Ramyarî

Netewperestên Tirk, Kurdistan'ê Ava Dikin!

Rojhat · 11.03.2009 · 2 dîtin

Netewperestên Tirk, Kurdistan'ê Ava Dikin!

Sermayedarên li Herêma Kurdistan’ê di derbarê Civîna Abant'ê ya li Hewlêr'ê de bersiva rexneyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli didin. Li gor PDKê, ji sedî 75ê Sektora bînasazî di destê patronan kok MHPyî de ye. Yanî bi awayekî netewperestên Tirk, Kurdistan'ê ava dikin. Hosteyê dîwarçêker Ahmet Turan ku xelqê Bajarê Yozgat’ê ye, 2 sal e li Hewlêr'ê di înşaatan de kar dike. Fikra wî ya siyasî gelekî zelal e. Heta niha dû caran deng daye û herdû caran jî Partiya Bizava Neteweperest (MHP) hilbijartiye. Lê wateya siyasetê bo wî heta cihekî ye. Mesele pêydekirina 'perê nan' e. Dema viha dibêje xwe ji hinek neteweperestên Tirk aciz dike. Reaksiyona wî bêhtir li hemberî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ye.  Ji ber ku Bahçeli, bi zimanekî dijwar civîna Abant'ê ya ku berî bi dû hefta li Hewlêr'ê hat sazkirin rexne kiribû: ''Di civîna salên berê de ya di jêr kontrola aliyê din yê Oqyanûsê (Amerîka), mafê perwerdeya zimanê dayikê, redkirina asîmîlasyonê li Tirkiyê û pêşniyarên bihêzkirina şert û mercên qanûna lêborînê hatin rojevê. Di vê civîna dawî de jî wek grûbên etnîkî behsa Asûrî-Suryanî, Keldanî û Ermeniyan hat kirin. Bihêzkirina peywendiyan li gel dewleta eşîrî ya li İraq'ê, vekirina nûneratiya dîplomatîk di navbera herdû aliyan de, devjêberdana hemû awayên tundûtujiyê û herwiha derbarê zimanekî hevbeş de li gel Barzanî fikir dan me hemûyan.'' Hoste Ehmed dibêje nakokiyek di van axaftinan de heye: ''Netewperest li vir kar dikin. Bahçeli bila pêşî rexna li hizbiyên xwe bike. Vekirinên aborî pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Rêveberiya Kurdan ji holê radike û ev der bo me pêşerojeke siyasî û aborî ye.'' Bêguman ne tenê Hoste Ehmed li dijî gotinên Bahçeli ye. Mirov dikare vê nerîna hanê li cem hemû kesên ku li Bakûrê İraq'ê kar dikin bibîne. Li gor wan jî neteweperestiya şovenî ya Bahçeli, rê li gelek tiştan digre. Partiya Demoqrat a Kurdistan (PDK) jî, ji van daxwiyaniyên Bahçeli nerihet e. Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê Sefîn Dîzeyî, teqez dike ku tevlî wan daxwiyanî û pêngavan nabe ku li Tirkiyê bi mebesta hilbijartinan tên kirin. Sekreterê Giştî yê PDKê Fazil Mîranî jî pir vekirî diaxife: ''Ew bi xwe civîn û xebatên li herêmê rexne dike. Lê li vir piraniya şirketên ku kar dikin ser bi MHPê ne. Bê ferq û cudahî em hevkariya wan dikin.'' Li gor heljimêrên Ode ya Bazirganî ya Diyarbekir'ê, li Herêma Kurdistan'a İraq'e 1200 fîrma yên Tirk kar dikin. 50 hezar hemwelatiyê Tirk jî di bînasazî û sektorên cuda de dixebitin. Heta niha li Herêma Kurdistan'ê fîrmayên Tirk bihayê 2 milyar dolaran kar kirine. Şîrketên Tirk ji niha ve, bo çend salên dahatû bihayê 6 milyar dolaran kontrat îmze kirine. Li gel petrol û derxistina gaza xwezayî bi giştî 7,5 milyar dolar veberhênan li benda Tirkan e. Bi taybetî sektora bînasaziyê bi tevahî di destê Tirkan de ye. Ji Sektora bînasaziyê beşê Tirkan ji sedî 95 e. Li gor rayedarên PDKê, li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê ji sedî 75ê fîma yên Tirk ku li herêmê kar dikin, kok MHPyî ne. Firokxane û avahiyên mezin, ji aliyê wan fîrmaayan ve tên çêkirin.  