Meha Adarê ji bona kurdan mehek girîng e…
ÎBRAHÎM GUÇLU
·
23.03.2012 · 2 dîtin
Di jiyanê de her demsal û her meh ji bona mirovatî û kurdan jî girîng e. Lê meha adarê ji bona kurdan girîngtir e. Di meha Adarê de, di dîroka nêzik û dûr ya kurdan de gelek bûyerên girîng yên xweş û nexweş qewimîne. Ez dixwazim bi giştî li ser van bûyerên dîrokî rawestim û şirove bikim.
14ê Adara 1903-an: Mele Mistefa Barzanî hat dinyayê û 1ê Adara 1979-an; Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe…
Serok Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1903-an de tê dinya ye. Ew ji binamelek şêxîtî û kurdperwer tê dinyayê. Ew, bi diya xwe re hîn di zaroktiya xwe de, dema 3 salî bûye di zîndanên Osmaniyan de dimîne. Malbat û birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam Barzanî li hemberî Împeratorî û desthilatdariya Osmaniyan dikevin nav serîhildanê.
Şêx Evdilseşam Barzanî dema ku Berzanî 13 salî ye, li ber çavên wî îdam dibe. Ev bûyera li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî bandor û tesîrek mezin çê dike. Mele Mistefa Barzanî wê demê biryar dide ku dê ya ji bona mafê miletê kurd nekeve nav hewildanê, an jî dema ku ket nav hewildanê wê demê dê tu wext teslîmî dewletê dagirker nebe.
Mele Mistefa Barzanî di jiyana xwe de ev yeka pêk anî.
Mele Mistefa Barzanî, hemû jiyana xwe di mafqezençkirina miletê kurd, têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê de derbas kir.
Di sala 1943-an de li hemberî Dewleta Iraqê di bin serokatiya Şêx Ehmed de şerê milî meşand. Piştî ku serîhildan û têkoşîna wan şikest xwar; derbasî Rojhşilata Kurdistanê bûn. Ew beşdarî damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû.
Mele Mistefa Berzanî her çiqas xwediyê hêzek mezin ya leşkerî bû jî, serokatiya Qazî Mihemed pejirand, xizmeta avakirin û pêşxistina Komara Kurdistanê ya Mehabadê kir. Hîç wextekê nefikirî ku mudaxelaya îradeya serokatiya Komara Kurdistanê bike.
Dema ku Îranê ji bona rûxandina Komara Kurdistanê derfet dît, ji Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed daxwaz kir, ku ew jî bi wan re biçe Yekîtiya Sovyetan. Dema ku Qazî Mihemed biryar da ku bi gelê xwe re bimîne û encama xerab bi gelê xwe re parve bike, wî ji ew biryara wî re rêz girt.
Ew û hevalên xwe encama şerê Dewleta Iraqê, Îranê, Tirkiyeyê derbasî Yekîtiya Sovyetên bû.
Beriya ew û hevalên xwe derbasî Yekîtiya Sovyetê bibin, wî û hevalên xwe Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK a Iraqê) ava kirin. Roja partî ava bû, Serokdewleta Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hat dinyayê. Dema ku ew derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn, Mesud Barzanî û diya xwe jî vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Ew di sala 1946-an de çûn Yekîtiya Sovyetan. Ew 12 salan li Yekîtiya Sovyetan wek penaber man. Wî û hevalên xwe li Yekîtiya Sovyetan gelek zehmetî kişandin.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, di sala 1958-an de, piştî gûhertina desthilatdariya siyasî li Iraqê, vegeriyan Iraqê. Beriya bên Iraqê çûn Misirê û serokê milî yê ereban Nasir pêşwaziya wan kir.
Dema ku ew hatin Iraqê, PDK a Iraqê legal bû û xebata xwe aşkere meşand û kongreya xwe li Baxdatê li dar xist.
11êAdarê 1970: Peymana Otonomiyê- 6 Adarê 1975: Peymana Cezayîrê…
Wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, di sala 1958-an de li Iraqê desthilatdariya siyasî hat gûhertin. Desthilatdariya siyasî ya nû îlan kir ku di Qanûna Esasî de gûhertin pêk bîne, mafên milî û îdarî yên miletê kurd teslîm bike. Ji bona vê jî dixwestin ku Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetên vegerin Iraqê. PDK a Iraqê jî ji meletê kurd re serokatî bike û xebata xwe legal, aşkere bidomîne.
