ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 26.09.2006 · 2 dîtin
Parlamentoya Iraqê minaqeşe li ser destûra Kurdistanê derket û parlamenterê ereb Osame Necefî ku ji Lîsteya Iraqiye ye dev avêt reşnivîsa destûra Kurdistanê û got kurdên Mûsilê ne xelkên Mûsilê ne û mihacir in. Endamên Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ji ber gotinên Osame Necefî salona parlamentoyê terk kir. Parlamenterê kurd Fuad Mesûmî piştî terikandina civînê got ew hinek îdiayên wisa ji hinek parlamenterên ereb dibihîsin ku di dema Sedam Hisênî de jî îdiayên wisa nehatibûn kirin.Fuat Mesûm dibêje li gor îdiaya Osame Necefî kurdên Mûsilê eşîrên mişextî ne û ne xelkê bajarî ne. Mûsil ji aliyê dîrokî ve bajarekê Kurdistanê ye û ji bilî kurdan ereb û mesîhî û hindik tirkmen jî lê dijîn.Li gor destûra Kurdistanê divêt gelek qezayên Mûsilê vegerin ser herêma Kurdistanê. Ereb dixwazin ko Mûsil bi hemî qezayên xwe yên kurd ve û digel Kerkûkê û Xaneqînê ji ereban re bimîne û herêma Kurdistanê ya federal wekî xwe û niho bimîne. Parlamentoya Iraqê dê sibe cardî destpê civîna xwe bike.Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.