Ramyarî

Naveroka civîna îro ya polîtburoyên YNK û PDK-ê

Rojhat · 07.10.2008 · 2 dîtin

Naveroka civîna îro ya polîtburoyên YNK û PDK-ê

 Îro li havîngeha Pîrmamê serkomarê Iraqê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi amadebûna endamên herdu polîtburoyên YNK û PDK-ê civiyan.Piştî civînê di civîneke çapemeniyê de serok Talebanî û serok Barzanî ronî xistin ser naveroka civînê. Serok Talebanî li ser civînê got:”  Civîna îro gelek serkeftî bû, me biryarê girîng da û me wextek jî jib o bicihanîna van biryaran diyar kir.Her weha me qala serdana serokê herêmê ya bo Bexdayê û yekgirtina wezaretên herêmê kir.” Li ser girîntirîn mijara ku şandeya herêma Kurdistanê dê digel Bexdayê gotûbêj bike serok Talebanî got:” Girîntirîn arîşeyên ku şandeya herêmê dê digel Bexdayê nîqaş bike meseleyên petrolê,rewşa ewlekariyê,desthilat û têkiliyên derve ne û emê lêbixebitin ku digel karbidestên Bexdayê van arîşeyan çareser bikin.”Li ser qanûna petrolê serok Talebanî got:”Petrola Iraqê wek li destûrê hatiye diyarkirin,samaneke niştîmanî ye û pêwîst e girêbest bi haydariya herêm û hikûmeta navend bên morkirin.Li kuderê petrol derkeve divê pareyê wê biçe budceya giştî û li gor jimareya rûniştivanan bê dabeşkirin.Her weha pêwîst e navçeyên ku ziyan gihaye wek herêma Kurdistanê li enfalê û kîmyabaranê û rûxandina gundan, hisab bo bê kirin û bên qerebûkirin.”Di heqê arîşeya Xaneqînê jî Mam Celal got:” Xaneqîn navçeyeke aram ya Kurdistanê ye û gelek aram e.Tiştek li wir neqewimiye û dujminên Iraqê û terrorist li wir nemabû lewra ew alozî û tevliheviya ku li ser hate kirin ne di cih de bû.”Mam Celal her weha di civînê de kiryara  li Colemergê şermezar kir û got:” Li gor destûrê nabe tu hêzeke derekî di nav Iraqê de hebe.”Li ser rêkeftina di navbera Iraq û Amerîkayê de jî serok Talebanî got:” Ev peyman çawa ku sûd digehîne Iraqê dê kurd jî dê ji vê peymanê sûdmend bin çimkî kurd li Iraqê neteweya duyê ye.”Serok Barzanî jî got:”Civîna me ya îro gelek serkeftî bû û li sr  asta herêm û Iraqê biryarên girîng hatin dayîn wek xweamadekirinek jib o serdana me ya Bexdayê û çareserkirina arîşeyên ku nuha di hole de ne.” Di heqê têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û welatên cîran de serok Barzanî got:” Me pê xweş e ku têkiliyên me digel cîranan pir baş be.Aloziyên ser sinor xizmeta berjewendiya tu alîyan nake , ji bo vê yekê jî helwesta kurd aşkere ye ku karê têkderane ya li sinorê Iraq  û Tirkiyeyê dikin. Em hêvîdar in zerer û ziyan negihe herêm û xelkê Kurdistanê. Me têkilî bi wê alozî û girjiyê nine û  kî me tawanbar bike bi ya me qiseyên wiha qiseyên betaliyê ne.Ji bo rola pêşmerge jî serok Barzanî got:” Wek li destûrê hatiye rola pêşmerge diyar e ku hêza parastina herêmê ye û xwedî meşrûyeteke destûrî ye.”Serok Barzanî da zanîn ku madeya 140 sinorê herêma Kurdistanê diyar dike û kes nikari berî vê çendê sinorê herêmê diyar bike.  Serokê herêmê her weha got:”Çend roj berê li bajarê Necefê goreke bikomel hatiye dîtin û derketiye ku kurdin û xelkê Germiyan in ku 250 şehîd in. Me biryar da doktor Berhem Salih wek nûnerê me beşdarî anîna merasîma 250 şehîdan bike.”Pukmedia

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.