xwe dide: ‘’Destpêkê ez naxwazim xwe paqij bikim û deruyan bikim! Ji sala 1975ê ve heta sala 1991ê ku bi raperînê dawî lê hat, wek damezrênerekî desteya damezrandina YNKê û wek berpirsekî bilind ê heman hizbê, li gor endazeya mesuliyeta xwe di wê tevgerê de, gunehê edebî, exlaqî û siyasî hemû bûyerên şoreşê, hemû ew kesên di vê şoreşê de hatine kuştin yan zerermend bûne û li çi alî û cihekî bin hildigrim û li ber kesûkarên wan, liber dadgeha dîrokî ya neteweya xwe û li ber dadgeha xwedayê mezin amade me bersiv bidim. Divabû kî axifî ba Talabanî ew axaftin nekiribûna!. Ger Talabanî min û çend kesên din tawanbar bike bi kuştina çend kesan li bajar û gundên Kurdistanê, baş e kî berpirse ji kuştina sedan hezar Kurd ku bi dirêjiya salên 1961,1975 û 1975, 1991-1991 û 2001 hatine kuştin?.’’Karesata Helebce: Kî berpirs e ez ya Sedam?Noşîrwan disan beşekî ji rapora Talabanî ya derbarê karesata Helebce de pêşkêşî raya giştî dike ku wiha gotibû: ‘’Di nav wê kjeşmekêşa siyasî û fikrî de, ligel wêya me Sedamî baş dinasîn, bi taybetî siyaseta Sedan di şerê Iraq-Îranê de, xwezaya faşîstana ya rejîmê eşkere derketibû, der jî ketibû ku van faşîstan xwe ji hîç tawanekî nedida paş, danûstandinên me jî ew salek bû ligel rejîmê şikest anîbû, me ew hemû rastî dizanîn, lewra divabû baştir tevbigerin û hincetan nexin destê faşîstan, lê di wê demê de, ne ku me nikarî cudahî û şaşiyan derbarê sekreterê Komele kêm bikin, herwiha navbirî nakokî di meydana siyaset û fikrî de gihand astekî metirsîdar, ew jî warê eskerî ye, biryara herî metirsîdar jî di wê demê de, ew bû razîbûna sekreterê giştî ku fermandeyê giştî hêzên pêşmerge jî bû, bê rizabûna piraniya polîtburo û serkirdayetiya YNKê, fermana leşkerî dabû fermande û hevalên devera Helebce, ku wek beşek ji hevkêşeyên leşkerî yên şerê Iraq-Îranê hewla rizgarkirina Helebce bidin. Qaşo bo kêmkirina guşara ser serkirdayetî bû ku rejîmê pelamar dida. Vê biryarê jî hincet xist destê Sedam ku xwazaya xwe ya faşîstane bi roja ronak bê dû dilî li Bajarê Helebce cîbicî bike.’’Serokê Tevgera Goran piştî beşekî ji rapora Talabanî pêşkêş dike, bi vî awayî bersiva wî dide: ‘’Di dîrokê de gotine hezar bavên serkeftinê hene, lê şikest sêwî ye. Talabanî ji mê je gihabû wê baweriyê ku Rejîma Baas li Iraqê hewqasî bihêz bûye ku opozîsyona Iraqî, Kurd û Ereb jî, nikarin wê biruxênin. Baweriya wî ew bû ruxana Rejîma Sedam bi ‘’Fakterên derve’’ û bi ‘’Hêza derve’’ tê kirin. Lewra girîngiyeke zêde dida Suriye û Lîbya bi hêviya sazkirina darbeyeke leşkerî. Dema ji wan bê hêvî bû hewara xwe gihand Komara Îslamî ya Îranê ku wê demê ligel Iraqê di şerekî xwînavî de bû, bi hevkarî şer û siyasî ya Îranê, Iraq biruxe. Di çarçoveya vê stratejiyê de hê danûstandinên YNKê bi tevahî ligel Iraqê bi dawî nehatibû, hewl dida peywendiyan bi Îranê re çêbike.’’Li ser heman mijarê Noşîrwan wiha dibêje: ‘’Piştî çendîn hatûçûyên nûnerên herdû aliyan, piştî çendîn şikestin û berz û nizmiyên danûstandinên herdû aliyan zemîneya pêkhatinê saz bû. Talabanî ligel şandekî YNKê ku ji Ferîdûn Evdilqadir, Dr. Kemal Xoşnaw, Mihemed Tofîq Rehîm û Şêrdil Hewêzî pêk dihat...