Ramyarî

Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya ROJA BÎRANÎNA CANGORYAN

Mala Êzîdîye Li Oldenburg · 15.08.2008 · 2 dîtin

Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya ROJA BÎRANÎNA CANGORYAN li roja 17.08.08 bi beşdarbûna Mîrê Êzdîxanê derbas dike --------------------------------------------------------------------------------Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya ROJA BÎRANÎNA CANGORYAN li roja 17.08.08 bi beşdarbûna Mîrê Êzdîxanê derbas dike Hindava (Hêna) Kurdên êzdi da dîrok gelekî dijwer, neheq û nemerd bûye. Êzdî ji bo navê xwe, bawarya xwe timê ji alyê ol û qewatên deshilatdar yên der û hundur va timê hatine qetilkirin, zêrandin, talankirin, koçberkirin. Bi dewrana dewlet bi çek û leşkerên xweye giran hatine li ser cî warê Ezdyan xelkê amûtam, bêsûç, kal, pîr jin û zarok avîtine devê şûr, kokbir kirine, çi zulm bêjî pêk anîne, seva çi ku ew Ezdîne. Hukumdarên dagerkir, ku bikaribin welatê Kurdan li bin nîrê xwe da xweyîkin dutîretî, bêtifaqî kirine li nav êl, êşîr, qebîl û berekên kurdan, pirsgirêk li navbera wanda çê kirine û dema ji wan ra pêwîst bûye agirê dutîretyê, bêtifaqyê bi destê xweyîn û kêmaqilan geş kirine. kurdên musulman û Êzdî li hev kirine dijmin, heta nanê wan jî ji hev heram kirine, şerê birakujyê di navbera wanda pêjda anîne.Wan bûyaran da disa derba giran Kurdên Êzdî ketye. Dibêjin 72 ferman Êzdya rabûne… Li nav sedsala Kurdistan ji êl û eşîrên Êzdyan sêrek bûye, bê Êzdî bûne. Êzdî ji zulm û zora dagerkira, hev temûlnekirina gel, ji cî û werên kal-bavên xwe revyane, serê rê û dirbên xerîb e nenas ketine, halê dijwer da helyane, maşyane û dinyayê bela bûne. Sî-sîwpênc sal berê hej li Êzdiyên Bakîrê welêt ket, Bakûr da bawarkî Ezdî neman, Rojavayê welêt da jî cî û weriê Êzdiyan xalî bûne. Hilweşîna welatê Sovyêtê derb li Êzdiyên Kovkasê jî xist. Civaka ku xwerîbyê da ji xwera hevek mecalên ewlekaryê û pêşdaçûyînê dîtibû ji dest dijweryên miletçîtya wan gel û weletan revyan û cihanê da bela bûn. Niha jî, vê dema seva gelê Kurd nazik, ku pirsa Kurdan li Başûrê welêt berbi çareseryê diçe, dîsa dora wê para Kurdên Êzdî, ku hê li ser axa kal- bavên xwe mane meydana nebxêr xêrnexwezên Kurda ra vebûye. Hinek narkotîka olê li serê Kurdên Musulman yên cahil da geş dikin û radikin dijî Êzdyan. Hinek Kurdên Êzdî ra partya çê dikin, ku bêjin Êzdî ne Kurdin û Êzdiyan ji koka wan biqetinin, dutîretyê, bêtifaqyê bikin li nav Ezdiyan bi xwe, berê wan bidine neeyanyê, undabûnê... Bûyarên sala par li Şêxan, kuştina 24 êzdyên karkir li Mûsilê, qetlema têrorîstî li Girezêr û Sîba Şêx Xidirê nîsan dan ku dewrana 21 da jî Êzdîyan ra welatê wan da ewlekarî tune. Xelk bêguman bûye,bawarya xwe berbi pêşîrojê unda kirye û ji welatê xwe direvin... Rind tê xanê ku kêne û seva çi van problêman çê dikin…Rind tê xanê kê bûne sebebên fermanên Êzdyan… Gerekê dirok neyê bîrkirin. Gelê Kurd gerekê çevê xwe veke û neyarên koka xwe yên eslî bivîne. Ew kêne naxwezin tifaqa Kurda çêbe? Gelo îro ew nerindyên li nav û dor Êzdyên Kurdistana Başûr çêbûyî avê ser dewla aşê kê da dikin? Ew kêne, ku dixwezin Êzdyan ji koka wan biqetînin? Ew kêne ku naxwezin hema li nav dewletekê, ser perçekî biçûk Kurdistaneke Fêdêral çêbe? Êzdî jî ser axa kal-bavên xwe cîyê xwe navêda bigrin.. Bi dewrana neyarê gelê Kurd kê bûne, îro jî ewin. Kurd gerekê dersa ji dîroka xwe hildin… Dîrok nayê ji bîrkirin. Eger bûyarên dîrokê yên reş neyên wekilandin gerekê gelê Kurd wan bûyaran timê ji bîr bîne. Bi qirara Komîtêya Rewşembîrî ya Mala Êzdyan ( Oldênbûrg ) hersal 25 ê HEZÎRANÊ MALA ÊZDYAN da roja bîranîna CHANGORYAN dihate derbaskirin. Ew roj wek rojeke sîmvolîk hatibû hildan. Ji bo ewqas ferman, qetlyam û rojên reş hatibûn li serê vê civakê, ku rojeke kivşe ya din kifştir tune bû, gişk jî ji hev xirabtir bûn. Qetlyama Girezêr û Şîba Şêx Xidirê ya 14 tebaxê sala 2007 rastkirin kire nava pirsgirêkê. Bi pêşnyara endem û xêrxazên malê biryar hate stendin 14 tebaxê wek roja CHANGORYÊ CIVAKA ÊZDIYAN bê qebûlkirin. Ew pêşnyar Parlamênta Herema Kurdistanê, Meclîsa Êzdiyaye Ruhanî, Mîrê Êzdîxanê ra jî hate şandin. Gumana me heye Parlamênta welêt wê 14 tebaxê wê roja kivş seva temamya Êzdiyên cihanê bike rojeke fermî. Gelê Kurdê wê rojê wê, deqa reşe dîrokî xwe timê ji bîr bîne û nehêle bûyarên usa biwekilin. Bi biryareke usan, kivskirin û Lalişê da derbaskirina ROJEKE usa Parlamênta Kurdistanê berê temamya Êzdyên cihanê da belabûyî vegerîne berbi welatê wan KURDISTANÊ. Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya 17 Tebaxê li Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê wê roja bîranîna changoryên Êzdiyan bê derbaskirin. Wura wê Mîrê Êzdîxanê Tesîn Begê hazirbe. We gelek rewşenbîr, oldar, hunermend tevî mêrasîmê bibin. Wê li ser goristana Êzdiyan, ya wî bajarî kulîlk bêne danîn. Dem: 17.08. 2008; sehet 13. 00 Adrês: Mala Êzîdiyan Oldenburg Eidechsenstraße 19 26133 Oldenburg Tel: 0049 441 485 05 55 0049 441 485 50 02 Fax: 0049 441 485 05 57 Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya: E-ZI-DI- Komelgeya Êzîdiyan li herêma Ostfriesland (Leer), Mala Êzîdiyan li Oldenbûrgê, Mala Êzîdiyan li Kalkarê, Platforma Êzîdiyan li Cellê, Navenda Laliþ li Bielefeld, Nû-Jin ya Jinan li Cellê

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.