ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 16.07.2009 · 2 dîtin
Îro serokê herêma Kurdistanê li Hewlêrê beşdarî merasîma rêzlêanîna pêşmergeyên dêrîn ên herêma Kurdistanê bû û di gotarekê de got:” Heta ku ez mame nahêlim careke din xwîna kurdan bi destê kurdan bê rijtin.” Serokê herêm di merasîmekê de gotarek pêşkeş kir got:” Yek ji wan destkeftên vê hilbijartina nuha ya herêma Kurdistanê ew e ku tebayî û birayetiya navbeyna min û cenabê Mam Celal tesîra xwe li rêzên xwarê jî kiriye. Nabe careke din dijminên me kêfxweş bin û bi me bikenin.”Ji bo têkiliyên navbeyna Iraq û herêmê jî got:” Me yekîtiya Iraqê parast ku parlamentoyê biryar da emê bibin beşek ji Iraqê lê bi mercek Iraq federal be.”Derbarê meseleya Kerkûkê jî got:” Kerkûk kurdistanî ye û tu tawîz li ser Kerkûkê nayê dayîn, madeya 140’ê çiqes bilezî bê bicihanîn di berjewendiya Iraqê de ye.”Serokê herêmê got:” Êdî tirsa enfal û kîmyabaranê nemaye, tu hêz nîne careke din tişt li ser kurdan ferz bike.” Ji bo hilbijartinên herêmê jî got:” Kî hilbijartinan dibe bila lê pîroz be, hêvîdar im piştî hilbijartinan bi awakî karîgertir bername bê dariştin û li gor destûrê jî arîşeyên heyî digel hikûmeta navend bên çareserkirin." Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.