ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Eskerê BOYîK · 11.05.2008 · 2 dîtin
MÊRXAZÊ WELETÊ SOVÊTÊ: SEMENDÊ ELÎ SÎABENDOV MÊRXAZÊ WELETÊ SOVÊTÊ: SEMENDÊ ELÎ SÎABENDOVEskere BoyikSemendê Elî Sîabendov: Mêrxwesê Yekîtya Sovêtê, xebatçîkîê dewletêyî derecebilind, navekî gelekî hêja, hizkirî li nav Kurdan Sovêtê da… Evdekî berbihêr, xerîbdost, ruhsivik.Pêşewitekî gelê xwe, Komara Ermenistanê da bi nav û deng...Min jêra digot Apê Semend.Havîna sala 1961 ê, ez û bavê xwe çûbûne bajarê Êrêvanê. Wê dema salê, welêt da, gênca kaxazên xwe ji pey qedandina mekteba navîn ra, didane zanîngehan, ku bikevne êntyamên qebûlbûna xwendina bilind. Me dokûmêntê min biribû, ku bidne Înstîtûta Êrêvanê ya Malhebûna Gundîtyê. Çiqas jî xwestin û hizkirna min edebyet bû, lê bavê min pir dixwest ku ez di warê gundîtyê da bibim pêşekzan, ji pey xwendinêra vegerim gundê û serokatyê kolxoza gundê me bikim. Min ra jî hatibû Êrevanê, ku nişkêva, kaxazê xwe nedime cîkî din.Me dokûmêntên min tesmîlî înstîtûtê kir, û kûça li rex wê zanîngehê ra em berjêrî nava bajêr bûn. Wê demê merkeza bajêr meydana li ser navê Lênîn bû. Ew meydan bi temamya xemla xweve çêkirinêva pir bedew bû, Kompilêksa avayan, heykelan, hewz û kanyên avsare bi mermer, heykelê Lênîn xemleke hêja didane meydan ê. Avaya da parlamênt, hukumat, wezîretên komarê cîkirî bûn, otêl, post, rêstorant, dukan, kînotîatir bi rezê bûn. Wura, em li ber avayîkî pirqatêyî bedewî bi kevirê sipî sekinîn:-Hatin hatine,- bavê min got,- em serîkî apê teyî Semend xin, eva sî salin me hev nedîtye. Çika ezê bême bîra wî?Em ji dergevanê ber dêrî hejmara oda rûniştandina Sîabendov hisyan û hilkişyan qatê sisya. Oda qebûlkirna wî da sêkrêtara wî, pîrekeke navsere rûniştibû:.-Kerema xwe bêje Sîabendov, bê Boyîk hevalê teyî berê, hatye, dixweze te bivîne.-Kurd, hema kê tê, dibê ez hevalê wîme, qewmê wîme, pismamê wî me… Dixwezin ecele wî bivînin. Nafikirin karê wî heye, mijûle…Îro dema qebûlkirina wî nîne, herin sibê werên,-sêkrêtarê hevkî berk cawa me da.-Bêjê…Hela me û sêkrêtarê ber hev dida, derê odê vebû, camêrekî bedewî porsipî derket. Gava çav li me ket, hat bavê min hemêz kir û em birine oda xwe. Jinikê ecêvmayî pey me dinhêrî…Destpêka salê sîyî ew û bavê min, dibistana gundê wî, Sengerê da tev dersdar xebitî bûn.Min tê derxist ku hevaltya wan şîrin bûye û bîranînên gênctîyêye xweş dilê herdada mabûn…-Demeke xweş bû, Boyîk mala me da dima, em wek bira bûn…Paşê bayê emir her yek ji wan rêkê da biribû…Herd jî tevî herb bûbûn, dijî faşîzmê şerr kiribûn… Bavê min hêsîr ketibû. Lagêrên hêsîraye xezeb da bi teherekî xilas bûbû. Ji pey şêrr ra xwestibû vegere mal lê jî bo hêsîrketinê, ketibû devê zulma stalînîzme, hema rê da girtibûn, sirgûnî Sîbîrê kiribûn, kanên komirê da xebitîbû. Tek ji pey mirina Stalîn ra vegeryabû gund…Ji pey axaftineke germ û bîranînên rojên buhurî ra, bavê min menya hatina me ya Êrêvanê jêra gilî