Ramyarî

Mirov li küdera Kürdistanê û stranê kurdî binerê mirov Rasentîya Kudî û

azad · 10.07.2009 · 2 dîtin

Ezdaîtîyê têde diibînê!... Birastîjî stran û Helbestên Kürdî li ser destên shêx û pîrên êzdaîya hatina heta vê demê li ser milê xwe hilgirtine bi girtin û bi kushtina kesayeti xwe uhw. Mînak kesen weke Pir Guro, Feqîr xidir, Shêx Xelef, Pîr Mico, Pîr Nahroz, Pîr Êzdîn, Pîr Hiseyn (Dilgesh) ûhw. kesên mird jî wekî Qarpal, lazgîn seydo û Qasimê Meyro Hozan Azad nehishtine kü Keporîya Kurdî bimrê û irojî Zakokê wan vê pêmaîya wan berdewam dikin sipasîya Cenabê wan dikin. Ev tbînîya mib bu. Hozan Azad Hevpeyvînek di gel Baqî XIDIR Bi pênusa Pîr RUSTEM Dengbêj �Baqî Xidir� yeke ji yên meyî kevine. Di her demekê de, kü bablîsokek bi serê darê dikevê, lê dar hertim di cihê xwe de dimînê. Di wan rojan de, di demên van bavan de, tinebûn, xizanî, perîşanî, nezanî. Bi meremeke fireh, bindestiya wî dihêşt ku, mirov �Mirov ê Kurd� xwe tineyî bibîne. Lê van camêran, xwe li pêş pêlên reş digirtin. Hêviyek tenê, di dilê wan de dipirpitî ku, karibin çirûskekê, di jiyana tineyiyê de, bipişkivînin. ? piştî ev temenê dirêj, ji berxwedanê. Ka em binirin, çi bi seriyê wan hat. Hunermend �Cemîl Horo� yek bû ji wan. Ew çû dilovaniya xweda bêyî ku, mele ji quretiya xwe dakeve, û li xwe qebûl bike, û wî bişo û telqîn bike. Got �Ew dengbêj û mey vexwar bû�. ? di derxistina laşê wî de, du kes li pey (piş) cenaza (Meytê) wî nemeşîn. �Mihemed Şêxo� ji nav me barkir, û qêrîna xwe hêşt �Ay felek, te çima li me wakir, te konê me, ji nav kona rakir.. .�. îro jî � Baqî Xidir� kesî li dora xwe nabîne. Miletekî mirî, nikare camêrên xwe vejîne. Kurd zarên xwe �Hunermendên xwe� dadiqurtîne. Lê dîsan jî, ew bê sûce. Eger ku, damar ziwa nebin, dar wê her bimîne şîn. Ger çiqas jî pêlên reş, bi ser me de tên, lê hêvî wê her di dilên van camêran de, bihna xwe li holê belav bikê. Min ji zûde dixwest, wî bibînim û lê guhdar bikim. Bihîstina min jê re, pir bîranînin xweş tîne bala min, rojên winda, zaroktîya min tîne ber çavan. Naskirina min ji wî re divegere berî- evê dîtina min jê re- bi bîst û pênc salan. Ezî heft- heyşt salî bûm dema ku, bavê min kasêtekî wî anî û me lê guhdarî kir. ? mîna her tiştên ne li bal, ji nişkave, ez di vê demê de, li �B. Xidir� rast hatim. Kale-mêrekî tenik- dirêje, di hest û qelafeta xwe de. Min xwest ez her tiştên wî bibhîsim. Lê mixabin, wî zû bi zû, xwe bi dest min de ber ne dida. Divyabû ez fireh-fireh, li wî biqelîzim, û piştî pir kemendan , me karîbû ew bixista xefka pirsan de. * �B. Xidir� dengbêjekî Kurd e, ji herêma Koban ê, ji Kurdistana Sûriyê ye. Yeke ji dengbêjin meyî kevine (Kilasîkî) ye , deng û şêwek wî veqetî �cihê� heye, belkî evbin tiştên ku, em li ser we dizanin. De ka tu xwe bi xwendevanan bide nasîn. * Di sala xelê de, sala 1920 an de, di gundê Şêran de, li Koban ê ji êşîra Ela-Dîn min çavên xwe li ser dengê giriya xwe vekir. Eşîra me koçerbûn, û min ji koçeriyê heznekir, û piştî ku em hatin Koban ê, ez bûm cendirme (Polîs), ji hukometa Sûriyê re. Di sala 1941 an de, û di pişt re dibim cendirmê belediyê. Di sala 1947 an de min cara yekê jin anî, cara dudiwan di sala 1955 an debû. Heyşdeh zarên min hene, jê yanzdeh lawin, yê mezin Evdelah, di şerê Lubnan ê de martîr ( Şehîd) ket. Min pir hêsir û çend stran li ser çêkirin. Min heya bi senfê nihan xwend, û di pişt re bûm şivanê gund, û