Ramyarî

Nabe Obama Kurdên İraq’ê Bifroşe

Thomas Barnet* · 06.02.2009 · 2 dîtin

Nabe Obama Kurdên İraq’ê Bifroşe

Şirketa min Enterra Solutions, ev dû sal e li Bakûrê İraq’ê karê avadaniyê dike. Me sûd ji modeleke aborî wergirtiye ku me navê wê daniye 'avedaniya nav pakêtê.' Vê ezmûna han wiha li min kir ku bi bawerêya min ger Serok Obama plana xwe ya bo vekişandina bilez a artêşa me li İraq’ê bicîhbîne, hewldanên Kurd bo dirustkirina welatê wan pêrgî şikestinekê dibe. Yekem, ez xeletiya xwe rast bikim, ku min navê hevwelatiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê wek ''Kurd'' anî ziman. Ji ber ku serkirdeyên Kurd dixwazin em navê wan bi ''Kurdistanî'' bînin wek ''Amerîkî.'' Çima? Ji ber ku Kurd ne tenê li Herêma Kurdistan’a İraq’ê dijîn, êdî bila navê hevwelatiyan bi netewe ve neyê girêdan. Mantiq ji me dixwaze bergiriyê li Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê bikin. Ji ber piştî Operasyona Bablîsoka Çolistanê, Amerîka berevajî navçeyên din yên İraq’ê, Bakûrê İraq’ê kir herêmeke firrîn qedexe. Ew navçe ne di jêr kulma hesinî ya Saddam de bû. Vêna jî di warê çêkirina welat de gelekî bi pêş xist û wan jî bi hezkirin ew firset bikar anîn. Ew serkeftinên han li gel milîşiya yên wan ên bi hêz ku wek Pêşmerge tên nasîn, xalên serekî ne ku ji destpêka şer ve li Kurdistan’ê tu ziyanekî negiha Artêşa Amerîka. We ew axaftin bihîstine ku İraqî bo wêya me Saddam ji nav biriye bi destgulan pêşwazî û spasiya me dikin? Ya rastî ew karê han li Kurdistan’ê rû daye. Ji bo wilo hiç bingehekî artêşa me li vir nîne û tu ziyaneke canî jî negihayê. Lewra bo dirustkirina İraq’ê dema em behsa hewldanên Amerîka dikin, pêwîst e em behsa ''Kurdistan’a baş'' jî bikin li gel ''Başûrê xirab yê Şîa'' û ''Sê koşeya ne xweşik a Sunî yan''. Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê, ji ber ku jimareke zêde ji xelkê wê li devreyê welat dijî, her wiha jimareke zêde ya Kurd ên din li welatên cîran wek Suriye, Îran û Tirkiyê dijîn, hevkariyeke wan a darayî baş heye. Serkirdeyên Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê qet bi aşkere behsa ''Kurdistan Mezin'' yan cudabûna ji İraq’ê nakin. Lê bo kontrolkirina bajarê dewlemend ê Kerkûk’ê, bi awayekî yasayî hevrikiyê dikin. Ji bedêla wêna li gor Serkirdeyên Kurd, Kurdistan’eke pêşketî, rêya İraq’eke Federal xweştir dike. Îdareya berê ya Amerîka henekê xwe bi pêşniyaza senatorê wê demê Josef Baydin dikir ku İraqeke ''parçekirî ya nerm'' di parast. Lê bi rastî ew fikir ji rastiya rewşa İraq’ê dihat ku başûr ji aliyê Şîa'yan ve hatiye kontrolkirin, Encûmenê Eşîretên Sunî jî bi xwe hikmê xwe dikin û Bakûrê İraq jî bi tevahî di jêr kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê de ye. Di vir de xala giring ew e ku Rêveberiya Bush zêde hewl neda piştî vekişînê Artêşa Amerîka bo dabînkirina herêmayetî li İraq’ê danûsatandinan li gel Îran, Suriye, Tirkiye û Erebistan’a Siûdî ye bike. Herwiha dema artêş vedikişe, em sê milîşîya yan di nav welêt de bi cîh dihêlin: Çekdarên Sunî, Hêza Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistan û artêşa İraq’ê ku bi awayekî ber çav ji aliyê Şîa'yan ve tê kontrolkirin. Lewra li gel vekişîna artêşa me, tu desthilateke Rêveberiya Obama namîne bo rawestandina hewlên yekalî yên Şîa'yan bo destbiserde girtina tevahiya İraq’ê. Ev tê wate ya destpêkirina şerê navxweyî. Ger desthilatdarên herêmê jî wek Îran û Malbata Siûd bixwazin şerê xwe li nav sînorên İraq’ê dest pê bikin, wê demê Washîngton tenê dikare rolê temaşekirinê bibîne. Lê belê tenê yek rê heye ku Rêveberiya Obama bikaribe rê li vê rêya metirsîdar bigre. Ew jî bi cîh hiştina jimareyek serbazên pêwiste li Kurdistan’ê da ku rê li derketina şerê navxweyî bigire. Ger na bi aşkere em, serkeftinên rabirdû û niha yên Kurdistaniyan dikin bi qurbana destkeftan û xwîna Amerîka, ew jî bê rewiştiye. Stratejiya ku jimareyek serbaz bi cîh bihêle, di rabirdû de stratejiyeke serkeftî bû. Bi taybetî li Başûrê Kore yê dema şerê herdû Koreyan. Pişt re li Kuwêtî piştî Şerê Kendavê yê Yekem. Ev hevkariyeke erzan û pabendbûneke hêja ye da ku em rê bidin Kurdistaniyan dirêjî bi modela pêşketî û aram bidin û bikin mînak bo hemû İraq’ê.  * Thomas Barnet, nivîskar û bîrmendekî stratejê naskirî yê Amerîka ye û li Navenda Bayker a ser bi Zanîngeha Tires’ê profesor e. - Ji Malpera ''Soripps News'' a Amerîkî hatiye wergirtin.Rudaw

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.