Ramyarî

NEWROZ PIROZ BE!

Alixan Aras · 20.03.2006 · 2 dîtin

 Gelê me, cejna xwe ya neteweyî Newrozê, ku vê roja dîrokî bûye remza tekoşîna azadî û serxwebûnê, li Kurdistana Başûr di rewşek azad de, lê li parçeyên din dîsa wê di bin tadeyî û zordarîyek giran de pîroz bike. Lê em bawer dikin ku tevî hemû zordarî û qedexekirinan jî, wê îsal Newroz li Kurdistanê û derveyî welat bi awakî coş û girseyî bête pîrozkirin. Li gorî vê rewşa nermbûyî ya salên dawîn, gelê me û hêzên welatperwer, qewimandinên di demborîya nêz de, bi bîrewerîyek rast ji hev derdixe û dest bi lêgerîna rêyên çareserîyê kiriye. Pîrozkirinên Newrozê yên bi girseyî, rûdanên di qada legal demokratîk û çandî de, lêgerînên vekirina partîyên ku nasnameya Kurdî bingeh distîne, hewldanên yekîtîyan yên bi şêwe û awayên cûrbicûr û hwd. îşaretên vê lêgerînê ne. Yek ji taybetîyên demajoyê ya herî grîng jî, kadirên sîyasî, rewşenbîr û hawîrdorên civatî yên cûrbicûr, her ku diçe di nav xwe û PKK de xetek stûr dikişînin û bi dengekî bilind li himberî xeta Îmralî derdikevin. Ya herî dawî ku li Amedê, di 17-18 Kanûn 2005 an de, “Civîna Yekîtîya Demokratîka Netewîya Kurd” li dar ket û weşandina belavoka encamê ya ji rayagiştî re, rûdanek girîng e. Kadirên li welat piştî gelek salan cara pêşî ye ku di vê astê de hatin ba hev û vê civîna li dar xistin. Di civata Kurd de, ji hawîrdorên sîyasî yên cûrbicûr ku doh û îro hebûne, bi hejmarek giran kadro, di belavoka ji rayagiştî re hat weşandin ya encamê de, daxwazên sîyasî û banga yekîtîyê yên ku di belavokê de bi cî bûbû, em rûdanek girîng dibînin. Civîna Amedê û belavoka encamê, vatinîyek girîng pêk anîye. Em wek TDK-Tevger, vêna girîng dibînin û piştgirîya wê dikin. Demajoya parçebûn, veqetandin û qetandina di nava PKK de dijî, weke ku heta îro domdikir ji tasfîyekirinên mirovan yên fizîkî yên bi sînor wêdetir, ji berêv de tahlûka destpêkirina şerekî navxweyî rêdide. Di dawîn de kuştina Hikmet Fidan û Kanî Yilmaz, di vê wateyê de divê bi balkêşî li ser bête rawestandin ku rûdanên xeter in. Em wek rêxistin, bi tu rengî kuştinên sîyasî yên werê rast nabînin, ev zerarek mezin dide doza gelê Kurd, em dixwazin hemû hêzên welatperwer, li hemberî bûyerên werê, helwestên vebirî û bandêr bistînin. Em kuştina Hîkmet Fîdan û Kanî Yilmaz, kuştinên sîyasî dibînin û bi dijwarî şermezardikin. Li Kurdistana Başûr, bi lezkirina demajoya yekîtîya netewî û di encama vêna de, di warê desthilatîyek navendî de, lihevkirina KDP û YNK, ji gelê me re dana mizgînîya Newrozê ya herî girîng e. Gelê Kurdistan, vê rûdana erênî, bi coş û hêvîyek mezin silav dike. Li himberî vêna, dewleta tirk û hêzên jê re xizmetê dikin, ji rûdanên erênî yên li Kurdistanê, zêdeyî pîvan aciz dibin. Ew dixwazin rewşa aramî ya birêje ku li Kurdistana Bakur hey e provoke bikin û pêşî li rûdanên erênî yên Kurdistana Başûr bigirin. Dixwazin bi destê PKK ya li Îmralî di kesayetîya Apo de hatiye dîlkirin, li Kurdistana Bakur ji nû de şerekî germ û rewşa qaosê bidin afirandin û li hemberî Kurdistana Başûr sîyaseta neyartîyê bimeşînin. Ji alî din ve dewleta Tirk ya ku li Başûrê Kurdistanê destketinên gelê me yên dîrokî hezim nake, bi rejîmên mêtinkar û paşverûyên herêmê re, ji bo pêşî li van destketinan bigirin, di nava hewldanek tund de ne. Loma divê hêzên welatperwer yên her çar parçeyên Kurdistanê, hîn çalaktir tekoşînê bidin û têkevin nava hevkarîyek xurttir. Di vê demajoyê de, tevgera demoratîka Kurdistan, li nava welat û derveyî welat, di her warî de, ji her demê bêtir, pêwîstî bi yekîtîya neteweyî û tekoşîna hevbeş dibîne. Rêxistinên Kurdistanê yên neteweyî û demokratîk, kesayetîyên rewşenbîr û welatperwer, divê bi polîtîkayek hevbeş û hawekî xurt dest bavêjin demajoyê. Wek welat û netewe, rizgarîya me encax bi yekîtîya neteweyî û tekoşîna hevbeş gengaz e. Em bang li gelê xwe û hêzên wî yên welatperwer dikin ku bi ruhekî biratî û tekoşînek hevbeş, yekîtî, hevkarî, arê Newrozê ya meşala azadîyê ku qet nehatiye vemirandin, em tev bi hev re vêxin, li hemberî provokasyonên dewletê an hêzên di xizmeta wê de, yên veşartî û eşkere şîyar û bi tevdîr bin. Adar 2006 TEVGERA DEMOKRATÎKA KURDISTAN

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.