Ramyarî

Nêçîrvan Barzanî: gelek dosya hene ku divê bi Baxdadê re bihên serastkirin

Haci · 15.11.2006 · 2 dîtin

Nêçîrvan Barzanî: gelek dosya hene ku divê bi Baxdadê re bihên serastkirinPNA – Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku gelek dosya hene û divê bi Baxdadê re bihên serastkirin. Yek ji wan jî mijara petrolê ye. Weha jî da zanîn ku ewa dihê daxwazkirin di çarçêweyê destûrê de ye. Ew destûr jî hemû xelkên Iraqê deng jê re dane û daxwazî ne li derveyî destûra Iraqê ne.Serê sibeya evroj serokatîya encûmena wezîrên kurdistanê û serokatîya parliyamenta kurdistanê kombûnek hevpişk bi hev re danîn. Paşê jî herduyan bi hev re kongireyek rojnamevanî jî danîn. Di kongireya rojnamevanî de Nêçîrvan Barzanî spasîya pêşwazîya serokê parliyamentê û cihgirê wî kir û behsa hinek hevkarî û pywendîyên nêvbera hukûmetê û parliyamentê kir. Serokê hukûmetê li ser erk, kar û derxistina qanûna karê wezaretan jî destxweşî li parliyamenta kurdistanê kir.Di bareya geşta xwe de ya ber bi Baxdadê ve, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Got: her çende ku di dezgehên ragihandinê de gelekî behsa serdana me ya ji bo Baxdadê hatiye kirin.. berî ku em biçin Baxdadê me xwezt li ser evê yekê hevkarîyek bi parliyamentê re hebe, da ku em nerînên parliyamentê jî bistînin, ka çi pêwîst e li Baxdadê bihê gotin, da ku ew jî tiştên xwe ji me re bibêjin û da ku em ewan dozên me hene bi rengekî yekgirtî li Baxdadê behs bikin.. serokê wezîrên Iraqê rêzdar Nûrî Malikî hilwestê wî her ji roja yekem ve li beramber bi cihanîna maddeya 140 a destûra hemîşeyîya Iraqê gelek baş e.. bi xwe jî wî ev yek di Medyayên kurdistanê û Iraqê de tekezî li ser kiriye.. evaya jî maddeyek destûrî ye û pêwîst e ku hukûmet evê maddeyê bi cih bihîne.. me bi Baxdadê re gelek dosya hene.. pêwîst e ku ew dosya serast bibin.. dosyaya yekem jî mijara petrolê ye.. evaya niha arêşeyek e û bi Baxdadê re ye.. ewa ku em daxwaz dikin ew e ku arêşe di çarçêweyê destûra Iraqê de bihê çareserkirin.. ew destûr jî hemû gelên Iraqê deng jê re dane.. daxwazên me ne li derveyî destûra Iraqê ne.. em li ser hinek tiştan hinekî ji hev tênagihêjin.. wek li ser mijara rêkevtinên petrolê û kî muhr dikin û pereyên petrolê çawa bi ser herêman de dihên dabeşkirin.. evana mijarên guft û goyên me yên bi Baxdadê re ne.. mijara budceya hukûmeta herêma kurdistanê jî arêşeyek mezin e.. di dema xwe de me bi wezîrê darayîyê berê yê Iraqê re û bi amadebûna serokê komara Iraqê yê ewê dem re rêkevtinek danî ku divê ji % 17 ji dahatên Iraqê ji kurdistanê re be.. ewan bermîla petrolê li ser 32 $ amar dikir û di maweya sala derbasbûyî de bermîla petrolê bi nêzîkî 60 $ hatiye firoştin.. ewa ku em daxwaz dikin ew e, ew zêdeyîye ewa ku hatiye ser budceya Iraqê û pêwîst e beşê kurdistanê bihê dan ku ji % 17 e..ev pirs bi pirsek hunerî ve ne girêdayî ye.. hemû alî jî evê yekê dipejirînin ku evaya daxwazek rewa ya hukûmeta herêma kurdistanê ye.. arêşe bêtir siyasî ye û divê bihê çareserkirin. PeyamnerC.A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.