ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dîyar AYDÎN · 01.08.2007 · 2 dîtin
Di van çend mehên dawî de li Tirkiyê, serokê partî û sazîyan û kesênsîyasetmedar derketin kolan û meydanan.Ji bo hilbijartinan giftugo, nîqas û gotinên ne li rê anîn ziman...Bi teybetî partî û sazîyên Tirkîyê yên nejatperest û sîyonîst sîyasetekfasîst bi kar anîn û xwestin netewa tirk li dijî gelê Kürd rakin ser pîyan.Lê ev refleksê wan sazîyên fasîst ne tistekî ecêb e, ji ber ku ew kes jihêla pir kesan ve xwes hatine naskirinJi ber vê yekê jî ev helwesta wan ecêb nîna!!Lê ya eceb ewe ku siyasetmedarên Kürd çi kirin û çi anîn ziman???Ev yek jî ji bo me Êzîdîyan û Êzdatîyê pirr girîng e!Civaka Êzîdîyan jî mîna gelê Kürd bi hezar hêvîyên mezin, pêvajoyahibijartinê sopand û bahwerîya xwebi siyasetmedarên Kürd anîbû, ku ev siyasetmedarên "Kûrd" wê li ser mafê wanbisekinin û li kolan û meydanan jî xwedî li ola Êzdîyan derkevin û wanbiparêzin.Lê mixabin navê Êzdatîyê tenê bi gotinekê jî li ser lêvên wan kesan derbasnebu û qet nehate bîra wan.Ez jî wek mirovekî Êzîdî ji van kesan pirs dikim gelo çima em nehatin bîrawan?An jî hûn çima ji NAVÊ ÊZDATÎYÊ ditirsin??Ev ol, ola Kûrdan î herî kevnar e hûn çima ji ber ola kûrda-î herî kevnarbaz didin?Lê gava hûn bixwazin xwe nêzîkî vê olê bikin hun dibêjin ev ola bav û kalême ye.Û wekî din hûn vê olê nasnakin ji bo çi gelo?Bi rastî ev helwesta wan mirov dide fikrandin.Mirov ecêbmayî dimîne...Êzdîyatî havênê Kûrdîtî û însanêtîyê ye.Lê mixabin îro di welatê me de wekekêmolek tê xuyakirin.Ola Êzdîyatîyê bi hezarên salan e ku çand, wejî, ziman, hûner, erf û edetêKûrdayetîyê parastina û hê jî diparêzin.Bêgoman ev jî kevnarî û Kûrdayetîya me dide xuyakirin. Ev jî serbilindîyekeji bo ola Êzdatîyê.Mirov dixwazê ku saxsîyet û sazîyên Kûrdan yên siyasî di derheqa Êzdatîyê debi dilekî paqij, bê fen û xap derdê Êzîdîyan bînin ziman û li serlêkolînekê bikin.Lê mixabin em wan mirovê bi xîret kêm di bînin.Di vê hilbijartinê de siyasetmedarên "kürd" bi qasî pesnê Atatirk dan, nîvêwê li ser ola Êzdatîyê bisekinîne û ola ÊZDATÎYÊ banîne ziman dawîya dinyayêwê bihata qey???Di vir de Êzîdî divê bi tevahî û bi rêqxistinî doza mafê xwe bikin û mafêxwe biparêzin.Eger Êzîdî mafê xwe neparêzin wê hertim di bin berfê de bimînin.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.