kir…Wê demê li weletê Sovêtê, xazma komarên Kavkazyayê da ketina înstîtût û ûnîvêrsîtêtên xwendina bilind pir dijwer bû, carna hebûna nas û dostan, dayîna ruşetê ji zanebûnan çêtir rol dilîstin. Ya min jî zanebûn hebûn lê ruşet, nas û dost tunebûn.Min wura tê derxist, çima, bavê min ez anîbûm bal apê Semend, cîgirê wezîrê Malhebûna Gundîtyê yê Komara Ermenistanê…Çar êntyama ra gerekê ez derbaz bûma. Sisê min baş dan. Ya çara dema min cawa xwe da, xilas kir, mamista, yekî qemerî, porsipî (paşê pê hisyam cîgirê serokê Înstîtûtê prof. Axacanyan) bi ken min ra got:-Nizanim ji vê êntyamê te derbazbî yan ne…Hema niha here bal Semend Alîêvîç, ewê menyê tera bêje.Bi rastî, ez tirsyam, tevî hev bûm, min cawa xwe baş dabû: „ Ji bo çi, çima min dişîne bal apê Semend? Şerme, ew camêrê derheqa min da çi bifikire? „Çareke mine din tunebû, ez rast çûme bal apê Semend. Hîvya min bû. Kenya destê xwe pişta min xist:-Eferim birazî, mamosta pir zanebûnê te razîne… Rehet here mal, bavê xwe silavke. Yekê Sêptêmbêrê were dersê xwe…Wê demê cîyê mayînê xwendkaran pir kêm bûn… Kûrsa me da 40 keç û xort hatibûn qebûlkirin. Bawarkî tev jî yên gunda bûn. Cî dabûn tek şeş xwendkaran. Ji wan yek jî ez bûm.Rasthatina min tevî wî evde mezin usa dest pê bû… Min xwendin xilas kir, paşê doktorî. Xwestina bavê min nebû. Serokê gund ji min çê nebû. Înstîtûta Aboryê ya Malhebûna Gundîtyê da bûme berpirsyarê parê…Usa hate stendin ku xebata me herda jî di werê Malhebûna gundîtyê da bû, em timê bi hevra tevî civîna dibûn, tev gund û bajarê Ermenistanê digeryan.Wek bavekî xemxur timê guhê wî li ser min bû…***Mêrxesê Welatê Sovêtê Semende Elî Sîabendov sala 1909 a li gundê Hesencanê, qeza Qersê maleke Kurden êzdî da hatye dinê. Wê demê ew herem dikete nav hidûdên dewleta Rûs.Hela zarok bûye dest bi herba cihanêye ewlin dibe. Ew herem dibe qada şerê osmanyan, rûsa, tevgera ermenyan. Zyaneke pir mezin digihîje Kurdên wê navçeyê yên Êzdî. Malbeta wan jî tevî hemû êzdyan mal, milk û hebûna xwe dihêlin bi undayên mezin Ava reş derbas dibin direvne Ermenistanê, gundekî êla Elegezê: Sengerê, li bal qewmên xwe cî dibin.Şorişa Oktobirê dewî deshiletdara împêratorya Rûsyayê tînê. Lşlerên rûs heremê dihêlin û vedigerne welatê xwe. Roma Reş bi leşkerekî giran dikeve wê navçê. Deshiletdarya Ermenya nikare herêmê bi qewata xwe xweyîke. Ordiya Tirkan tev hêzên hemîdyan tên digihîjin heta gundên Êzdya yên pala çyayê Elegezê. Gelek Êzdiyan qir dikin. Halê xelkê çiqas diçe dijwer dibe. Ji şêr, xelayê, nexweşyan, bêqanûnyê qira evda tê. Tek pey qeydê Sovêtê ra ewlekarî cê dibe. Diçin bajarê Tilbîsê. Semendê biçûk li wur demekê paletyê dike, mekteba şevê, ku seva zarokên Kurdan yên sêwî û bêxwedî ra vekiribûn, dixûne.Sala 1928 a bi isyatîva Erebê Şemo, komek gêncên Kurd dişînine bajarê Lênîngradê xwendine. Semend jî li nav wanda bûye. Ji pey xwendinê ra vedigere gundêxwe Sengerê. Wê demê kadrên xwendî