ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 28.09.2006 · 2 dîtin
Di daxuyaniyekê de Nêçîrvan Barzanî Serokê hukûmeta Kuristanê ragihand ku wezareta petrola Îraqê karên xwe bi başî pêkbîne, ne çavederiya sermiyayên Kurdistanê bike û divê hukûmeta navendî li gor destûra Îraqa federal danûstanê bike , yan wê demê gelê Kurdistanê ji bo parastina mafên xwe dê riyên din bigire. herweha beriya niha Husên Şehristanî wezîrê petrola Îraqê ragihand bû ku her girêbesteka hukûmeta Kurdistanê tevî kompanyayên avakirinê yên di warê petrolê de hatine îmze kirin, ji aliyê hukûmeta navendî ve dan pê nadin. Li gor nûçeya malpera hukûmeta Kurdistanê , serokê hukûmetê ragihand ku Hukûmeta Kurdistanê pêkolan dike ku sermiyayên xwe li kerta berhemhênana petrolê li Kurdistanê tevî pêwendîdaran berfireh bike. Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.