Ramyarî

Noşîrwan Mistefa Bi Lîsteya Xwe Tevlî Hilbijartinan Dibe

Rûdaw · 09.02.2009 · 2 dîtin

Noşîrwan Mistefa Bi Lîsteya Xwe Tevlî Hilbijartinan Dibe

Di daxwuyaniyekê de bo Rûdaw'ê Endamê Encûmenê Rêvebirina Kompanya Wûşe Salar Ezîz, aşkere kir ku biryar dane lîsteya xwe amade bikin: ''Em pir kêfxweş dibin ku Kek Cewher Namiq bê nav lîsta me.'' Di heman demê de Serokê Dezgehê Hilbiratinê yê PDKê dibêje: ''Lîsta Kek Noşîrwan ne cihê metirsiyê ye.''Endamê Serkirdayetî yê Yekîtiya Niştimani ya Kurdistan’ê (YNK) Sadî Ehmed Pîre jî ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê di derbarê lîsta Noşîrwan Mistefa de YNKê heta niha tu helwêst pêşan nedaye. Sadî Pîre wiha axifî: ''Heta niha nexuya ye ka Kek Noşîrwan lîstekê amade dike yan na. Jiber ku tiştek nehatiye ragihandin û ew propagandeke li Silêmaniyê belav bûye. Bawer jî nakim ew babet bi wî awayî be ku tê behskirin.''Hilbijartinên Parlamena Kurdistan’ê wê di 19.05.2009an de bên kirin.Di berdewamiya axaftina xwe de Pîre bi bîr anî ku li ser tiştekî naaxifin bi fermî nehatibe ragihandin û wiha domand: ''Ger ew lîste bê çêkirin, bêguman wê di dahatûyekî nêzîk de li ser bê axaftin û ger pirsgirêk jî be, peywendî bi YNKê ve heye.''Cara yekem e Kompanya Wûşe bi rêya Rûdaw'ê radigihîne ku biryar dane lîsteyekî amade bikin. Di vê derbarê de Salar Ezîz di hevpeyvînekê de bo Rûdaw'ê eşkere kir ku wek bawerî biryar dane lîstekê çêkin û got: ''Em bi lîstekê derdikevin meydanê ku ji kêsên baş pêk hatibe û di nav gel de îtîbara wan hebe.''Bi sedema derketina zêde ya Kevnesekreterê Polîtburo ya Partiye Demokrata Kurdistan (PDK)ê Cewher Namiq di rojname û televizyona Kompanya Wûşe de, pirsyar li ba hinek kesan çêbû ka gelo ew jî diçe nav lîsta navbirî. Di vê derbarê de jî Salar Ezîz wiha bersiv da: ''Em pir kêfxweş dibin ku Kek Cewher bê nav lîste ya me.'' Ezîz ew yek jî da zanîn ku 'qet' li gel partiyên Îslamî hevpeymaniyê girênadin.Jêdereke ku ji Kompanya Wûşe haydar e ji bo Rûdaw'ê wiha rahihand: ''Ev demeke biryar hatiye dan bo pêkanîna lîsteyekê, lê biryar bû ew yek neyê ragihandin û aşkerekirin.''Hinek çavdêrên siyasî wiha rave dikin ku dibe çêkirina lîsteke bi vî awayî bandorê li hevpeymaniya navbera PDK û YNKê bike. Bi taybetî jî ku YNK dibêje Noşîrwan Mistefa heta niha endambûn û nêndambûna xwe ya di nav YNKê de yekalî nekiriye. Herwiha hinek ji berpirsên YNKê jî ragihandine ku ew hîn jî endam e û li ser YNKê tê hesibandin.Ji aliyekî din ve Serokê Dezgehê Hilbijartina Giştî yê PDKê Cafer Êmînkî da zanîn ku licneya bilind a nû ku di navbera PDK û YNKê de pêk hatiye bo hilbijartinên dahatû, bi aşkere behsa çêbûna wê lîste ya Noşîrwan Mistefa dike. Êmînkî dibêje ‘wek kadroyekî PDKê dixwaze yeklîstebûna navbera PDK, YNK û aliyên din berdewam be’ û got: ''Ew partiyên xwe wek alternatîf tînin pêş bi ser nakevin.''Derbarê Lîsta Noşîrwan Mistefa de jî Êmînkî nerînên xwe wiha anîn ziman: ''Ez wê wek metirsî nabînim.''Rudaw

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.