Ramyarî

Nivîsîna Yekshemê

R.Rodaro · 13.11.2005 · 2 dîtin

  Îro yekshem e.... Her kes li mala xwe an jî li gel heval û hogirên xwe ji bo karên dîyarkirî dicivin... Hinek jî ji bo ola xwe dichin ji bo dêran...Îro roja yekshemê ye.... Li hinek welatan rojnameyên rojane jî dernachin... Sîyasetmedar jî di hinek welatan de an karnakin an jî karên xwe hinekî sist dikin..Îro yekshem e.... Ez hewil didim hinekê rojname, kovarên di nav hefteyê de derchûn û agahdarî, nûche û gotarên malperan bixwinim..Lê tishtekî gellek seyir e Kurdan me hemû gilî gazindan dikin... Hinek dibêjin „zimanê me nema“, „Zimanê me di nav metirsîyek mezin de ye“, „Xwendevanên zimanê Kurdî nînin“... Hinek kesên din jî qala „nemana hizbên sîyasî“ û „rêkxistenên chalak“ dikin.. Dîsan hemû qala „tiralî“ „bêqîretî“ „astengan“ qadroyên sîyasî ên Kurdistanê dikin.Wê dema mirov bala xwe dide wan rixnegiran û dibîne ku, ew kes û qadroyên niha bi shiklekî an shiklekî din berxwedidin û têdikoshin, qet nirxekî wan nîne!!!!Li gor wan heval û dostan ew qadroyên zîrek, tekosher û chalak hêj nehatine li nav xebata sîyasî... Pêwîste ew bên ku tekoshîna gelê Kurd ê bilind bibe, gesh bibe..Wê dema mirov ji wan heval û dostan dipirse Ji bo chi ew beshdarî shoreshê nakin û serkeshîya wê nakin?Yekser bersiva wan hevalan amade ye: Ew qadroyên serkêshîya rêkxistinan dikirin û dikin li pêsh vê yekê rêgirin... Heke ew qadroyana nebûyaba, niha wan têkosheran di nav shoresh de dewsa xwe digirtin..Ji alîyekê ve, ew heval dibêjin „rêkxistin nemane“, ji alîyê din jî dibêjin „ew kadroyên serkêshîya rêkxistinan dikin, asteng“in li pêshîya nifshên nû....Ez wisa der û dora xwe dinêrim û ev sîh salên vê dawîyê ên Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dinêrim û dikenim..Ev meseleya „astengbûna kadroyan“ wekî stranek bê dawî, dermanê hemû nexweshîyan tê rojevê... Gellek kesên me jî hene wisa bawerdikirin û gellek ji wan „asteng“an shandin mala xwe. Lê asteng hertim peyda bûn... Li her derê ev „astengan“ wekî karîyan derdiket û derdikevin... Wê dema her derê „asteng“ peyda dibin, mirov dikare „astengan“ li gel hevûdu berawird bike... Wisa dibû ew „astengên“ kevn, ên nû chêtir, chalaktir û zîrektir dihatin dîtin... Wekî chîroka „rehmet li gora kifindizî“ dubare, dehbare û sedbare hate kirin..Hinek Kürdistanî hêj jî newestîyane... Dîsan hewil didin ji bo tawanbarkirinê „astengan“ peyda dikin..Ev rê û rêbaz, ev gotin û gotgotik dûrin ji rastîyê û dûrin ji bingehên civaknasîyê..Lê ji bo xwe xapandinê wekî derman in.Wê dema mirov bala xwe dide, Tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê, mirov dibîne ev qadroyên ku îro pishtgirîya Kurdistana Bashûr dikin, piranîya wan li dijî partî û yekîtîyê bûn.. Gellek ji wan jî Barzanîyê Nemir wekî „xaîn“ „xwefirosh“ û „ajanê CIA“yê nîshan didin. Hemûyan jî bo Kurdistanê pêshnîyara Behîshtê dikirin..Hekê îro derfet hebûya, rewsha sîyasî û rêkxistînî mecal bida, qadroyên nû derdiketin û bi serkeshîya tevgera Kurd dikirin.. Apo bi awayakî eshkere dewletê diparêze.. Rewsha Kurdên Ewrupayê jî li pêsh chavan e.. Qet kesekî jî nedikaribû li dijî wan rawestîyaba...Gilî û giryan ne rêkxistin avadibe û nejî zimanê Kurdî ji metirsîyê xelasdibe..Ji bo herduyan jî karekî hûr û kûr, dûr û dirêj pewîste...

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.