li nav kueda da pir kêm bune. Berê dibistana gund da dersdaryê dike, paşê tê bijartin wek Sêkrêtarê ewlin yê partya Komûnîstê nehya Elegezê û parlamêntarê (dêpûtatê) parlamênta Komara Ermenistanê... Weletê Sovêtê da hukumdarî tev destê hizba Komûnîsta da bû. Her dera hukum ya Sêkrêtarê ewlin bû.Sala 1941 ê wî wek xebatçye partyayêyî payabilind, sêkrêtarê yekê dişînin bajarê Moskvayê xwendinê: Kursên sîyasî-hizbîtêyî bilind.Wura jî dibihî, ku şer dest pê bûye, Almanya Faşîzmê hicûmî ser Yekîtya Sovêtê kirye, gund û bajara dişewitîne û ecele pêşda tê. Hema ji wur jî, wek qumandarê hizbî-sîyasî dişînine pêşenya şêrr.Roja ewlin heta dewya wê herba xezeb, ew, alaya xwe va bi mêranî, di nav êgir, mirin û xûnê, qewlên zor û zemet ra derbaz dibe. Tevî şerên seva Moskivayê, azadkirin û ji dijmin paqijkirina bajarê rûsyayê Tûlaye, qezayên Kalûjsk û Biryanskê, Komara Bêlêrûsyayê, dewleta Polandê dibe, digihîje Rojava Pirûsya Gêrmanyayê. Wur cawa altindaryê û dewya şêr dibihên.Wan şerra da gelek cara birîndar dibe, dikeve nexweşxanên leşkerî, ji pey qencbûnê ra dîsa vedigere pêşenya şêrr, alaya xwe.Ji bo efatyê, jêhatinê, mêranyê, culetyê, şureta serleşkeryê û emekê wîyî şexsîyî di serketina opêrasyonên dijî dijmin da Semend Syabendov du cara hêjayî ordênê Ala Sor dibe ( salên 1943 û 1944 a), sala 1944 a ordêna Sûvorov ya dereca duda didinê, meha sibatê dîsa wê salê hêjayî ordêna Şêrr ya dereca yekê dibe…Nav-dengê şervanê Kordî efat welêt da bela dibe. Çendek nakeve navberê 24 adarê sala 1945 a, duh meh berî altindaryê bi qirarnivîsa Serokatya dewleta Yekîtya Sovêtê ewlede gelê Kurd, şervanê efseneyî, palpalkovnîkê Ordya Sor Semendê Elî Sîabendov hêjayî rewa û weletê Şovêtê da navê herî bilind Mêrxwesê Yekîtya Sovêtê dibe.Eva ne ku tenê ji bo şexsê wî lê ji bo temamya bi dehan hezara Kurdên wî welatî. nav û rûmeteke mezin bû.Şedên wan sala gilî dikirin, ku axlêva sala 1945 a, besa wê bûyara kêfxweşyê digihîje xelkê nehya Elegezê…Dibêjin serokê nehya wan yê berê, Semend Sîabendov hêjayî navê Mêrxwesê Yekîtya Sovyêtê bûye. Gundê wî: Sengerê da, li ber derê mala bavê wî şaynetyeke mezin çê dikin. Xelkên kurd û ermen yên wê nehyê û nehyê dorê dicivin, ji serokatya Komarê, leşkerên payabilind ji Êrêvanê tên, şaynetîke mezin çê dibe û nema rûmetê-şêkirdaryê ya serokatya ordya Sovêtê, ku li ser navê bavê mêrxwes hatibû şandin dixwendin…Ew neme belgekî dîrokîye. Têda derheqa mêrxwesî, efatî û emekê lawê Kurd di şerkarya dijî dijmin da tê gotin. Neme bi van xeta dewî dibe:„…Razîbûn û sipasyê mezin wera, Sîabend Alîêvîç, ku we, ewledekî hêjayî wek Mêrxwesê welatê me mezin û perwerde kirye. Wera sehet-qewat û jîyana bextewar“.Ji pey şêrr ra ew dîsa vedigere Ermenistanê xebata edil. Birînê şêr kûr bûn. Mal tunebû ku zyan nedîtibû. Gund û bajar xirav bûbûn. Dijwerî çiqas bêjî hebûn.Pêşyê Kommerkezya Partya Komûnîstyê ya Ermenistanê da dixebite, paşê dîsa tê bijartin