çû Tehranê. Di meha 10 a sala 1986an de li Tehranê, bi nûneratiya YNKê ji aliyê Talabanî ve û bi nûneratiya Îranê ji aliyÊ Mihemed Baqîr Zulqedrî (Fermandeyê wê demê yê Qerargeha Remezan) rêkeftineke cengî, siyasî, lojîstîkî, hevkarî û hevahengî hêzên herdû aliyan dijî Artêşa Iraqê di hemû waran de hat îmzekirin. Li gor vê rêkeftinê divabû hêzên YNKê di hemû warên cengî de, hevkarî û hevahengiyê ligel hêzên Îranê bikin û heta ruxana Sedam dirêjî bi şer bide û bê agahdariya Îran û razîbûna wê hîç danûstandin û aştiyekê bi Iraqê re neke.’’Bersivadana Noşîrwan derbarê Helebce de wiha didome: ‘’Piştî vê rêkeftinê zincîreyek çalakiyên leşkerî yên hevbeş ên Pêşmergeyên YNKê û aliyên din ligel Artêşa Pasdaran eşkere bi navê ‘’Feth’’, ‘’Nesir’’ û ‘’Fecr’’... dest pê kir û piştî wêna dehan çalakiyên din hatin kirin, ku yek ji wan ‘’Destana Rizgarî’’ bû li navçeya Çwarta nêzîkê baregehên serkirdayetiya YNKê ku di jêr serpereştiya Talabanî bi xwe de bû, bi hevkarî û hevahengiya rasterast ligel Mihemed Baqîr Zulqedr, piştre Serokê Stada artêşa Pasdaran û Elî Şemexanî û piştre jî Fermandeyê Nîro yê Deryayî û herwiha wezîrê berevaniyê. Her hevkarî û hevahengiyek di navbera min yan her serkirde, fermande yan pêşmergeyekî YNKê ligel hêzên Îranê hatibe kirin, li gor wê rêkeftinê bûye, ku Axayê Talabanî îmza kiribû. Paqijbûn bi hinceta bê agahiya van çalakiyan ji berpirsyariya siyasî, qanûnî kêm nake. Hê jî sedan kes ji agahdarên wan peywendî û hevkariyan şahidên zindî ne, û pakane jî bo Sedam û Rejîma Baas bi hinceta wêye hereşeya pêşekî li wan kiriye, hîç ji berpirsyaretiya Sedam û hevalên wî kêm nake. Waye Dadgeha Tawanan li Bexad mijulî lêpirsînê ye.’’Noşîrwan Mistefa, herwiha dide zanîn ku berî Helebce di meydana cengî de li parêzgehên wek Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Diyale.. karê hevbeş ligel Îranê hatiye kirin û dibêje pêwist nake li ser karesata Helebce dirêjî pê bide jiber Rehmetî Şewket Hacî Muşîr pirtûkek bi navê ‘’Karesata Kîmyabarankirina Helebce – Behara 1988’’ li ser nivîsiye û sala 1998 li ser erkê Talabanî li Silêmaniyê çap kiriye.Noşîrwan Mistefa dide diyarkirin ku her kesê wê pirtûkê bixwîne dizane Fermandeyê Eskerî yê Çalakiyê Şewketê Hacî Muşîr, Berpirsê Siyasî Dr. Fuad Mehsum û Ferîdun Evdilqadir, herwiha berpirsê lojîstîkî jî Salih Mihemed Emîn bûye û axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Yek ji wan belgeyên di wê pirtûkê de hatiye belavkirin wêneyê nameyeke Fuad Mehsûm e bo Şewket ku tê de nivîsiye: ‘’Hêviya serkeftinê ji tere dixwazim di karê pîroz’’ de ku nerastiya hemû axaftinên Talabanî îspat dike.’’Akt: G.K
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.