ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
R.Rodaro · 14.06.2008 · 2 dîtin
Nivîskarê Netkurdê Şiwan Taving, an birêz Samî Şoreş e, an jî nivîsardiz e? Ev demeke ez hewl didim, li ser pêywendîyên Kurd û Amerîka û li ser “Rêkkevtina Stratêjîk” (Îraq-Amerîka) hemû nûçe û gotaran kombikim.. Di Foruma Kurdistan de jî li ser vê mijarê gellek bîrûrayên hêja hatin belavkirin..Li ser van mijarana li Başûr Kurdistan jî lêkolîn û gotarên binirx hatin weşandin û hêj jî tên weşandin.. Îro, min di malpera Netkurd de gotara Şiwan Tavîng a bi navê “Peymana Stratêjîk a Irak-Amerîkayê û Kurd” dît û gellek kêfxweşbûm.. Sedema kêfxweşbûna min jî rawestandina rageyandina Kurdên Bakur li ser vê mijarê bû.. Wê dema min destpêkir gotara navbirî dixwand, hemû argumentên nivîskarê gotarê ji bo min tiştekî déja vu bû.. Min ji xwe dipirsî gelo min ev gotar li ku xwend? Ev du rojên ji ber hinek sedeman min malpera Netkurdê zîyaret nekiribû... Ji ber vê yekê jî min gotara Şiwan Tavîng nexwendibû.. Lê ez mîsogerbûm min ev gotara li cîyekî xwandibû.. Li ku? Mêjîyê min tevhev bûbû.. Ez piçek derketim der û gerîyam. Lê hertim li ser vê gotarê û çavkanîyên argumentên gotara navbirî fikirim.. Pîştî çend demjimêran ez vegerîyam ji bo mala xwe û yekser min destpêkir rojname û kovar û malperên Kurdên Başûr kontrolkir. Ez çûm li ser malpera Rojnameya Gulanê, yekser hate bîra min ku ev gotar a Samî Şoreşbû..Min herdu gotar hevberî hevdu/berawird kir, ji bilî yekemîn hevoka gotara Şiwan Taving, hemû wergera gotara Samî Şoreş bû..Min ji xwe pirsî : an Şiwan Taving diz e, pêwîste ez dizîtîya wî derxim holê. An jî nivîskarê gotarê ji ber hinek sedeman li Başûr navekî, li Bakur navekî din kartîne.. Heke wisa be jî tiştekî baş nîne.. Ji ber ku naveroka herdu gotaran yekbû.. Heke Samî Şoreş be , dikaribû ji bo Netkurdê gotarek nû binivîse Bi rêz û silavên germ R.Rodaro Fermo herdu gotara bixwinin.. Di destpêkê de min hemû wergerand li ser tîpên latînîPaşê min waz hêna û çend peyvên di destpêka hevokan wergerand..Nivîsa reş a Samî Şoreş e, a sor jî a Şiwan Tawîng e Kurd û Rêkkewtinnamey Iraq û Amerika, Xwendinewey Mêjû giring Le kotayî em sal, wa biryare îtir Amerika hewlekî nêwdewletî bidat be taybetî le naw çwarçewey Encumenî Asayîşî Netewe Tejgirtukan da, ta Iraq li jêr deselatî bendî jimarey 7’î Netewe Yekgirtuwekan bête derewe.. Dîyare, ne le berjewendî Iraqîyekan û ne le berjewendî Amerîkîkane em desellate dirêj bikenewe bo salekî tir.. Wa diyare çaktir eweye îtir Iraq wek dewletekî xawen tewawî serwerî û serbixoyî xo bikewete kar.Lê her çawa be, dixwiyê ku di dawiya îsal de DYA ê hewl û kedeka navneteweyî bide, bi taybetî li nav çarçeweya Konseya Ewlekariya NY (Neteweyên Yekgirtî), da Iraq ji bin desthilata maddeya hejmar 7 a NY derkeve derva. Diyar e ne di berjewendiya iraqiyan, ne jî di