Mele Mistefa Barazanî û hevalên wî, berpirsiyarên PDK a Iraqê girêdayî ceribandinên berê yên nexweş û nebibawerî; daxwaz kirin ku pêşî desthilatdariya merkezî ya Iraqê di Qanûna Esasî de gûhertin pêk bîne.
Ew dawaza wan pêk hat. Di Qanûna Esasî de gûhertin çê bû û hat pejirandin ku Iraq ji du miletan pêk tê û zimanê kurdî jî li Iraqê dê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdayî.
Lê hezar mixabin piştî du salan ev gûhertina ji aliyê hikumeta navendîya Iraqê de neket jiyanê.
Ji bona ku ew peymana di navbeyna hikumeta merkezî ya Iraqê û PDK a Iraqê pêk nehat, di bin serokatiya Barzanî de Şoreşa Îlonê di sala 1961-an de dest pê kir.
Hemû gelê kurd bi her awayî beşdarî Şoreşa îlonê bûn. Hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê, rewşenbîrên Kurdistanê ji Şoreşa îlonê re xwedî derketin. Miletê kurd gelek êşiya û bi dehhezaran kurd şehîd ketin.
Lê Şoreşa Îlonê encam da, Hikumeta Navendî ya Baasî mecbûr bû, ku di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de mafên kurdan teslîm bike, li Kurdistanê Otonomî ava bibe.
Ji bona vê jî di 11 Adarê 1970-yî de Peymana Otonomiyê hat qebûl kirin. Miletê kurd li welatê xwe bû desthilatdar.
Di Peymana Otonomiyê de hat pejirandin ku statuya Kerkukê piştî çar salan encama referandûmê bê diyar kirin. Hezar mixabin dema ku ji bona Kerkukê referandûm hat rojevê, di navbeyna Kurdan û Hikumeta navendî ya Iraqê de şer dest pê kir. Di vî şerî de Yekîtiya Sovyetan raste rast ji Hikumeta Iraqê re pişitgirî kir. Piştî demekê jî, Îranê û Dewleta Yekgirtî Amerîkayê (DYA) dest ji piştgiriya xwe ya Kurdan berdan.
Dewleta Iraqê û Îranê di navbeyna xwe de di 6ê Adara 1975-an de Peymana Cezayirê pêk anîn. Dewleta Tirk û Sûriyeyê jî ji wan re bûn alîkar. Encama Peymana Cezayîrê Otonomiya Kurdistanê hilweşiya û kurd koçber û perîşan bûn. Kurd mecbûr bûn ku biçin li dewlên kolonyalîst bijîn û penaber bin.
Mele Mistefa Barzanî di vê bûyerê de geşlek êşiya û nexweş ket. 1ê Adar a 1979-an de li DYAyê çû ser dilovaniya xwe.
12ê Adara 1971: Li Tirkiyeyê Darbeya Leşkerî…
Li Tirkiyeyê piştî salên 1960î û bi taybetî jî piştî sala 1965-an Tevgera Milî ya Kurd xurt bû. Kurdan xwe di qada legal û îllegal de rêxistin. Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (1965) û DDKO (1969) ava kirin. Di TÎPê de bi nansameya kurdî xebata xwe meşandin. YTPê de cî girtin.
Li Tirkiyeyê di demek kurt de Tevgera Milî ya Kurd girseyî bû û sînora rewabûna xwe fireh kir. Xwendevan û rewşenbîrên Kurdan hebûna xwe û miletê xwe aşkere anîn ser zimên û mafên xwe yên milî parastin.
Di heman dem de tevgera çep û ya sinîfî jî li Tirkiyeyê xurt bû. Di navbeyna Tevgera Sosyalîst ya Tirk û Tevgera Milî ya Kurd de dem-dem hevkarî çê bû û tîfaq pêk hatin.
Ji aliyê din de burjuwazî her ku diçû xurt dibû û sînorê desthilatdariya Kemalistan teng dikir.
Loma leşkeran di 12ê Adara 1971-an de darbeya xwe çêkirin.
Hemû rêxistinên çep, sosyalîst, rêxistina kurdan DDKO qedexe kirin.
