Ramyarî

Malikî:''Kerkûk ser bi hikûmeta navendî ye û li derveyî sînorê Kurdistanê ye''

Rojhat · 14.10.2008 · 2 dîtin

Malikî:''Kerkûk ser bi hikûmeta navendî ye û li derveyî sînorê Kurdistanê ye''

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî diyar kir, Kerkûk ser bi hikûmeta navendî ye, li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê ye û got:”Divê Kerkûk bibe herêmeke serbixwe an jî parêzgahek, ku ser bi Herêma Kurdistanê nebe.”Rojnameya Timesê ya birîtanî roja 11-ê vê mehê hevdîtinekê bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re pêk aniye û Malikî çendîn mijarên girîng ên li ser rewşa Kerkûkê, rêketina ewlekariyê ya navbera Iraq-Amerîkayê, pêwendiyên Iraqê digel welatên cîran û serketina warê ewlekariyê li Iraqê nirxandiye. Li ser pirsa ‘gelo hêzên milîs dest bi ser Kerkûkê de girtine û hikûmeta Iraqê jî nikare kontrola rewşe bike’, serokwezîrê Iraqê got:”Kerkûk ser bi hikûmeta navendî ye û li derveyî sînora Herêma Kurdistanê ye.Herweha hebûna her hêzekê nenîzamî jî li dijî pêbendbûna yasayî, dê bê binavkirin.” Malikî amaje bi wê yekê kir, Kerkûk navçeyeke hestiyar e, bi bikaranîna hêzê nayê çareserkirin û got:”Dive pirsgirêka Kerkûkê bi awayeke lihevkirî bê çareserkirin.Çimkî çendîn pêkhatên cuda ji kurd, ereb, tirkmen, mesihî û çend neteweyên din tê de ne.Taybetmendiyeke wê bajarê heye û divê bibe herêmeke serbixwe an jî parêzgahek ku ser bi Herêma Kurdistanê nebe.Ev jî di warê Destûrî de baweriya me ye li gor madeya 140-ê.Lê niha ew lîjne rûbirûya çend pirsgirêk û astengiyek bûye û nikare di demeke kurt de wê pirsgirêkê çareser bike.”Malikî got:”Hinek ji neteweyên bajêr yên din tometbar dikin bi wê yekê ku kesên din ji derveyî bajêr anîne û niha bajar di jêr desthilata kurd de ye.Di hember de parêzgar, serokê civata parêzgahê û pêkhatên din, îdareya bajêr bi wê tometbar dikin, ku destkariya encamên serjimêriye kiriye.”Malikî diyar kir jî, ya baş ew e, ku pirsgirêkên wî bajarî bi awayeke lihevkirî di navbera hemû pêkhatên de bê çareserkirin, li gor wî ew yek jî hêsantirin çareseriye.Pukmedia

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.