ya amerîkiyan de ye ku ev desthilat ji bo saleka din bê dirêjkirin. Diyar e baştir ew e ku îdî Iraq wek dewleteka xwedî tevayiya serwerî û serbixweyiyê xwe bixe karLe beramber ew gorankariye gewreye, hem Îraqîyekan, hem Amerikîyekan pêyan başe rêkkewtinnameyekî hawbeş mor bikin ta lew rêgaye pêywendîyekanyan le ser hemû astekan rêkbixin.. Êsta giftûgokan be nêhenî le barey ew rêkkewtinnameye destî pêkirdiwe.. Boye ber lewey awrekî giştî le pêgey Kurd le naw rêkkewtinname çawerewankraweke bideynewe, wa çake seyrekî mêjû biken.. Hindek car xwendinewey mêjû karêkî giring û pêwîste:Li hemberî vê guherîna mezin, hem bi iraqî, hemjî bi amerîkîyan baş e ew peymannameyeka hevbeş mor bikin ta di wê riyê re peywendiyên xwe li ser hemû sewiyan (astan) birêbixin. Nuha gotûbêj bi awayekî veşartî di derbarê wê peymannameyê destpêkiriye. Ji bo wê, berî ku em awirekî giştî bidin pêgeha kurd di nav paymannameya çaverêkirî, baş e temaşeyeka mêjûyê bikin. Hin caran xwendina dîrokê karekî giring û pêdivê ye. Ber lewey Îraq serbixoyî xoy le salî 1932 bedest bihînet û wekî dewletêkî xawen serwerî tewaw daway endametî le Isbetul Umemî ew kat bikat, Îraq û Britanyayî ewsa dewletî muntededeb bû be ser Îraqewe, rêkkewtinnameyekî du qolîyan mor kird. Be pêy ew rêkkewtinnameye îtir întîdabî Brîtanî le Îraq kotayî hat.. Bellam cûrî pêywendî û hawkarî û îltîzamatî hawbeş le nêwan herdu dewlete da le rêgay rêkkewtinnameke û paşbend û dokumentekanî rêkxira..Pêşiya ku Iraq serbixweyiya xwe di sala 1932-yê de bidest bihêne û wek welatekî xwedî serwerîya temam doza endametiyê li Isbetu’l Umem (Cemiyeta Aqwam) a wê demê bike Iraqê û Brîtanyayê ku wê demê ew dewleta mandater bû bi ser Iraqê de, peymannameyeka dualî mor kir. Li gor wê peymannameyê îdî dawî li mandateriya Brîtanyayê a li Iraqê dihat lê awayekî têkelî, hevkarî û îltîzamatên hevbeş di navbera herdu dewletan de di riya peymannameyê, paşbend û dokumentên wê re dihat birêxistin. Ewsa Kurd 5 sal debû xirabiwe le ser Îraq. Bellam derfetekî sîyasî ewtoyî le ber dest nebû ta bitwanit le naw pantayî wutubejekan da dewrî xoy bigirêt.. Her ew haleş bû way kird Brîtanîyekan û Îraqîyekan haleyekî îcgar gewrey be ser da besepênit bewey mafekanî le naw dewletî taze serbixoyî Îraq biçespînin.. Ta ke îşaret lew rêkkewtinnameye ewe bû ke pêkhatî kêmînekanî Îraq, bê nawhênanî Kurd yan her pêkhatekî dîke. Heqî parastinî roşenbîrî û ziman û dab û nêrîtekanî xoyan heye..Wê demê pênc sal dibû ku kurd hatibû xistin ser Iraqê. Lê îmkan û derfeteka wiha li ber dest nebû da bikaribe di nav rêveçûna gotûbêjan de rola xwe bilîze. Her ew hal bû ku wiha kir brîtanî û iraqî şaşîtiyeka yekcar mezin bi ser de bisepînin ya li ser riya qebûlkirina mafên wî di nav dewleta taze ya serbixwe ya Iraqê de. Take îşareta di wê peymannameyê de ew bû ku digot pêkhate kêmaniyên