Bi hezaran şoreşger û sosyalîstên tirk hatin girtin, êşkence kirin, ceza kirin.
Li Kurdistanê bes sosyalîst û siyasetvanên kurdperwer ne; mîr, axa, şêx, mele, gundî, karker, xwenda û nexwendeyên kurdan bi awayekî girseyî hatin hepis kirin, êşkence kirin û ceza kirin.
Li siyasetvan û rewşenbîrên kurdan, bi tevayî li kurdan mûameleyek taybet hat kirin. Îdîanameyên wan dereng hatin amade kirin, di dadgehan de hiqûq bi her wayî hat îxlal kirin.
Lê ew mûamelaya dîktatoriya leşkerî di heman dem de bû sedem ku Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê piştî salên 1974-an xurttir bibe, gelek rêxistinên Kurdistanê ava bibin, tevgera milî ya kurd xwe bi metodên nûjen û û ilmî pêş bixwe.
16ê Adara 1988-an: Qetlîama Helepçeyê…
Her çiqas encama tîfaqa qirêj û herêmî ya dewletên kolonyalîst Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin jî, miletê kurd teslîm nebû. Miletê kurd jinûve di bin seyrokatiya Giyade Mûwaqqet-PDKê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de di sala 19076-an de dest bi têkoşîn û şoreşê kir.
Rejîma baasî û saddamî ji bona ku vê şoreşê bitemirîne her metodek faşîst, nîşajperest bi kar anî. Komkujî û qetlîamên dewleta dagirker û kolonyalîst ya Iraqê domand. Bi sed hezaran kurd hatin enfal kirin.
Di encamê de rejîma faşîst di sala 1988-an de li Bajarê Kurdistanê Helepçeyê bombayên kîmyevî bi kar anîn. Encama van bombayên kîmyevî qetlîama Helepçeyê pêk hat. Bi Qetlîama Helepçeyê bajarekî Kurdistanê ji holê rabû; bi hezaran kes hatin kuştin, bi dehhezaran kes birîndar bûn. Hemû kurd ji aliyê psîkolojîk de hatin kuiştin.
Di merhalaya em têde dijîn de encamên Qetlîama Helepçeyê li Kurdistanê dom dikin.
Qetlîama Helepçeyê piştî Nagazakî û Hîrşîmayê qetlîama mezintir e û rureşiya mirovatiyê ye. Lewra beşekî dinyayê çavên xwe ji vê qetlîamê re girtin. Bi taybetî jî dewletên kolonyalîst yên cîran, fîlistiniyan, dewletên sosyalîst ji vê qetlîmê re çavên xwe girtin, li dijî rejîma baasî û saadamî derneketin.
Qetlîama Helepçeyê di dilê mirovatiyê de birînek kûr e.
Lê kêfxweşî ew e ku berpirsiyarên Qetlîama Helepçeyê Sedam Huseynî û Eliyê Kîmyewî û berpirsiyarên din hat darizandin û ceza kirin. Kêfxweşiya din jî ew e ku Helepçeyîyan bi şehîdbûna xwe Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kirin.
Desthilatdariya Kurdistanê û hemû kurd divê ji Helepçeyê re xwedî derkevin. Helepçe bajarekî paşvemayî ye. Ji bona ku Helepçe bê avakirin, divê hikumeta Kurdistanê hewildanek xurt nîşan bide.
21 Adarê: Newroz û Qedexeya Newrozê…
21ê Adarê roja nû û dema nû ya salê ye. Destpêka biharê ye. Vejandina jîyana xwezayî û nexwezayî ye. Destpêka bereket, xweşî û başî ye.
21ê Adarê di heman dem ji bona kurdan roja milî ye, roja li hemberî zilmê deng bilinkirin, roja azadî û serxwebûnê ye.
Miletê kurd roja Newrozê ji bona ku mafên xwe yên milî û bi taybetî jî mafê xwe yê desthilatdarî qezenç bike hewil dide.
Hezar mixabin di vê Newerozê de jî, ji derveyî Başûrê Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê gelê me ji hemû mafên xwe yên milî û bi taybetî jî ji mafên xwe yê desthilatdarî bê par e.
