Ramyarî

NETEWA KURD BI SEROKÊN XWE BERZ E!..

A.Bali Xan · 21.05.2009 · 2 dîtin

 Çi li welatên demokratîk û çi li welatên ne demokratîk, li hemiyan bi nav nîşanên cuda cuda serokên xwe hene. Hin serok komar in, hin qral û qralîçe. Hin jî dîktatorên leşkerî û sivîl in! Ji bo ku hemî netewan serokên xwe hene. Bê serok li cîhanê netew nîn in. Di nav hemî netewan de, rolê serokên netewî jî, pir giring e! Serokatî û serok bûn bi xwesteka mirov jî nabe! Di mercên heyî yên dîrokî de, di nav netewan de, serok tên hilbijartin. Di nav milyonan de, ew jî dibe para yek kesî (mêr), an jî yek kesê (jin). Li Kurdistana Başur di nav gelê Kurd de, bi salan e, ku Mam Celal û Birêz Mesûd Barzanî bi pêşmergetî û heya siyasetmedar di gelek qonaxan de, bê westîn karê xwe ji bo Kurd û Kurdistanê didomînin heya roja îro. Çend salan berê bigotana Mam Celal yê bibe reîsîcumhurê hemî Iraqê, kesî ji vê gotinê tiştek fehm nadikir! Lê rastiya îro nîşan dide, ku Mam Celal reîsîcumhurê Kurd, Ereb û temamiya dewleta Iraqê ye. Birêz Mesûd Barzanî jî, Serokê Herêma Kurdistanê ye... Ji bo Kurdan, ew her du kes di aliyê dîrokî û netewî de pir giring in. Ewna îro di merheleyek (qonaxek) herî bilind de dijîn. Parastina wana, erka li ser milê hemî Kurdên niştîmanperwer e. Li hemî cîhanê, serok netewa xwe temsîl dikin û netew jî, serokên xwe diecibînin û wan ji hemî tehlûkeyan diparêzin!..  Gelê Kurdistanê hêvîdar û pê bawer e, ku serokên Kurd yên îro di nav gelê Kurdistana Başur de dijîn, heke serketin û gîhîştin armancên xwe, ewê bi xoşewîstiyek mezin, di dilê gelê Kurd de, bi karên xwe yên pîroz yê ciyê xwe heya bêdawiyê bigirin. Ji bo vê jî, netewa Kurd temsîl kirin û gelê Kurdistanê ji xwe razî kirin, ew karê serokan ya herî hesas e! Serok û netew ji hev nayên cûda kirin. Serok çiqas nêzîkî gel bin û gelê xwe biparêzin, gel jî, yê ji serokên xwe ewqas hezbike û wana sertaca serê xwe ke! Ew hezkirin û pejirandin bi hev û du re sedesed hatine girêdayîn. Ew her du xal, wek cêwî ne û ji hev û du nayen cûdakirin! Ji van xalan yek tekûz nebe, wê demê nexweşiyek netewî destpêdike! Jê re derman çareserkirin jî, her kî diçe dijwartir dibe!..  Hezkirin û giramî di nav mirov û civatan de, ew ji dil û can têt! Hezkirin û giramiya bi darê zorê jî, nabe hezkirinek rasteqîn!.. Kêmasiyên îro di nav gelê Kurd de heyî, pêwîst e, ku serokên Kurd guh bidin wana û wana çareser bikin. Wê demê bêtir serokên Kurd di dilê niştîmanperweran de, xwe dihewînin û wek kulîlkan, her roj ji nû ve vedikin!..  Li Başurê welat, di dîroka Kurdistanê de cara yekem e, ku Mam Celal Talabanî û Birêz Mesûd Barzanî rolekî hemdemî dayîne ser milên xwe ye. Bi alikariya gelemperiya Kurdistaniyan, anca ew dikarin bigehen armancên xwe yên netewî û navnetewî. Hinek Kurd nikarin wek bi devê dagirkeran, serokên xwe rexne bikin. Rexne li alîkî bin, hinek Kurd û sazî bi zimanên tûj êrîş dibin ser serokan! Ew êrîş kirina di dema îro de, ne di ciyê xwe de ye. Dem, ne ew dem e... Ji bo Kurdan dem, dema xîretê ye. Dem, dema yekîtî û serketina Kurdistanê ye!..  