Iraqê, bê navînana kurd yan pêkhateyeka dike, heqê parastina kultur, ziman û dab (tore) û normên xwe heye. Boye, dwayî rageyandinî serbixoyî îraq boşayekî gewre le bunyadî yasayî ew dewlete da peyda bû.. Her ew boşayeyeş bû dwatir zemîney le berdem dewletî Îraq xoş kird ta be dirêjayî 70 sal.. Wate ta ruxanî rejîmî pêşû, nek her mafekanî Kurd zewt bikat, belku bewperî tunûtîjtîrîş hewlî le nawbirdin, be tefrûtunekirdinî xoy û ziman û aborî û bunyade neteweyekey bidat.Loma piştî ragihandina serbixweyiya Iraqê valayiyeka mezin di bingehê hiqûqî yê wê dewletê de peyda bû. Her ew valayî bû ku dawiyê, zemîn li pêş dewleta Iraqê xweş kir da bi dirêjayiya heft salan, yanî heta hilweşiyana rejima pêşî, ne ku her mafên kurdan neda, belkî bi wî heddê (perrê) tundûtûjiyê jî hewla jinavbirin û têkdana xweyîtî, ziman, aborî û bingehê neteweyîya wan da. Pê deçêt, emro mêjû xerîkî dubarekirdinewe bêt.. Be giştî xerîke seneryoyekî le heman şêwey seretay 30’kani sedey raburdu................................(Ez....naxwazim hemû wergerînim li ser pîtê latînî. Lê hemû wekî hevduye. Tenê serhevokan didim. R. Rodaro)............5Dibe ku îro dîrok mijûlî xwe-dubarekirinê be. Bi giştî, dike senaryoyeka bi heman awayê destpêka salên sîhî ên sedsala buhurî di derbarê Iraqê, serbixweyiya wê û peymannameya dualî û kurd de derkeve ser rê. Waye Iraq di kutayiya îsal de ji bin maddeya 7 a NY dertê. Bi vê gavê îdî desthelata hiqûqî ya Amerîakyê wek welatekî dagîrker namîne ku li Iraqê heta wê wextê hebûye. Lê ji bo ku Iraqa taze wek Iraqa kevn hê nikare bi awayekî rêkûpêk parêzgarî li asayişa navxweyî, asayişa dervayî û ya sînorên xwe bike, hê Bexda û Washington ketine nav gotûbêja wê yekê ku peymannameyaka wiha mor bikin da cure peywendiyên paşerojê birêbixe. Lêrewe Kurd pêwîstî be xwandinewey mêjû heye, be taybetî mêjûyî serdemî morkirdinî rêkkewtinnamey Brîtanî Îraqî le serdemî serbixoyî yekemda...............................................6Li vê derê kurdan pêwistî bi xwendina dîrokê heye, bi taybetî dîroka dewra morkirina paymannameya Birîtanya-Iraqî ya di dema serbixweyiya yekê de. Bêguman, rewşa kurdan a ku nuha ew tê de ne, gelek cuda ye ji ya wan dewranên kevn. Îro kurdan serkirdayetiyeka hekîm û dûrbîn heye, xwedan yek dîskursa siyasî û tevgereka siyasî ya zindî ye. Hukumet û parlamentoya xwe heye, ew roleka gelek mezin li nav Iraqê dilîze şirîk e li desthilat û serwetê. Xwediyê bingeha xwe ya federalî yeç Di destûra daîmî de mafên wî hatine qebûlkirin. Lê li gel hemû van tiştan jî hê giring e dîrok li ber çav bê girtin da em tûşî her eynî rewşa salên sihî yên sedsala derbasbûyî nebin. Emro, nek her Kurd , bigire Îraqîş goranî bineretî le ser da hatûwe.......................................................7Îro ne ku her kurd, Iraq jî guherîn bi ser de hatiye Iraqeka rû li