ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 07.03.2006 · 2 dîtin
Serokkomarê Iraq birêz Mam Celal Talabanî di hevdîtinê de bi mebesta ji alî parlemana Kurdistan ve wek serokwezîrê herêma Kurdistan hatiye hilbijartin, birêz Nêçîrvan Barzanî pîroz kir. Her wuha Mam Celal diyar kir ku wan doz kiriye ku di 12'ê vê mehê de parlemana Iraq a nû daniştina xwe ya yekemîn li darbixe. Her wuha birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo pergîkirina germ spasiyên xwe pêşkêşî Serokkomar birêz Mam Celal Talabanî kir û got: "Di vê hevdîtina taybet de me bi Serokkomar birêz Mam Celal re li ser mijarên yekkirina her du îdareyên herêma Kurdistan û li ser rewşa siyaseta Iraq a van demên dawî de danûstendina ramanî kiriye." Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de kêmasiya mekanîzmayek di navbera hukûmeta navendî û ya herêm de destnîşan kir û diyar kir ku ji bo çareserkirina gellek pirsgirêkan, sazkirina mekanîzmayek di navbera her du hukûmetan de pêwîst e. Di derbarê karûbarê neftê de jî Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser erkdariya destûrê û got: "Pêwîstî bi hevbeşiya wezareta neftê ya hukûmeta navendî û ya herêmê heye û ji bo pêkanîna vê hevbeşiyê jî em amadene." Li ser pirsa rojnamegerekî a di derbarê Îbrahîm Caferî de jî Nêçîrvan Barzanî got: "Mafê tu kesî tune ku bê desthilatdarî li ser navê kurdan peymanan îmze bikin." Barzanî li ser pirsek din a di derbarê hevdîtina li gel Serokkomar birêz Mam Celal Talabanî de jî ragihand ku wî vê serlêdanê bi mebesta li ser rêyên dîyalogê û pêwendiyên di navbera hevpeymana Kurdistan û Îttilafa şîa, danûstendinên ramanî bikin, pêk aniye. Barzanî di dawiya axaftina xwe de pirsa di derbarê serlêdana şandeya hevpeymana Kurdistan a Pêşewayî Olî yê şîa, Alî Sîstanî de jî got "Şandeyê bi mebesta li ser hilbijartina Caferî a serokwezirtiyê guftûgoyan bike, serlêdanê pêk aniye û serlêdanê baş bi encam bûye. PUKmedia:
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.