ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed DERÝKÝ · 18.01.2007 · 2 dîtin
Birêz Bush û destûrmendên DYA yê ez zanim hûnê vê nivîsê nexwînin. Ez ne bawerim jî kes vê wergerîne Ingilizi û bide berwe. Lê ezê disa jî binivîsim û verêkim. Bawerim biserketina Serok Bush anjî a DYA ya Iraqê, tenê bi hevkarîya Kurda re pêkane.Ji vê re jî pêwîste kû Serok Bush strateji ya xwe di ber çavare derbas bike. Ji xwe ev çend rojin der dorê serok Bush digotin ewê stratejî ya Iraqê biguhere û wê stratejî ya xwe ya nû aşkera bike. Bush di 10’ê mehe de xîtabî gel kir, û ew stratejîya digotin ewê biguhere aşkera kir. Di vê stratejî ya nû de tû guherînek cûda tunebû.Lê tenê guherînek hebû, ewjî rapora Baker-Hamilton bûBi teybetî wî ew rapora Baker-Hamilton pûç kir. Wekî kû tê zanîn di rapora Baker- Hamilton de ji gelê Kurd re tiştek tûnebû. Anjî di vê raporê de wan gelê Kurd pasîfîze dikirin.Ji ber vê yekê ji Kurda re ev stratejî ya Birêz Bush ne pirr xerab bû. Stratejî ya wî ya cûda jî ew bû kû wê 22 hezar leşkerên nû bişîne iraqê .Lê pêşnîyarek ji Brêz Bush re!Ka were Stratejî ya xwe birastî jî biguhere. Ger hûn dixwazin bi serkevin, li hember Iraqîyan, li hember terorîstan û li hember Cîhanê hûn rezîl nebin û bi serkevin. Guherîna vê stratejî yê pêwiste!Biserketina we, Bi ser ketina gelê Kurde re mimkune. Yanî hûnê bi hevkarî ya Kurda re bi serkevin. Ji ber vê yekê pişnîyaramin ji serok Bush re eve kû li ser çend xala raweste û biryarê bide. 1.Hewceye kû rêvebirina (îdare) nava Iraqê, bi dest Iraqî ya ve bê berdan!Iraq wê bibe sê beş. Zû an dereng ev ne mimkûne kû nebe. Pêwîste her beş birevebirina Sîyasi û ewlekarî ya navxwe bi xwe bikin.2. Ji leşkerê DYA an re tenê parastina sînor hewceye! Ji bona ewlekarî ya Iraqê ev pirr girînge. Ez bawerim hûn vê pê dizanin, lê mixabîn hûn pirr li ser vê nasekinin. Ev ji bona kû Tirkîye, Surîye û Îran li Iraqê tevlihevî yê dernexin; Ji xwe ev hersê dewlet jî, li vir tevlihevî yê derdixin, her sê dewlet ajanê xwe dişînin vir û ji terorîsta re jî çavê xwe digrin û alikaryê jî bi wan re dikin!Ji xwe Îran bi her awayî li dijî DYA ye, kî jî li dijî DYA an be, ew alîkarîyê bi wan re dikin.Û aşkera jî destegê didin şiî yên Ereb.. Dewleta Surîye; alikarîyê bi rêxistinên mîna Partî ya Baas (leşkerên seddam), El qaide, Hizbullah, İsalamî cihad û hwd. dikin. Her viha van rêxistinan bêxem di sînorê derbas dibin û tevlihevîyê derdixin. Û Dewleta Tirkîye; Ji bona kû alîkarîyê bi Tirkmena re bikin li derdora Kerkukê tije ajanê MİT ê kirini. Ne tenê Kerkuk, li Kurdîstanê li herdera Iraqê. Ji Tirkmenare rêxistina ava dikin destega çeka û ya pera jî bi wan re dikin.Ji xwe Tirkmen bahaneye. Mebesta wan ewe kû Kurd nebin desthilat.Bila herkes zanibin Tirk; Bi teybetî jî hukûmeta AKP ê ne tenê bi Tirkmena re alîkarîyê dikin. Her viha bi rêxistinên li dijî Sîyaseta DYA û li dijî hebûna gelê Kurd re dikevin têkilîyê û di binî re jî destegê didine wan. Ji bilî vê jî Dewleta Tirk, Civanên nîjadperst dişînin Kerkûkê û dest bi çalakîyê terorîstî jî kirin. Li taxê Tirkmena çalakîyên terorîstî bikartînin ji boy kû Leşkerên xwe bişînin vir. Yanî hûn zanibin; çalakîyên terorîstî kû li Iraqê dibin, ji sedî nodê wan bi derveyî Iraqê ve girêdaye.Çalakvan, çek û finansa wan cînarên Iraqê dikin. 2. Kurdistanê biparêzin. Li rojhilata navîn kesê bi kêrî we were gelê Kurde.Ji ber vê yekê; we carekê ev gel xapand lê disa gelê Kurd bi we bawere. Ger ev bawerî wenda bibe û rojekê Kurd bi İranîyan re, bi Tirkan re lihevbikin, di navbêna xwede aştîyekê bi dest bixin. Cihe we li Rojhilatanavin namîne. Evê jî li hember Cîhanê bandorek çawa bike hûn bifikirin! Ez bawerim ev jî dawihatina DYA ye.3. Û pêwîste hûn ne bi îskencekarî, bi hezkirin nêzî gel bibin. We ev gel ji bin rejîma zordestîyê biderxistin, lê hûn çavsorya bikin, cîyawazî di navbêna wede dimîne ?! Pêwîste hûn îmaja girtîgeha Ebû garîpê di hişê mîrovande xerabikin! 16 / 01 / 2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.