ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 24.08.2008 · 2 dîtin
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Berhem Ehmed Salih diyar kir, ku eger meseleya Kerkûkê sepandineke bi zorê bibûya, di sala 2003-an de dema rejîma zordarî ya Beasê rûxiya, derfetek bo kurd hebû ku Kerkûkê bixin ser H.Kurdistanê û got:”Serkirdeyên sereke yên welat bi hestiyarî rewşa Kerkûk fêm dikin û dixwazin bo çareserkirina girêkên kor Destûr bingeh be.” Salih di hevdîtineke li gel kenala El Cizîreyê da xuyakirin, ku çareseriya arîşeya Kerkûkê li ser bingeha wê yekê ku di Destûrê de li ser wê hatiye rêketin, divê bi çareseriyeke iraqî û lihevkirî be û got:“Di madeyeke Destûrê de çareseriya arîşeya Kerkûkê û wan navçeyan heye, ku nakokî li ser in.Kerkûk ew meseleye ku çendîn berberî li Iraqê çê kiriye.” Salih got:”Eger Sedam Hisên di sala 1974-an de li ser çareseriya pirsgirêka Kerkûkê li gel kurd li hev kiriba, ne şer li Kurdistanê rû dida, ne rêketina Cezayîrê û ew pirsgirêk rû didan ku li piştî wê hatin û şerê Iraq-Îranê jî rû nedida.”Salih di derbarê biryara hilbijartina civatên parêzgeha ya li Parlamentoya Iraqê de weha got:“Ya ku di parlamentoyê de rû da biryarek bû bi piraniyê ve ku di wê demê de amade bûn.Ew berovajiya Destûra Iraqê bû, ku li ser bingeha lihevkirinê hatiye pêkanîn.”Salih amaje bi wê yekê jî kir, ku Serkomarê Iraqê Celal Talebanî, Cîgirê Serkomar Edil Ebdulmehdî li ser bingehên destûrî, li dijî wê biryarê mafê xwe yên vetoyê bi kar anîne.Salih got: “Serok Talebanî serkomarê Iraqê ye û erkeke destûrî li ser milê wî ye.Bi hûrgileyî wan projeyasayên parlamentoyê yekalî dike û di hilweşandina yasayan de mafeke destûrî yê wî jî heye.Her wî bi xwe tenê jî wê biryarê hilneweşandiye.Belkû Edil Ebdulmehdî jî hevbiryarê vetoyê bû.”Berhem Ehmed Salih da zanîn, ku Kerkûk meseleyeke hestiyar e û got:”Bo çareserkirina wê pirsgirêkê pêwîst e hevkar bin û lihevkirineke me hebe.Lê bingeha wê divê destûrî be.”Salih got:“Tu pirsgirêkek tune ye di beşdarîkirin an jî dabeşkirina desthilatên bicihanîna di bajêr û parêzgehê de jî.Eger bingeha li ser sê yekê li Kerkûkê bê bikaranîn, çima li Mûsil, Diyala û Bexdayê jî neyê bikaranîn.Lê divê Kerkûk bi lihevkirî bê hikûmkirin.Çimkî kurd, ereb, tirkmen û pêkhatên din tê de ne û divê rûniştiyên resen Kerkûk xwe biryar li ser çarenûsa bajarê xwe bidin.Mebesta min îdareya nav bajêr e ku bo Herêma Kurdistanê be an her awayeke bin dixwazin.”Salih diyar kir jî kurd avakerî Iraqa nû ye û got:”Kurd di xema wê de ye, ku beşek bin di biryarên niştîmanî de ku berjiwendiya Iraqê û serweriya wê bê misogerkirin.”Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.