Piştî ku Şerê Sar ji holê rabû, li dinyayê pêvajoya demokrasî, azadî û serxwebûna miletan dest pê kir. Li Yekîtiya Sovyetan 16 miletan, li Yugoslavyayê 6 miletan dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. Gelek kêmneteweyan jî hîn zêdetir xweser û otonom bûn, dersthiladariya xwe fireh kirin.
Hezar mixabin miletê kurd hîn di sedsala 21-an de jî, ji hemû mafên xwe yên milî bêpar e. Divê ev neheqiya ji holê rabe û miletê kurd jî azad û serbixwe bibe.
Li Bakûrê Kurdistanê ev salên dawî xerîç Newroz her dem di şertên gelek zehmet û dizî de hat pîroz kirin. Di Newrozê de keç û xortên kurdan şehîd bûn.
Li Tirkiyeyê nûha Newroz ne qedexe ye. Lê di vê Newrozê de qedexekirina Newroza BDPê: Li dijî mafên xwe îfade kirin û xwepîşandinê ye. Hikumetê di vê pirsê de şaşiyek mezin kir. Ew helwesta li dijî mafên miletê kurd e.
Baş tê zanîn ku BDPê Newrozê wek enstrumenekî îdeolojîk bi kar tîne. Ez jî heta nûha neçûm Newroza PKK/BDPê. Lê qedexekirina civîna Newrozê a BDPê ne rast e. Di encama qedexeya Newrozê de gelek kes hatin birîndar kirin û kesek jî hat kûştin. Ew yeka berpirsiyarek mezin derdixe holê.
Divê hikumet dest ji qedexeyan berde. Ji bo demokratîzebûna û pluralîzebûna Tirkiyeyê gav bavêje. Ji bona qanûna bingehî ya nû xebat bike. Ji bona ku dewlet bibe dewleta kurd û tirkan, Kurd li welatê xwe desthilatdar bin, vîzyonek nîşan bide.
31ê Adara 1947-an: Îdamkirina Qadi Mihemed, Sedrî Qadi û Seyfî Qadi…
Kurdistan di sala 1639-an de encama Peymana Qesrî Şêrîn, di navbeyna Împaratariya Osmanî û Farisî de parve bû. Ev dubeşiya Kurdistanê, heta şerê cîhanî ya yekem domand, împaratorıya Osmanî şer wenda kir. Encama Peymana Sewrê biryar hat girtin ku di çarçeveke teng de be jî Kurdistan û Ermanîstan ava bibe. Hezar mixabin, şertên vê peymanê girêdayî berjewendiyên dewletên mezin û emperyal pêk nehat, Kurdistan di sala 1923-an de encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Dewleta Suriyeyê û Iraqê jî, li cem Tirkiyeyê û Îranê bûn desthilatdarên Kurdistanê.
Piştî Peymana Lozanê ji bona ku neteweya kurd azadî û rizgariya xwe qezenç bike, li bakurê Kurdistanê û li başurê Kurdistanê bi dehan salan li ber xwe dan, serîhildan pêk anîn, li hemberî dewleta tirk û Iraqê şer domandin.
Li Rojhilata Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmî sîstema kolonyalîst û dîktatorî nebû. Ji bona mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921-an de li jêr rêberiya leheng Îsmaîl Axayê Simko serîhildanê dest pê kir. Şervan Simko di demeke kurt de hemû rojhilata Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin bi fen û xapandina dewleta Îranê, Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hat sêdarkirin/daleqandin. Piştî Simko Axa, li Rojhilata Kurdistanê zilum û zordariyê heta sala 1940-î dom kir. Lê xebata neteweyî jî her berdewam kir.
Wek tê zanîn wê demê jî bajarê şêrîn Mehabad bû navendiya nasyonalîzm û çanda kurd. Di sala 1942-an de nasyonalîstên kurd, di şertên awarte yên Îranê de Komeleya Jiyanewe ya Kurd (KOMELE) damezirandin: Pêwendiya vê Komeleyê û Komeleya îro ya li Rojhilata Kurdistanê bi organikî tune ye.. KOMELE, ji aliyên entellektûel û bajariyên bijarte de hat ava kirin. Komeleyê, armanc û ramana xwe ya nîhaî, hevbeşkirin û yekîtiya Kurdistanê diyar kiribû.
