Ramyarî

Nivîsîngeha Serok Komar:Rêvingiya Caferî bo Turkiye ne yasayî ye

Alixan Aras · 28.02.2006 · 2 dîtin

Li nik serokatiya komarê tiştekî seyr û sosret bû, gava nûçeya seredana serokwezîrê berê Îbrahîm Caferî, bo Komara Turkiye hate bihîstin. Bêyî agahdarkirina layenên desthilata iraqê, li dûv her du bendên 24-25 ji yasaya ku rêveberiya dewletê bi wan pêk hatiye û heta bi îro jî, ji layên serokê desteya dadgeriya bala, Encûmena Serokatiyê, Encûmena wezîran û Serokatiya Encûmena Niştîmanî ve dihêne bikaranîn, seredana (kevne) serokwezîr Îbrahîm Caferî, wekû ne yasayî ye, her wusa digel rola wî ya demî jî nagonc e. Her wusa; seredana serokwezîr bo Turkiye, guhnedan e bi van rastiyên ku li silal hatine destnîşankirin. Erkê wezareta niha demî ye û tenê ji bo birêvebirina kar e û bi vî erkê xwe yê destnîşankirî jî, ne ji mafê wî (Caferî) ye li ser navê gelên iraqê, bi welatên duyemîn re guftûgoyan bike. Ji ber vê çendê; Heger hat û her rêkeftinnameyek, yan beyannameyek, yan raportek lihevkirinê, (ji layê kesê navbirî ve) bihête îmzekirin, (divêt ji layê her kesekî ve bihête zanîn ku) desthilata berdewam ya iraqê bi cih nahêne û dê nikaribe bi cih bihêne. Em bi xwe, bo vê biryara Caferî -goya karê giştî ye- ku digel dilniyakirinê nagonc e, bêzarî û diltengiya xwe radigehênin. Berî baweriya encûmena nûneran bi serokatiya wezîran bi dest bixe, em dibînin ku Caferî, bûçûnek ku digel hêvî û daxwazên tevaya welatperwer û lîsteyên serkeftî yên helbijartinan na gonc e, dixwaze li derveyî sînorê erkê xwe karê takekesî bi cih bike.  Li dûv daxuyaniya li serî; ji her rêkeftinekê, yan rêkeftinnameyek ku serokwezîrê (berê) bi tirkî re îmze bike, desthilata iraqê ne berpirs e û ne pabend e. Ême, daxwaza me ew e ku li ser binemayên yasayî û dirawsêtiyê, digel Turkiye, baştirîn binyata peywendiyan avedan bikin.PUKmedia: 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.