Bi awayekî din fîrmayên ku patronên wan neteweperest in, di avakirina Kurdistan'ê' de xwedî beşekî mezin in. Di nav muteahîtên MHPyî de ya ku zêde balê dikşîne Fîrma Binasazî ya Nursoy e. Xwediyê wê, Kevneserokê Bajarê Wan'ê yê MHPê û Serokê Qeza Tetwan'ê Orhan Nurduhan e. Fîrma navbirî li Hewlêr, Silêmanî û Duhok'ê otêl û avahiyên luks çêdike. Di derbarê mijarê de Nurduhan berî niha wiha gotibû: ''Nerîna min a siyasî wek berê ye. Lê dîn û îmanê pere tune ye. Li Bakûrê İraq'ê Amerîkî hene, Brîtanî hene. Herwiha ji MOSSADê bigrin heta CIA'yê hemû awayên rêxistinan û sîxur hene. Em çima ne li wir bin.'' Nurduhan diyarkiribû ku xelet e ji ber li Bakûrê İraq'ê bazirganiyê dike û netewperest reaksiyonê li hemberî wî pîşan bidin: ''Ez xiyanetê ne li welatê xwe û ne jî li wir dikim. Ez karê xwe dikim û perê xwe distînim. Dovîz tînim welatê xwe. Ez hemû karkerên xwe tevî emeleyan ji Tirkiyê dibim. Li gor min ne  rast e wiha bê fikirkirin ku tiştekî xelet dikim. Ez sermayedar im. Li ku îmkanên min yê bazirganiyê hebin ezê li wir kar bikim.'' Ji bilî MHPyîyan ku dewleta yekgirtî diparêzin û derketina derveyê sînorên Mîsak-î Millî wek tawan dizanin jî li Kurdistan'ê li pey kar de digerin. Li Bakûrê İraq'ê heta astekî îdeolojî cihê xwe ji pere û feydê re hiştiye. Ji bilî sermayedarên MHPê, Fîrma Tepe ya Kevneserokê YÖK'ê Îhsan Doğramacı jî yek ji wan fîrmayan e ku îmza xwe avêtiye bin hinek karên girîng. Kampusa Zanîngeha Silêmaniyê di destê vê frîrmayê de bû. Ferda Cemîloğlu jî li Herêma Kurdistan'ê kar dike. Ferda Cemîloğlu, di sala 1999an de di hilbijartinên heremî de bo Şaredariya Diyarbekir'ê berbijêra CHPê bû. Par jî xwest bibe Seroka Diyarbekirspor’ê lê biserneket. Cemîloğlu, li Hewlêr'ê di warê muteahîtî, amûrên bînasazî û amrazên bijişkî de bazirganiyê dike. Kurê Serokê Giştî yê KADEPê Şerafettin Elçî, Rênas Elçî jî bihayê 40 milyon dolarî kar girtiye. Fîrmayên wek Çevikler, Dosko, Tîgrîs, Hazinedaroğlu, Çankırı, Yenigün, 77 Înşaat, Yüksel, Elegan, Zafer Înşaat, Asfa Gürbağ û Îmaj jî xwedî pişkeke girîng in. Tê gotin ku di van demên dawî de pirsgirêkên aborî yên Fîrma Çavikler a İlnur Çevik hene. Çukurova Grup a Mehmet Emin Karamehmet jî li Bakûrê İraq'ê di warê petrolê de kar dike. TTOPCO ku ji aliyê Genel Enerji ya ser bi grûba navbirî û Addax Petroleum a Swedî ve hatiye damezrandin. Ew yekem fîrma ye ku li gel Hikûmeta Herêma Kurdistan'ê girêbesta lêgerîn û derxistina petrolê îmze kiriye. Duyem jî Petoil a ser bi Pet Holding e. Firmayeke din jî ya ku di warê petrolê de kar dike Petrol Ofisi ye. Tê dgotin ku pişka fîrma navbirî ya veberhênanê 147,5 milyon dolar e. Herêma Federal a Kurdistan'ê ne tenê bo sektora înşaat û berhemanînê herwiha bo derbaskirina kelûpelên din jî di sînor re, deriyekî dahatê ye. Di vî warî de Deriyê Îbrahîm Xelîl rolekî girîng dileyize. Di neqliyê de jî 20 hezar qamyon ku bi 200 fîrma ve girêdayî ne, di bazirganiya veguhestinê de kar dikin. Li gor amûrên Ode ya Bazirganî ya Diyarbekir'ê, 1,5 milyon însan yên herêmê feydê ji vê bazirganiyê dibînin. Galip Ensarîoğlu dibêje bi sedemên cûrbecûr hewl tên dayin ku pêşiya vê bazirganiyê bê girtin. Rudaw.netJi Govara Aksiyan Hatiye vergirtin

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.