ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Sabîr Qadirî · 19.07.2009 · 2 dîtin
Hewlêr – Nivîskar û Rojnamevanê Îspanî Manuel Martorell ragehand ku divê pêşî Kurd ji bo îstîkrarkirina demoqrasiyê bixebitin û bi Tirk, Fars û Ereban bidin bawer kirin ger Kurd xwediyê qewareya xwe bin tiştek ji wan kêm nabe û domand: ‘’Serxwebûn bi bilind kirina ala bidest nayê. Divê bazareke aborî ya hevbeş, çandeke hevbeş, zimanekî hevbeş û standart ê Kurdan hebe.’’Martorell, her bi rûyekî xweş û devliken bersiva pirsyara ‘cara yekê çawa Kurd nasîne’ dida, jiber her Kurdek pê re axifîbe, ew pirsyar jê kiriye. Navbirî nivîsîna xwe ya yekem a derbarê Kurd de di sala 1983an de belav kiriye.Nivîskar û Rojnamevanê Îspanî Manuel Martorell, sala 1979an xwendina rojnamevaniyê qedandiye. Sala 1980an dema tê Tehranê û dixwaze babetekî li ser Şoreşa Îslamî ya Îranê amade bike, cara yekê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê nas dike û berê tenê wiha dizanî Kurd ‘’tenê eşîretek in li İraqê.’’ Lê belê piştî li ser Kurdan kar kir jê re derket ku jimara herî zêde ya Kurdan li Tirkiyê ye.Ev 35 sal e Martorell, li ser pirsa Kurd lêkolînan dike, piraniya kesayetî û rêberên partiyên siyasî yên Kurdistan’ê nas dike. Bi taybetî dostayetiyeke wî ya nêzîk li gel Dr. Evdilrehman Qasimlo hebû. Li gor wî; ‘’Pir zehmet e Qasimloyekî din di nav Kurd de dirust bibe.’’Di hevpeyvînekê de ligel Rûdaw’ê Manuel Martorell, destpêka ku Kurd naskirine wiha tîne ziman: ‘’Sala 1980an li ser Şoreşa Îslamî ya Îranê bi amadekirina babetekî ve mijul bûm, wê demê min zanî li Îranê miletek heye jê re dibêjin Kurd, piraniya wan jî alîgirên Partiya Sosyalîst bûn ku Dr. Qasimlo serkirdayetî dikir. Bi rastî partiyeke demoqrat û pêşkeftinxwaz bû.’’Berî bi 34 salan Martorell wiha dizanî Kurd navê eşîretekê ye li Bakurê İraq’ê, lê piştre derbarê Kurdan de şarezayî peyda kir û niha li gor wî; ‘’Li Rojhilata Navîn wezin û giraniya Kurdan heye. Piraniya rêxirawên navdewletî wek Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koma Dewletên Ereb û saziyên din, daxwaz û xwestekên Kurd kirine qurbana berjewendiyên xwe. Pirsgirêka Kurd pîvaneke bo ravekirina wan sazî û rêxirawan.’’ Berevajiya hinek çavdêrên biyanî û herêmî ku bi baweriya wan hê jî Kurd nikarin xwe birêve bibin, Rojnamevanê Îspanî Manuel Martorell, da zanîn ku ew derfetê niha ji Kurdan re çêbûye bê wêne ye û domand: ‘’Gorankariyên van çend salan pêşan didin ku karîneke berfireh a Kurdan heye bo xwebirêvebirinê û cîbicîh kirina karê siyasî û dîplomatîk. Ew modela niha li Kurdistan a İraq’ê kar pê tê kirin, bê guman di pêşerojeke nêzîk de li beşên din ên Kurdistan’ê jî dibe, lê nabe em ji bîr kin ku pêwistiya wan destkeftan bi alîkariya navdewletî heye.’’Xewn û xebata Kurd li herçar parçeyên Kurdistan’ê di hinek qonaxan de ji bo serxwebûna Kurdistan’ê bûye, lê bi piranî ew xwestek û armanca Kurd veşartî bûye, piraniya hizban ji serxwebûnê kêmtir daxwaz kirine. Bi baweriya Martorell, Kurdan ku ew slogan bilin nekirine bi nebûna alîkariya Civaka Navdewletî ve girêdayî ye.Ji bo bidestanîna wê xwestekê jî Martorell wiha dibêje: ‘’Divê pêşî Kurd ji bo îstîkrarkirina demoqrasiyê bixebitin, bi Tirk, Fars û Ereban bidin bawer kirin ger Kurd xwediyê qewareya xwe be tiştek ji wan kêm nabe. Serxwebûn jî bi bilind kirina ala bidest nayê. Divê bazareke aborî ya hevbeş, çandeke hevbeş, zimanekî hevbeş û standart ê Kurdan hebe.’’‘Qasimloyekî din dirust nabe’Martorell, pir ji nêzîk ve Rêberê Terorkirî yê Partiya Demoqrat a Kurdistan-Îran Evdilrehman Qasimlo nas dikir. Lêwra bê tirs behsa xalên bihêz û lawaz ên wî serkirdeyê Kurd dike.Di vê derbarê de Manuel nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Di xebata siyasî ya gelê Kurd de Qasimlo kesayetiyekî pir bilind û dîrokî ye. Qasimlo bi têgeheke pêşketî gorankariyeke kûr di nav partiyên Kurdî de kir, herwiha karî pirsgirêka Kurd bike pirsgirêkeke navneteweyî. Ji xeynî vêna jî dikarî balansê navbera hêzên Kurdî rabigre, herçiqas nerînên wan ên cuda jî hebûn.’’Rojnamevanê Îspanî behsa xalên lawaz ên Qasimlo jî dike; ‘’Xala lawaz a Qasimlo ew bû ji hed bider ji Komara Îslamî bawer dikir. Her ew jî bû sedema Kurd ji rêber û kesayetiyekî wek Dr. Qasimlo bê beş bibin.’’Li gor Manuel Martorell, di nav Kurdan de kesayetiyek wek Qasimlo tune bi wan taybetmendiyên Qasimlo yên hebûn; ‘’Ev nêzîkê 30 salî ye derbarê Kurdan de dinivîsim û dixwênim. Pir dijwar e kesek hebe bi xirabî li ser Qasimlo biaxife. Girîngîpêdana wek diyalog, nêzîkbûn û rêz girtina nerînên cuda û dîtina wan xalên hevbeş ku aliyan nêzîkî hev dikin, evna taybetmendiyên Qasimlo bûn, ku kêmtir di rêberekî din ê Kurd de tên dîtin.’’
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.