di demekê de jî bûbûm mele. * Stran, jiyan, çêrok, û destan.. . û em karin hîne bi pey hevdin. Em karin bêjin, ev gotin giş meremeke wan heye, nemaze ji kesên dengbêj re. Te kengî dest bi strana Kurd î ya destane kir ?. * Berî her tiştî divê tu zanibî, bavê Min �Xidir Hindawî� dengbêj bû. Ev di cih de tîne bîra mirov ku, hîne di zarokiya xwe de, ez ne dûrî strana destanê bûm. Min pirê wan ji devê bavê xwe girtibûn (lezberkiribûn). Lê heya ew saxbû (li jiyanê bû), min nestra, û weke ku min di kurtejiyana xwe de da xûyanî, min demekê karê şivantiyê kirî; Evê yekê jî, û rewşa kesê şivan û tenêtiya, wî hêşt ku, stran bibê hevalê minî bi tenê. * .. . ? piştî ku, bavê te çû dilovaniya Xweda, te ji kuve dest pêkir, ango derketina teyî holê, tu çawa derket. * Ez û Mihemed Xelîl Xazî- di salên pêncî de bû- û Mihemed Gulî, li ser tembûrê. Em hatin bajarê Heleb ê, li cem KEMRÎFON, li ser sêlikan, me stranên xwe tomarkirin, û cara pêşîn li Lubnan ê belav bûn. Ev bû dstpêka derketina min, û pir karên din hişt kü navê min belav bibe. * Emê careke din li strana destanê vegerin. Çine stranên te yên bi nav û deng, û eger tu karibî hinekî wan ji me re sayî bikî, ango temenê wan destanan, sedemên derketinên wan, dengbêjên wan. * Stranên min gotine û tomarkirine pirin, û yek karê bibêje tev bi nav û dengin, û em karin çendekan bînin zimên, mîna: Hesenê Elî Begê. Salihê Naso. Binefş (Cebelî). Husên Begê Zîlê. Delalê Edûlê. Memê Alan. Delalê Qereçî. Bê Mal. Dilo (1). Ewnî (2). Ez karim bêjim, stranên min ên bi deng evbûn. Wek tu dibînî bêhtirî wan destanan, û her yek ji wan, dîrokek li pey dimeşe. Wek ku berî nuh tê xûyan kirî, û em karin hin mînakan bînin: Strana (Dewrêş), temenê wê (180) sale, heft kat û nîvan bi stran tê gotin. Li ser şerê ku di nav êşîrên Kurdan ji aliyekî ve, û êşîrên Turk û Ecem û Ereban ji aliya din ve. Mînakek din, strana (Xezala Mendê) {3}, ji (350) î salî ve tê. Lê ji bilî vê yekê jî, hin stranên minî xasma hene, di gel alîkariya hin sazvanan. * Hevoka dawî, pirsekê tîne bala mirov; Gelo têkiliya B. Xidir bi hunermend û dengbêjê hevdem û berî û di pey te re hatin. Te çi sûde ji wan dît. Nerîna te ji wan û berhemên wan re. * Berî her tiştî divê tu zanibî, di wan deman de, wek îro me nikarî dengên xwe bighandana hev, û di rewşek wek rewşa vî miletî, lê dîsan jî ne qedexe bû ku, me di pir tiştan de alî hev bikin, çi di komcivîna hin moneseban de, û çi jî di derxistina kilamekê de. Mînakek bi çûk, strana (C. Horo) ya li ser nemir (Berzanî), saz ji min bû, û gotin û deng ji wî bûn. Lê bêhtir kêfa min ji M.X. Xazî li ser kemancê C. Horo û Elî Tico re dihat. ? ji dengbêjên kevin ên min sûde jê girtin �Xidir Hindawî� û �Mişo Bakîr� in. · .. . ? yên vê demê. * <îro ne wek duhe, dengbêj, sazvan pirbûne. ? piraniyên wan nasnakim. Lê bêhtir kêfa min ji �Mihemed Şêxo� û �S. Resol� re tê. * Ger zaro negrî, dê memikan naxîne dêv. Çi dihêle ku yê dengbêj dest têxîne bin guhê de û �Heylo kilaman bikê�, ango ev tişt, çirûsk, hesta ku dihêlê dilê yê hunermend bê kizrandin, û qêrîna wî biteqe, çiye. * Çelengî. ? ne titiştî din. Sipehî û çelengiya pîrekê dihêlê yek saz bikê. Te dîtiye kesî li ser yeke kûr sazkiriye. Lê dive yek dûrî şeref û namûsa xelkê here,wan neyne ser zimanan. Carekê min ji C. Horo re gor �Çênabe ku, yek li ser namûsa xelkê bistirê� û min da ber çavên wî ku, çawa carekê li bajara Efrîn ê