Ramyarî

Malwêranî

R.Rodaro · 10.09.2006 · 2 dîtin

  Mirov çawa dikare malê xwe wêran bike... Kurdên me pisporên vî karî ne.. Herkes bi zimanê Tirkî be an jî Kurdî be li ser giringîya zimên radiwestin û gellek pêşnîyarên maqûl jî dikin... Bi rastî jî qet kêmasîya teorîyên me nîne... Lê wê dema pirsa kiryar û pengavan tê rojevê, kirin û gotin hevdu nagirin... Gellek heval û dost li ser rewşa zimanê Kurdî û dewsa wê di netewîbûna Kurdan de tiştên baş û xweş dinivîsin..Lê qet gavekê jî navêjin ji bo realîzekirina gotinên xwe..Rewşenbîrên me li Bakurê Kurdistanê ji bo xwe dinivîsînin... Heta niha min ûsa bawer dikir ku xwendevan nebin an jî kêm bin jî ew kesên Kurdî dinivîsînin berhemên hevdu dixwinin..Lê îro gotineka birêz Laleş Qaso pêş çavên min ket... Ew gotin çiqas rast e an ne rast e nizanim..Heke ev yeka hanê rast be, bi rastî jî malwêranî ye..Laleş Qaso pirtûkek nû bi Kurdî nivîsîye û çapkiriye. Biha wê pirtûkê 100 dolar e... We xeletî ne bihst sed dolar....Di welatekî wekî Kurdistana Bakur dagirkirî de zimanê Kurdî şerê man û nemanê dide.. Xwendevanên Kurdî gellek kêmin.. Hinek nivîskarên Kurd, ji bo ku berhemên xwe hinekî zêde bifroşin yekser pirtûkên xwe werdigerin li ser Tirkî û herduyan pêkve çapdikin...Heke xwendevan hebin jî kes nikare 100 dolara bide pirtûkekê... Lalêş di derheqa berhemên xwe de qala firotina bîst pirtûkan dike!!!! Heke xwendevan nebin jî, li Kurdistana Bakur bîst nivîskar nînin û berhemên hevdu bixwenin...Bi rastî jî ev yeka hanê malwêranî ye, nexweşîye.. Pêwîste em ji bo vê yekê dermanekî bibînin..Rewşa Kurdan li Bakurê Kurdistan dîyar e.. Em dikarin dûr û dirêj li ser vê yekê rawestin û lidûv çareserîyan bigerin..Li Kurdistana Başûr, ev 15 salin Kurd de facto xwedanê dewleta serbixwe ne.. Piştî ‚Peymana 11ê Adarê‘ Kurd di dibistanan de fêrî Kurdî dibûn.. Pêş wê jî ji Şoreşên Şêx Mahmûdê Nemir bigire heta niha rageyandinek Kurdî heye..Piştî rûxandina rejîma Beh’sî zimanê Kurdî jî kelakê zimanê Erebî zimanê fermî ê dewleta Iraqê ye.Lê Kurdên me ên li Parlemana Iraqê ne bi zimanê Erebî diaxivin... Kurdên Erebîzan li ser ew Kurdên ku Erebîya wan nebaş e dikenin.. Ez vê yekê nabêjim.. Ev gotina Behroz Gelalî,Nûnerê YNK li Enqerê ye.. Heke Parlemanterên Kurd li Bexdayê bi Kurdî neaxivin, ji bo çi zimanê Kurdî fermî ye?Dewleta Iraqê Paseportên nû derxist, pêwîst bû li gor Destûrê Kurdî û Erebî bûya... Lê paseport bi tenê zimanê Erebî derçûn.. Parlemana Kurdistanê Destûra Kurdistanê bi zimanê Erebî nivîsî û paşê jî wergerand li ser Kurdî..Gelo di parlemana Kurdistanê de çend parlamenterên ku li ser zimanê Kurdî zalbin, nîne..Heke Kurd Zagona xwe a bingehî bi Erebî binivîsin, nûnerên gelê Kurd li Parlemana Iraqê li Bexdayê Erebî qisebikin... Ji bo çi Ereb li ser paseportê Kurdî binivîsin?Bi rastî şerm e... Ev yeka hanê malwêranî ye...11.09.06 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.