ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Bedran Ehmed Hebîb · 17.10.2005 · 3 dîtin
Dezgayê Çap û Belavkirina Aras li roja 18’ê teşrîna duyem 2005 ji bo sê roja Festivalekê ji bo rêzgirtina bi bîranîna 200 saliya ji dayîkbûna helbestvan û dîroknivîsa navdar a Kurd Mahşerefxanî Ardelan ku bi Mestûrey Kurdistanî tê naskirin, saz dike. Ev bîranîna çend çalakîyên hunerî ên du alîyê ewşenbîrî ên giring pêk tê:Yekem; Pêşkêşkirina çendîn mijar û lêkolîn li ser jiyan û berhemên Mestûrê. Ji bo vê yekê jî dawa ji lêkolînvanên Kurd dikin ji bo dewlemendkirina bîranînê, ew kesên babetek di derheqa Mestûrê de hebe, em kêfxweş dibin ku têde beşda bike û dikarin babetên xwe bihêhînin navnîşana dezgayê Aras li Hewlêr. Telefona Dezgayê Aras: 2242847 an jî dikarin bi rêya navnîşana posteya elektronîk a Arasê: araspb2003@yahoo.com bişînin.Duyem: Pêşkêşkirina çendîn babet û berhemên jinên Kurd bi sedema bîranîna Mestûrê û merc nîne babet pêywendî bi Mestûrê ve hebe. Mebest ji bo vê yekê jî bilind nirxandina berhem û dahênana jinên Kurd ji bo yadkirina rewşenbîreka Kurd ku helbest, dîrok û lêkolînên curbicur di serdema xwe de pêşkêş kir, beşdarî di jiyana civakî û rewşenbîrî a Kurdistanê kir. Ne tenê her li rojhelat bigire, li hîç şûnekî din jî mafeylî jin wisa bi awayekî giring dîyar nebû. Li vir dawa ji jinên helbestvan, çîroknivîs, hunermend dikin, ew ên hez dikin di vê yekê de beşdar bin li ser heman navnîşana jorê pêywendî li gel me bikin ji bo şandina berhemên xwe an pîşandana awayê beşdarîkirina xwe.Tikaye heta roja 12.11.2005 mohlet heye ji bo beşdarîkirinêBedran Ehmed HebîbRêveberê Dezgay Çap û Belawkirdinewey ArasHewlêr- Kurdistan
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.