ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 02.05.2006 · 2 dîtin
Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta Kurdistanê îro diyar kir ko roja 7ê vê mehê hukûmeta nûya yekbûyî ya Kurdistanê tê ragihandin. Di preskonfranseka hevbeş de tevî cîgirê serokê hukûmetê Omer Fetah ko îro piştî civîna herdu polîtbîroyên PDK û YNKê li Selahedînê li dar xist, Nêçîrvan Barzanî got: Berê jî kabîneta hukûmetê amade bû bû, lê belê ji bo parlementoyê muhletek pêwîst bû da ko amadekiriyan bike û aliyên ko dixwaze vexwîne civîna xwe ya ji bo pejirandina hukûmetê, lewra jî civîna xwe ji bo roja 7ê vê mehê paşve xist. Li dor beşdariya aliyên din ya hukûmetê jî serokê hukûmetê û cîgirê wî diyar kir ko heta niha hemû aliyên ko ji wan hatiye xwestin, razî ne ko beşdar bibin. Herweha jî bal kişandin ser wê yekê ko di civînê de biryar hatiye girtin kar bête kirin ji bo ko yekbûna hemû wezaretan bête lezandin.Tê zanîn îro bi beşdariya birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û endamên polîtbîroyên PDK û YNKê di civînekî de giftûgoya çawaniya beşdarbûna Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ya hukûmeta Îraqê ya bêt li Bexdayê û pirsa avakirina hukûmeta yekbûyî ya Kurdistanê hate giftûgokirin. Kurdistantv.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.