ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kurdistanî Niwê · 03.10.2005 · 2 dîtin
Hinek xelkên shovenîst ku di nav rêzên Artesha Nû a Iraqê de kardikin, ji bo Awareyên Kerkûkê, ên ku hez dikin vegerin li ser mal û milkên xwe, astengan duristdikin. Li ser vê pirsê Emîd Serhad Qadir, rêvebirê polîsên qeza û nahîyên Kerkûkê bi rojnameya Kurdistanî Niwê rageyand: Zanyarîyên temam li ber destê hêzên wan da ye, cend rojên bihurî, ew kesên nijadperest di dema kontrole de li Bajêroka Pirdê, rê ne dabûn cend malbatên Aware ku dixwastin ji Hewlêrê ve vebigerin ji bo Kerkûkê.Her wisa Emîd Serhad Qadir dibêje: Hinek shovenîstên din ên di nav Artesha Iraqê de ne, di demên kontrolê de li Bajêroka Daquq û Nahîya Tazequrmatu, asankarî ji bo cend malbatên Ereb cêkiribûn, bên ji bo Bajêrê Kerkûkê. Niha, ligor yasaya nû, nabe Erebên ji Bashûrê Irak ji bo nishtecîbûnê bên ji bo Kerkûkê. Ji alîyê din ve sovenîstên Ereb hewl didin sîyaseta erebandinê berdewam bikin û li ser vê meseleyê agahdarîyên me hene ku, hinek Wezîrên Iraqê dixwazin 7000 dolar bidin her malbatek Ereb ku, li Kerkûkê nishtecî dibe.Cavkanî: Kurdistanî Niwê:W: AZ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.