Komeleyê ji bo rojhilata Kurdistanê armanca xwe wusa diyar kiribû: 1) Li herêma Kurdistanê divê zimanê kurdî, di qada perwerderkirinê û îdarî û qazayî de bibe fermî. 2) Divê berpirsiyarên dewletê yên li herêma Kurdistanê kurd bin. 3) Dewlemendî û hatina Kurdistanê divê li Kurdistanê ji bona dibistanan û nexweşxanan bê serf kirin.
Komeleyê ji derveyî ev daxwaz û armancan, hedefa xwe ya paşeroj jî wek mafwergirtina çarenivisî û xwebixwe îdarekirina neteweya kurd diyar kir. Got ku “dema neteweya kurd qedera xwe girte destê xwe; xwe bi xwe îdare kir, dê bi Farisan re bibe cîraneke baş.”
Piştî Komeleyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK a Îranê) di sala 1945-an de ava bû. PDK a Îranê, di bin pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed de bi piştgira Yekîtiya Sowyetê, Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava kir. Li Komara Mehabadê ya Kurdistanê, ji hemû beşên Kurdistanê berpirsên neteweya kurd hebûn. Mele Mistefa Berzanî di avakirina komarê de rolekî girîng lêhîst, bû serokerkanê komarê û wek pêşmergeyekî xizmetî komarê kir û tu dem li hemberî Qazî Mihemed, wek serokekê xwe nîşan neda.
Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed di 22.1.1946-an de li meydana Çarçariyê da xûyakirin ku Komara Mehabadê ya Kurdistanê hatiye damezirandin ûli meydanê axiftineke kurdistanî kir.
Komara Kurdistanê, gorî pîvanên demokrasiyeke pêşketî û pîvanên Wîlson, peymana civakî amade kir. Di peymana civakî de sîstemeke sekûler hat pejirandin. Ev yeka ji bo civateke mihafazakar (xweparastî) û edetî û dîndar gelek girîng bû.
Di peymana civakî de, wekheviya jin û mêran, mafên sendîkayî, azadiya fikrî û rêxistinî û baweriyê hatibûn qebûl kirin. Li Komara Kurdistanê ji bona ku hûnera kurd, muzîka kurd, şanoya kurd pêş bikeve xebatên girîng pêk hatin.
Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî ku dewletên li ser axa Îranê desthilatdarbûn, di nav xwe de ji bo parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin, Komara Kurdistanê ji derveyî peymanê ma. Li îranê statûya kevn hat parastin. Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê, Komara Kurdistanê hat hiweşandin û serokên wê dîl ketin.
Ceribandina Komara Kurdistanê careke din derxist holê ku her dewlet û neteweyek ji bo berjewendiya xwe bi dewlet û neteweyên din re danûstandin dikin.
*****
Pêşawayê kurd Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20-21.12.1946-an de dîl ketin. Dîlketina wan, neteweya kurd li rojhilata Kurdistanê ji qetlîema dewleta Îranê xelas nekir. Lewra tê zanîn ku ji bona ku neteweya kurd naye qetilkirin, serokên Komara Mehabadê, her çiqas Mele Mistefa Berzanî xwast ku ew jî ji welêt derkevin, bi gelê xwe re man û dîlketin.
Serokên Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di dadgehê de mafên neteweya kurd: Bi mêranî, bi cesereteke medenî, neteweperestî, wek berpirsiyariya xwe ya serokatiyê parastin. Hemû tewanbariyên dewletê yên ne rast û ne hiquqî red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgehê rawestiyan.
Pêşawayê neteweya kurd Qazî Mihemed, li hemberî dadgehê Mele Mistefa Berzanî û malbata Barzaniyan re jî xwedî derket û ew parastin.
Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî encama dadgehkirina awarte û gelek kurt, di 31.3.1947-an de li Meydana Çarçirayê hatin îdam kirin.
Bi îdama ew serokan, ji bo rojhilata Kurdistanê demek hat girtin, demeke nû, dema zulm û zordarî û tarî dest pê kir.
Ev dema tarî, di sala 1968-an de û di sala 1979-an de bi serî hildanên neteweyî hat ronî kirin. Îro jî ew berxwedan û têkoşîna neteweya kurd li Rojhilata Kurdistanê dom dike û xwediyê mewziyên gelek girîng e.
Amed, 19. 03. 2012