Ramyarî

Nigê Kûlek

Alixan Aras · 30.09.2005 · 2 dîtin

Bawerî u hêvî, ji bo armanc u daxwazîya mirovan, bingehekî pir girînge. Mirovên hêvîyên vî bişkê u bawerîya vî nemine, nikare ji bo armanc u daxwazîyên xwe hewl bide, nikare berxwedan jî bo jîyanê bike. Li civakek wek civakame, kû li nav hemu asteng êş u azar da dijî, dewra bîr u bawerî u dewra hêvî pir mezine. Îro astengên me ên Kurdên Bakur çine pêvîst nake kû mirov dubare bike, ji ber hemu tişt li ber çavên. Em Kûrdên Bakurê Kurdistan li nav bêhêvîtî u li nav hêvîyên mezin dijîn. Egerên bêhêvitî her çika, rewşa welatê me, di nav rewşeka xerab daye jî, lê dîsa sebebên herî mezin emin.  Ji alîyek bi havar girîn u bi gazin, rewşa welatê xwe, rewşa Gelê xwe tînên ziman u jî alîyê din, ji bo çareserkirina van astengan gav navêjin. Bi rastî, gava mirov li der u dorê xwe binihre u bi çerçoveyak berfireh buyeran temaşa dike, mirov divîne kû ji bo çareserîya pirsgirêkn me, pêvajo u rews pir asan bîye. Pêşketinên nav dervayê welat derfetên mezin hanîye holê. Kî pêş çend sal berê bawer dikir, Kûrd li nav qada navnetevî bi nasnamê xwe, bi zimanê xwe bang li hemu dinyayê bikin u bêjin em ji bo azadî u demokrasî bingeha Rojhelata naverastin. Pêş çend sal berê me, li ser têklatîyê  welatê xwe u dagirkera, deme me şîrove u lêkolin dikir me digot Welatê me ji alîyê 4 welatên dagirker hatîye perçekirin u hatîye parvekirin. Îro bingeha ev stratejî hatîye guhertin. Her çika serok u rêhberîn Başurê Kurdistan şaşî u xeletîyên wan hebin jî, lê dîsa Başurê Kurdistan ber bi serxwebun diçe u em nikarîn bêjîn welatê me jî alîyê 4 dewleta hatîye dagirkirin. Li Kurdistan lêkolînê stratejîk hatîye guhertin, pêvîste, Li ser rewş u pêvajoya Kurdistan, devletên dagirker u rewşa navnetevi lêkolînên nu çêikirinn u stratejî u taktîkê nu werên amadekirin. Li ser bername u rêkxistin çelakîyên xwe ji nu da lêkolînan bikin, li gor guhertinên nu xwe nujen kin. Pêşketinên li Başurê Kurdistan, destpêka guhertinên navnetevî, derfetên mezin ji bo  welat u Gelê me hanîye holê u hêvîyên me geş u xurtir dike. Ji niha va her sê dewletên dagirker xwe ji van pêşketinan biparêzên u bandora xwe li ser Kurdistan bidomînên di nav tevgerekî  mezin dane. Bi tirsîn, tirsa nav dilê wan wek kucikê har, nikarin li cîhê xwe rawestin. Dizanên mirina wan nezîk bîye, temenê dagirkerîya wan li ser Kurdistan kêm bîye. Lê mixabîn, hêz u partîyên Bakurê Kurdistan, bi şeklekî cîddi haya wan ji wan guhertin u derfetên nu tine. Hê nikarin li nav xwe, li ser pirsgirêken xwe rawestin, gengeşî bikin, xwe u rêktistinên xwe li gor rewş u derfetên nu biguherînên. Nikarin xort u civanên Kûrd birêkxistin bikin.  “Gotînek heye, dibê ’’yên di demê xwe da nizanibin çibêkin, yan ji berbirsyarîya xwe birevên, erkên xwe bi cîh neynên, axaftinên wan bêrumete u ne cîhe bawerîyê ne“  Lê şans li rûyê me kenîya, pêşketinên Başurên Kurdistan derfetên nu dame. Nigê Kûlek ê li nav bizava Bakurê Kurdistan, demê vî hatiye kû xwe baş bike, yan ewê li nav dîrok u li nav gelê me rûyê me reş be....ROJHAT BADIKÎrojhatbadiki@hotmail.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.