Ramyarî

MÊJO YÊ TEVLEHEVÎ, NABÊ ZELALÎYA JÎYANÊ...

W. SEBRÎ · 26.03.2007 · 2 dîtin

Bi tayîbetî li Bakurê welat zedetir mejo yê me kurda tevleheve.Sedem gelekin.Pirs ; Kurd chî dixwazin, chawa dixwazin.. armanc, peshneyar chi nin?Xwastin li ser navê Kurdan ne zelal e.Ger merov 30 sal sher bike , dibe ku hinek tishtan bi dest bixîn e.Lê li ber chava ye ku me gelek wenda kirî ye , û tu tishtek ji bi dest nexistî ye heta iroj.5 hezar gunden me hatî ye shewîtandin, tawanbar bu ye.Nizîkîya 7 mîlyon kurd bune kochber û berê xwe dan metroplên Tirka.. Kurdistan vala bu ye.Bingehî yên welatê me tar û mar bu ye. Me di navaxwede dijmin ava kirî ye, nexweshî yên xwe girantir kirî ye.Ewqas xwîn hatî ye rijandin. Xwîna sor li ser kevira bu ye xwarina mishk û maran.Xwîn û xwidana enî yê ne ji bo yê netishtek, nexwazîyek tê dayin, rijandin.Tê de dibe ku armanc hebe.Ez bixwe wek kesek naxwazim xwîna min ji bo bratîya gela bê rijandin.Xwîna min ne xwîna mirîshka ye.Ger xwîn ji min tê xwestin, bila qurbana azadîya welatê min be.Bila ji bo avakirina zimanê min be.Bila ji bo berjewendîya netewa min be.Bila ji bo yê avakirina nav netewa kurd be.Ji bo yê dîmoqrasî yê ku di nav welatên min de ava be.George Orwell:"Hemu wehshe (heywan) wek hevin, lê hinek ji wan , zêdetir wekhevtirin."Dibêje.Wek em bejin bingehîya netewê ku li ser berjewendîya kesayeti ava bibe ,demoqrasi ji dibe lîstika zarokan.Yê ku wek te nefikire di carek te li ber shopa te dikeve. Li ber topa Evdilmusa dikeve.Kurd êdî bila li ber topa Evdilmusa nekevin.Kesayetîya rêxistina bu ye peyva G.Orwell. Bila di vî peyvêde dem û waxt derbaz nebe.Li welatek bindest ,kolonîyekte bingehî tîke tîke ye.Li welatê me, bi tayîbetî li Bakur jî, ji tîkê jî xirabtire. Bu ye derhem.Ger li Bakur ev zelalî ya mejo tunebe , ewê berê xwe bidin Basurê welatê xwe.Li wederê armanc, xwazî, rê û ribar zedetir zelal e. Bihna chîya yê Xernedî, êdî ne xernedî ye, bervê xerê û hêvîyê ye. Bervê xêrxwazîyê ye.Herchar alî yên me shewat e, dijmin har bu ye. Dema ku pirsa Kerkukê tê hole, hartir dibin.Barzanî mafê kurda tîne ziman , ew radihêlin cho yên xwe, nishan didin,dixwazin chavtirsî yê bidin.Erishkarî, chavtirsî bu ye karê Tirk û Ecem û Ereba.Ger ez jî ji wanere bratîyê bixwazim û xwîna xwe jî ji bo yêxatire wana birijînim , gelo ma ev rewa ye.Ew erishên min dikin ,dixwazin min ji holê rakin , ez jî azadîya wana dixwazim...!Pîrê nemre bihar tê, Kalo nemre azadî tê..!!!Mêrxasîya Kurda bu ye lîstoka zarokan carek din.Bi tenê dengê teqîna tifingê ji dervê tê..TEQ,TEQ..û dengê bi pêre jî ; "bijît bratî ya gela ye."Bi rastî mejo yê tevlehevî , ne xêr ji xwe dibine û ne ji xêr dide dev û dora xwe.Herduya ji dilewîtîn e.Rasî ya kurdan li Basurê welat e.Berê xwe nede Shamê,Tehran û Enqerê ,lê berê xwe bide Hewlêr e.Li Hewlêrê sewqa rojê xwe dayê chiya yê Agirî û tîn dide.Roj bilind bu ye li ezmanê sayî de.Li Varto yê jî xortek destê xwe dihecîne, pêshkîra xwe li ba dike , di detstande pêshkîrek sor, tê de shaxên kesk û zer dibiriqe.Destên xwe li ba ke bavê mino, tu her bîjît..Diqîre bi dengek bilind û mejoyek zelal ; Bîjît bratî ya kurda. Bîjît azadîya welatê min.Wey tu her bîjît. Dema te xwesh.w.sebrî,

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.