ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmed ONAL · 14.06.2006 · 2 dîtin
Li Tirkîyê kesekî tirk ji çend kesên weke Mamosta İsmail Beşîkçî bêtir li cem dad, adalet û huquqê nînin. Ji bo wê jî kes naxwaze li ba huquq û wekhevîyê helwêstê bitsîn e. Ji bo ku berjewendîya xwe li ba adalet û huquqê nabînin. Gelo li tirkîyê çı heye û çi meşhur e? Tirkîye bi diz, xiniz, barbar û çeteyê xwe navdar e?Di nav şerê dewletbûnê de pêwîstîya diz, xiniz, barbar û çeteyan hîç bi dad û huquqê dibe? NA!Lê em dizanin ku mirovên rewşembîr berî her tiştî huquqê diparêze. Mafê mirovan yê wekhevîyê diparêze. Mafê neteweyên bindest diparêze. Dewleta sosyal dixwaze ku ev dewleta xizmetkarê gel û hêjaran be, xwedi sistemekî huquqibe û li gel jîyanaweyê xwedî helwêstêbe û hwd. Dewleta sosyal dijwarîyê nade ser gel. Bi organizma sistemek huquqî tekilîya kesekî ji yên din re, ji civatê re, ji dewletê re û ji bo berjewendî û pêşketina mirovatîyê bi tendirusti, perwerdeyî, aborî, istiqrar û huzurê re têkildare û huquqê ji bo kes, gel û civatê pêk tine. Civata ku qima xwe ji huquqê re neyne, wê neparêze nû neke û pêşve nebe ev civat di nav rizgarîyê de nine lê bervî rizîyayê ve diçe. Divê her kes, bes ji bona berjevendîya xwe ya kesane û rojane huquqê şirove neke û nebêje “Ev qanûn ji bo menfaeta min ‘lê hat’, an ‘lê nat.” Bi firsend nenêrê huquqê û binpê neke... Dema ku wa binêrîn qanûna çeteyên Enqarê sererast dibin û bi ser dikevin… Dozgerê ku iddianameya Şenzînanê avakir bi biryara çeteyan bê wezife hîştin. Qiqa çend kesekan ku nizm derketin ev jî ji Baroyê Kurdistanê bûn. Lê tirkiya li ba wê biryarê bû kevir û deng neda. Vijdana wan li Enqereyê weke her demê pelixandin…Şaredarê ku di devê xwe de benûşt dicûn û nêzikî peykerê Mistê Korê atayê tirkan bû jî girtin û avêtin zîndanê… Partiya wî ya desthila dar a hukumet jî dengê xwe nekir… Kitêba ku tê de bi devê şêteki hatîbûn guftugohkirinî daku tê de “beton misto” gotîbûn jî 15 mehe bi cezayê zindanê bi dil rehetî ceza lê birin ku weşanger û niviskar negotîbû lê ceza li weşangerê weke min barandin. Bila canê huquqnasan saxbe! Ev çi dade ku edî kes nikare biçe dad jî bibe. Da ku li ber çavê wan polis, dozger û hakiman faşist û nijadperestên dest bi ço erîş birin ser wan maxdurên suc lê barkirî û dixwazin ku lînç bikin… Li Adliye Seraya Şişliyê wan faşistên nijadperest êrîşî Hirant Dink û Engin Aydın kirin, ji bo wê doz nehate ditin û texir kirin ev bi serê xwe huquqa Tirkîyayê çiqasî şermezar bûye di destê van çeteyan de ev jî bi serê xwe siqandalekî mezin ya huquqê ye ku diyarî dibe.. Parazgêre weke Alpaslan Aslan jî êrîş da ser dada duwemina bilind ya daniştayê û ev di civinê de gulebaran kirin. Gelo ev jî ku ji bê huquqîya tirkîyê nîne ji çî ye? Nûka jî dixwazin ku wan hemû êrişan ji bo dewleta çete herî baştirin bi kar bînin û qanuna dijî bîr û ramanê ya terorê derxinin! Dijî Kurd, rewşenbîr û gel terorê bi azadi pêk bînin, dikin wesile! Çi ecêbe ku evên ku dibêjin “Komara Tirk di tehlikeyê de ye, peyva demokrasî û mirovayetîyê naynîn ser zar û zimanên xwe! Nûka jî hesp û qantiran dest bi pênavêtinan kirine ku ‘bila kes hesabê wê zîyana çimên ku li ber lingan diçe neke’ dikin! Çi ecêbe ku kî ku xwe li kîjan alîyî ve diguherîne ji bo berjewendîya xwe, her kes pêna ku beri her tiştî davêje dijî huquqê, mafê kurdan û wekhevîyê ye! Lê mixabin dêva me ya heftserî hîn jî ji xewê hîşyar nabe! Bi huquqa navnetewî, bi şert û mercê cîhanê ji bo mafê xwe yê neteweyî bi yekîtîyek berz ranabe û adaletê naxwaze. Ev çi atalet e! Şaşdibim…Hin li vê civata gundewar kesen ku behsa huquq, demokrasî û bi taybetî behsa serxwebûna welatê xwe bike, qanûna daristanê ya hovane derdixînin pêş wan! Dibêjin her sazi karê xwe dike. Çi derewek bê serî û bê dawî! Leşker dibin dadmend. Dadmend dibin bacvan. Siyasetmedar dibin diz û çetekar. Lê ev hemû berûmetîya ku tê kirin di çavê civata tirk de xwedi berze qimete ku herkes dixwaze bibe diz û di nav wan çeteyan de cîhyê xwe bistîne! De were di nava wê civatê de biratîyê bixwaze û bijî! Di serde jî ev diz hemû dijî huquqê kurdan weke terorist û xwe jî weke mirovên serwext nişandidin û kiryarên xwe û xwe vêdişêrin. Lê kurd xwe ji vê siyaseta dubare xilas nakin, daku serê wan de sîyasetek zelal ya neteweyî çê nîn e!Lê divê bila ji bir nebe ku di van rojên bi mij û duxan de gur dixwaze hemû berxan bi parola weke her demî “laiklik, miletperwerî, parastına komarê” daxine keminê û qirbike. Belê dem dema berê nîn e! Lê me jî zêde dersa xwe jibernekirîye. Sîyaseta ji bo xwe neafirandîye. Di nava sistem, sîyaset û huquqa xwe gor ya navneteweyî bi cîh nekirîye. Bi sîyaseta gundewarî, neteweya kurd rizgar nabe! Ji bo wê kurd ne jî kesî re, bes bila ji bo xwe û welatê xwe sîyasetê bikin. Sîyasetek hevdemî, demokratî û hîşyar divê..Ku wa nebe bi rastî jî kurd di tehlikeyekî mezin de ne!
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.