Ramyarî

Malikî dixwaze li Mûsilê hêza Kurdan nemîne

Rojhat · 09.11.2008 · 2 dîtin

Malikî dixwaze li Mûsilê hêza Kurdan nemîne

Bajarê Mûsil ê ji bo carekî din jî ket ber êrişên leşkerî, vê carê tirs ne ji wan girûpên çekdariye kû heya niha zêdeyî deshilatiya wan di bajêr de heye, belkî metirsiya mezin ji rûbirûbûna artêşa Êraq û pêşmergeyane.Malikî di hewla wê yekê de ye ku li Mûsil ê deshilatdariya Kurdan nemîne û di vê derbarê de mijûle hevpeymaniyê li gel çend rêveberên redîkalîst yên Sunnî girêbide kû ew jî dijî Hikûmeta Kurdistan ê ne.Kurd beramberî van hewlên Malikî pozisyoneke mezin nîşan didin, ev rewş jî wê yekê dertêxe holê ku parvekirin û jê cûdakirineke gelek mezin di navbera aliyên Êraq ê de heye û bi nemana redîkalîstan jî zehmete Êraqeke Yekgirtî bihê damezirandin. Ji bo rêgirtin li mezinbûna van pirsgirêkan, rêveberên artêşa Emerîka çendîn civîn li gel rêveberên bilind yên Kurd û Hikûmeta Êraq ê çêkirine. Berpirsê hêzên Emerîka yê li Kerkûk, Mûsil û Kurdistan ê general Raymond Ey Tomas ragihand; demê dirustbûna şer di navbera Kurd û Hikûmeta Êraq ê de, hêzên Emerîka "Xwe Dûr Dikin" li shûna kû leşkerên Emerîka bidin kûştinê.Malikî di operasyona derbazbûyî ya li Mûsil ê, deshilata leşkerên Kurd kêm kiribû, niha jî artêşeke kû hemû ji Erebên Şîe û Sunî pêkhatî li rojavayê bajêr daniye. Hevdem ji Bexdayê 3 hezar polîs rêkirine Mûsil ê û jinxwişkek ya xwe (Lîwa Ebdûllah Ebdûlrehîm) jî kiriye fermandarê Tîpa 2 ya li rojhilatê bajêr. Her di vê çarçoveyê de Barzanî bi xwe hat nava pirsa vegûhestina 34 serleşkerên Kurd de, Malikî jî dixwest wan ji başûr û naverasta Êraq ê dûr bêxe. Fermandarê yekeyekê leşkerên ser bi Tîpa 2, general Hacî Ebdûllah got: "Eger helwesta ereban neyê gûherîn, wê demê wê rewş tev li hev bibe û emê ber bi pevçûyînê biçin.Rûdaw-NewYork Times

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.