Li hemî cîhanê dewlet bi hikumatan tên rêvabirin. Hikumatan jî partiyên dengên herî bilind girtî, ew pêk tînin. Li welatên demokratîk serokên partiyên mezin, heke bixwazin dibin serok komar û her bixwazin dibin serok wezîr jî... Li Kurdistanê, di ew mehên li pêş me de, ew bûyerê ji bo Kurdan jî biqewime!.. Rexnekirin û rexne pejirandin dayîn û standinên medenî ne. Lê neyartiya partî û serokên partiyên Kurd kirin, ew ne karê niştîmanperwerên Kurd e! Yên di bin bandora perwerdeya dagirkeran de mayîn, dixwazin vî karî bikin!.. Lê jimara wan jî di nav Kurdan de ne zêde ye...   Di destpêka sedsala 21 an, di avabûna dewleta Kurdan ya Federal de, li ser rolê Mam Celal Talabanî û Birêz Mesûd Barzanî gengeşî kirin ne di ciyê xwe de ye! Dayîn û standina wana ya bi hev û du re, ew li ser bingeha niştîmanperweriya Kurd bi berpirsiyariyek mezin heya roja îro hate parastin! Rola wan ya dîrokî tucaran naye bîrkirin. Bê guman pejirandina serokên Kurd, bi kar û barên wan yên rêk û pêk ve hatiye girêdayîn. Ji bo vê ye, ku pêwîst e, gel jî bi piraniya xwe ji serokên xwe razî be!.. Ew ji hev razîbûna du aliyan, ewê bi xwe re serxwebûna Kurdistanê bîne meydanê!.. Ma ji serxwebûna Kurdistanê rûmetir, ji bo Kurdan li dinê çi heye? Bes ew serketin jî, anca bi îtîfaqa yekîtiya hemî hêzên netewî mimkun e. Di „Lîsteya Kurdistanî“ de, ji dengên bêne dayîn,  ez texmîn dikim, ji dengan (ray) %  85 an berjortir berendamên lîsteyê yê dengan bigirin û bibin endam.  Ji % 10 heya 15 deng girtina muxalefeta Kurdî jî, pêvajoyek (prosesek) demokratîk e, û di ciyê xwe de ye. Di rojên pêş me de, Kurdistan li hêviya hikumatek bi hêz û dadmend e. Ewqas kar û bar riya hikumata nû dipên!.. Bê guman gelê Kurdistanê, yê bi piraniya dengên xwe, dîsa parlamena Kurdistanê ya nû yê damezrîne. Partî û hêzên Kurdistanî, bi pejirandin û dawî hatina hilbijartinê, wê encamê pesend bikin. Hemî partiyên Kurd, ewna bingeha avakirina demokrasiya Kurdistanê ne. Li pêşberî gelê Kurd, hemî partiyên Kurdistanê wek hev in! Wezîfeya dikeve ser milê hilbijêran, kîjan partî û di nav kîjan partiyê de jî, kî berendam (berbijar, namzet) li gor kêfa hilbijêran e, ewna dikanin wan hilbijêrin. Îro pê ve demokrasiyek hemdemî avakirin, ew maf û erka li ser milê hemî partiyên Kurd e! Encama gel tayîn bike jî, pêwîst e her partî jê re îhtiram (giramî, rêz) bigire!..Di hemî demokrasiyan de gel hakem (dadmend) e. Bîryara gel bide jî, hemî partî heya hilbijartinek dîn dipejêrin.  Di hilbijartinên salên li pêş netewa Kurd heyî de, netewa Kurd jî, wek netewên din yên li cîhanê heyî, ewê bê kêmasî hînî van rêzikên (qaîde) hilbijartînan bibe. Di vê detpêkê de, ya herî giring ji bo hemî Kurdan azadkirina welat e. Ew jî bi yek dengî, nûnerên paqij û welatparêz yên di „Lîsteya Kurdistanî“ de bêne hilbijartin, yê bi wan newengeran (mebûs, parlamenter) çareser bibe!.. 20.05.2009A: BALΠ

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.