Ramyarî

Nivîsa min a sala nû,

Xusho · 03.01.2006 · 2 dîtin

  Me saleke din dîsa li shûnde hîsht û ketin salek nû.. Ji bo vê yekê jî pêwîste em hinek tishtan nû bikin an biguherin...Ez dizanim nû kirin wekî gotinê gellek asan e... Lê di pratîkê de gavên ber bi chav avêtin jî tishtekî din e... Ji bo vê yekê jî bav û bapîrên di nabeyna „gotin û kirinê“ de cewazîyek gellek mezin didîtin..Ez dizanim wê dema kesên nûxwaz destbikarekî dikin, di bin fishara der û dora xwe de dimînin.. Civat li gel wan nache, li dijî wan radiweste... Ew di nav civakê de tên îsolekirin.... Di dîrokê de hertim wisa bû, îro jî ev tishta hanê hêj wisa didome..Her kesek wê dema serê salê tê, ji bo xwe û pasheroja xwe hinek biryaran digire.. Îsal min jî ji bo hinek biryar girtin.. Yek jî ji wan biryaran ew e ku, ezê îro shûnda qet nebe heftê carê tishtekî bi zimanê Kurdî binivîsim.. Ev yeka hanê gellek asan nîne.. Ji ber ku, em di dibistanên Tirkan de perwerde bûn... Me hertim bi zimanê Tirkî xwand û nivîsand.. Wê yekê kargerîyek gellek mezin li ser shiklê hestkirin û bîrûbochûyîn derbirîna me de kiriye.. Heke em bi xwazin an ne xwazin ev rastîya me ye. Ji bo vê yekê jî pêwîste em li dijî vê carenivîsa ku dagirkerên welatê me li ser me de sepandîye, rawestin, vê cherxa ku, li ser nehîshtina Kurdan hatiye avakirin bizivirînin.. Ez dizanim, ew tishtên ku dagirkerên Kurdistanê li ser me ferzkirine li welatê me bûye adet an habitus... Pewîste em ji vê yekê xelas bin...Ji bo vê yekê jî gava yekem hînbûn û nivîsandina zimanê Kurdî ye..Heke hemû Kurdên welatparêz hewil bidin zimanê xwe binivîsin... Em dikarin di demeke kurt de ev rewsha ku dagirkerên Tirk li ser me de ferz kiriye, heta radeyekî rawestînin..Bi wî awayî, em dikarin wekî gel, wekî netewe di nav gelên azad de cîyê xwe bigirin... Bê ziman ev tishta nabe.. Ez dizanim ev rewsha me û ev erkê me ji nûxwazîyê jî dijwartire..

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.