kirin ku, wî bikujin. Lê xwedê kir, em tev hazirbûn, û me ew ji nav destan revand. ? bila tu zanibî eger ku pîrek di civakekê de rûniştibin, ez nikarim sazbikim, ji fedî �Şerm� re, û pir caran min xwe eşkere ne dikir. * Tu bi xwe hatî ser wê tîpê. Pîrek di jiyana B. Xidir de, bi çi rolê rabû, lîst. Heya bi kîjan derecê, pîrekê tu qels û tineyî kir, an jî tu derxistî kîjan asûmanî. * Wek ku ji berî kêlîkê, min dayî xûyanî. Pîrek hêşt ez bibim dengbêj. Erê ez gelekî fedokî bûm, lê evê yekê nehêşt ku ez ji sîh û heft keçikan heznekim, lê bi yekê re jî neçûm serî, û belkî te çêroka min û keçika ku tifû ser min kirî bihîst. Di demên ku ez şivan bûm, rojekê min pez bi aliyê kenara çemê Ferat ve alda. Ez li ser timbekî rûniştim û min kurkê xweyî bi pênsid cih hatî perspankirin li xwe pêça. Sibeheke buharê bû, royek zelal ji pişt çiyan ve bi derket, û di wê hîngê de qelfek qîzên gund, bi ser min de hatin. Min jî dest xistibû bin guhê xwe de û min heylo stranan kiribû. Katek-dudu çûn, pez winda bû, ro hat nîvro, lê keçik ji cihê ku tê de rûniştibûn nelivîn, û gava min bir ku pez bi carekê winda bû. Min stran sekinand, û divya bû ez di nêzîkî wan re biborim. Dema ez nêzîkî wan hatim, yekê bi tijî dengê xwe got hêşt ku ez bibhîsim �Herî li serê me be, ev deng ji vê qelafetî dihat... Tifî� Ji ber vê yekê ez dibêjim eger ku, hûn dixwezin min nas bikin, ji piş ve li min binirin. * Em hinekî nêzîkî birîna rojane, birîna kefnikî bibin. Tu û polîtîk, têkeliyên te bi Partiyên Kurd re. ? tu bi yê din re, çawa li ser kurdiyeta xwe di axifî. * Berî her tiştî dixwezim bêjim bav-kalên min Erebin, ji êşîra Gêsiyane, ji herêma Heran ê, lê hîne bavê min, zimanê Ereb î ji bûr kiribû. * Tu çawa xwe dibînî. * Ez Kurdim, lê mixabin, ne Kurd min qebûl dikin, ne jî Ereb, û careke din mixabin ku em bes bi navê xwe Kurdin. Çima M. Berzanî û Celal Telbanî li hev nakin. Partiyên me nesaxîne û dixwazin nesaxiya xwe berdin nav milet, û berdidin. Kê got (Newroz) ya Partiya ye heya ku her yek bixweze parekî ji vî miletî, bi ser xwe de al de. Her yek çavên xwe li kursiyê ye, lê tevî gişî jî, ez bi yekbûna wan re me, dîsa mixabin, kesî durust di nav wan de tineye. ? şaxê dudiwan ji pirsê, ez dibêjim stranên min gotine bersiva wê didin. Ji zû de, ez carekê derketim Turkiyê di dema K. >vrîn de bû. Li bajara Entab ê em rûniştibûn, di civînê de yekî gote min eger ku çengelê bi ber te keve, wê te bişînin Amed ê, lê min dest xist bin guhê xwe, û min heylo Derwêş kir. * Te kes nehêşt, ma Kurd tinene. * Kurdên heqîq (Rast û durust) ên êzîdî ne. * Pirsek bi lez û belkî a dawî be jî, strana ku te dixwest hertim bibêje. * >mo ya >lê bû. ? di vir de dest xist bin guhê xwe de, û dest bi stranê kir. ? piştî ku, hinekî kela xwe rijand û ew bê deng dimîne, ez jê pirsîm. Gotina dawî bibêj... * Em bê xwedî ne ( Xwedanin). Cindirês 1997 Têbînî: (1) Herdu stranên dawiyê, yên wîne. Çi ji aliyê gorin,saz û bi dengê wî belav bûne. (2) Evî kesî li Turkiyê Qunsilekî Ciho kuşt, û bi sedema vê yekê reviya hat Sûriyê, lê dîsan jî hat girtin. (3) Ji gotina (Mend) yek dikare bibêje belkî ev dîrok, ne gelekî durust bin. Ji ber ku, gotina Mend, me vedigerîne (Tewrata) cihwa, û dîroka ji berî zayînê ku ji miletê Medya re digotin Mend. ? hêviya min ewe ku, rojekê destanlociyên Kurd î ku karibin dîroka miletekî binivîsînin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.