wek Sêkrêtarê ewlin yê nehya Elegezê. Nehî bawarkî ya Kurda bû. Pirsgirêkên aborî, civakî, kûltûrî, sosyalyêye nehyê pir bûn. Serokê nehyê ji bo xweskirina halê xelkê her tiştî dike.Sala 1950 li paytextê weletê Sovêtê Moskivayê Mekteba Hizbîye here bilind xilaz dike.Ji sala 1952 ew wezîreta hukumata Ermenistanê da derbazî li ser kar dibe, berê wek cîgirê Wezîr, paşê serokê beşa kadra…Û usa heta dewya jîyana xwe.Sala 1989 a, heyştê neh salya xwe da diçe ber dilovanya Xwedê.***Sîabendov pêşewitekî gelê xwe bû. Guhê wî tim li ser jîyana komarêye kurdewaryê bû, wek mecalê xwe tevî hatin-çûyîn, eyd-erefatên gelê xwe dibû.Sala 1960 î bi veçêkirin û hazirkirina wî destana „ Sîabend û Xecê „ hate weşandin, kîjan sala 1962 bi ermenî jî hate wergerandin û weşandin.Poêma wî ya bi navê „ Jîyana Bextewar“ sala 1966, wergera Ermenî jî 1969 hate weşandin. Poêm hewaskare. Nivîskar, poêmê da, derheqa jîyana xwe da gilî dike.***Derheqa mêranya Mêrxwesê Yekîtya Sovyêtê Semendê Elî Sîabendov da gelek stiran hatibûn hûnandin û li Ermenistanê dihatin stran.Emê ji wen stranan yekê raberî xwendevanê xwe bikin: (Çevkanî: FOLKLORA KURMANCYÊ, hazirkirina Hecîyê Cindî; Êrêvan-1957; rû: 291).SEMENDÊ SÎABENDMêrxwesê Tifaqa SovêtêTu kela mêranî, mêrxwaso!Şerekê çê bû li Gomêlê bilindcyan,Eskerê kafirê Hîtlêr êvarda dikşe ser eskerê me bi du-sê cîya,Semendê Sîabend sond xwerye bi sonda temam,Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr,Hav û dengê wî wê belabe nav kom neyara.Tu kela mêranî, efato!Şerekê çê bû çemê Gomêlê wa bi çîle,Avtomata bavê Tîtal êvarda wile-wîle,Semendê Sîabend sond xwerye bi sonda temam,Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr, derbazke Bêrlînê,Ê qirke-qirke, ê dine wê bigre dîle.Tu kela mêranî, xweşmêro!Şerekê çêbû li çemê Gomêlê dev zinaraSibeye, wêda tê dengê bavê Tîtal, nalîna van faşîstan,Semendê Sîabend, sond xwerye bi sonda temam,Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr, derbazke ji Bêrlînê,Nav û dengê wî wê bela be li nav gund û şehera.Tu kela mêranî, birayo!De lêxin, birano lêxin,De lêxin, hevalno lêxin,Nîşanê bigrin, nîşana xwe şaş nekin,Li orta enya van kafira xin,Cendekê van faşîsta li erdê raxin,Heyanî dergê Moskivayê-Navê Semendê Sîabend li dine xin!***Deha hezara Kurdên weletê Sovêtê bi mêranî beşdarî Herba navbera Faşîstên Alman û welatê Sovêtê bûn. Wî şerê dijwer da bi hezaran hatne kuştin, seqet bîn, mal çûne ber mîratê, jin bî, zarok sêwî man, xwestin, miraz û merem teribîn…Gelek jî bi ordên û medalên altindaryê vegeryan… Rojhilatzanê kurdî remetî, serokê para Kurdzanyê ya Înstîtûta Rohilatzanyêyî berê Xalit Çetoyêv lêkolîneke pir giranbiha li ser vî babetî kirye û pirtûkeke delal bi zimanê rûsî weşandye.Di dîroka wê herbê da Kurda jî nave xwe nivîsîn… Lê ew dîrok bi steyrka zêr, ya Mêrxwesê Yekîtya Sovêtê Semêndê Elî Syabendov xemilî.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.