demokrasiyê hatiye meydanê. Bizavên siyasî li nav gelên Iraqê baştir û berçavrûntir ji caran seyra meseleya kurd dikin. Pîvaneka nuha a neteweyî û siyasî li nav Iraqê tê bikaranîn. Heta nuha hebûneka bihêz a Amerîkayê heye. Îja ji bilî Iraqê navçeya Rojhilata Navîn û deverên dorûpişta Kurdistanê jî guhertinên bingehîn bi ser wan de hatine û komelek pirsgirêkên bi wî awayî hatine pêş ku pêştir nebûn. Di ser navçeyê re cîhan jî hatiye guherîn. Ya ku wextekê, yanî piştî şerê cîhanê ê yekê û di qonaxa navbera herdu şerên cîhanî de rast bû, îro ne rast e. Legel ewanîş, hêşta her pêwîte Kurd nek her agadarî ew rêkkewtinnameye bêt ke xerîke le nêwan Îraq û Amerîka denusretewe...............................................8Tevî van jî, hê jî pêwîst e kurd ne ku agahdarî wê peymannameyê be ku nuha di navbera Iraq û Amerîkayê de tê nivîsandin, divê beşdariyeka serekî û kartêkirî di dariştin û nivîsîna wê de bike. Pêwist e karekî bike pêgeha wî di nav peymannameyê de zelal û eşkereyî bê destnîşankirin. Nebe wek pêgeha nediyar a peymannameya navbera Brîtanyayê û Iraqê. Emro le pal ew gorankariye îcabî gewraney naw Kurd û îraq ......................9Îro li ba wê guherîna pozîtîf a mezin a nav kurdan, Iraq, navçe û cîhanê hin guhertinên negatîv jî hene. Iraq welatekî têkilhevtir û pirrpirsgirêktir (pirrkêşetir) e li gor Iraqa salên bîst û sihan a sedsala buhurî. Dewletên navçeyê, bi taybetî dewletên li dorûpişta Iraqê desthilateka tirstêfirîn (xeter) li nav Iraqê û li navçeyê peyda kiriye. Gelek caran şer û berberekiya hebûna Amerîkayê dikin, di nav xwe de jî zirar û ziyaneka pirr digihînin Amerîkayê Guman lewe nîne.....................................10Guman ji wê nîne Amerîka bêyî midaxeleya kurdan nikare bigihîje peymannameyeka hevseng a giran û rêkûpêk li gel Bexdayê. Lê belê li vê derê, pirsgirêk ew e ku amerîkî mebesta wan a mezin ew e, heta zû ye ji kaosa Iraqê rizgar bibin. Serok George Bush dixwaze heta ku li Koşka Sipî ye vê peymannameyê mor bike serkeftinekê ji bo partiya xwe di hilijartinên êbê yên welatê xwe de misoger bike. Reng e ji bo vê jî wiha ê baş be heta ew li Koşka Sipî ye peymanname bê zelalkirin û morkirin. Lê ne dûr e lezûbeziya Washingtonê bi wê yekê bişikê ragirtina dilê iraqiyan ji bo amerîkiyan giringtir be ji vekirina cih ji bo kurdan di nav peymanê de. Loma jî ev erk, yanî erka çespandina pêgeh û giraniya kurdan di nav teksta peymannameyê de hewleka taybetî û kedeka zor dixwaze û divê kurd dudilî di vê erkê de neke. Pêwîst e em hîsab bikin ku eger derfeta vê care ji det me çû, reng e di paşerojê de derfeteka dîke ya di vî warî de ji bo me durust nebe. Hemû wisa berdewam dike.......... Gotara Samî Şoreş Gotara Şiwan Taving سامی شۆرشكوردو رێككەوتننامەی عیراق و ئەمریكا خوێندنەوەی م...ژماره 687
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.